Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Pervîn Bûldan: Di kongreyê de bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
Rojane

Pervîn Bûldan: Di kongreyê de bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan diyar kir îhtîmalekî mezin ji bo kongreya 12’emîn a PKK bi Rêber Apo re 'ragihandineke teknîkî' çêbûye, lê hûrgulî neda.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Gulan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Endama Heyeta Îmrali ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan têkildarî kongreya ku PKK’ê pêk anî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Bûldan kongreyê weke ‘dîrokî’ pênase kir. Bûldan her wiha da zanîn ku Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan wê li ser mijarê daxuyaniyekê bide.

XWEDÎ GIRÎNGIYEKÎ DÎROKÎ YE

Pervîn Bûldan da zanîn ku ew di serdemeke gelekî dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Em dizanin ku her kes li benda kongreya dîrokî ya PKK’ê bû. Ji bo aştî were Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê demokrasî pêk were, pêwîstî bi vê kongreyê hebû. Dema me bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî behsa girîngiya pêvajoyê û li Tirkiyeyê pêkhatina aştiyê kir. Digot pêwîstî bi tiştek wiha heye. PKK’ê ragihand ku kongreya xwe pêk anî û ji bo Tirkiyeyê ser xêrê be. Ji niha û pê ve jî wê kevirên aştiyê bên danîn. Dê pêngavên dîrokî bên avêtin. Bi îhtîmaleke mezin dê bendewarî pêk werin. Ji ber vê yekê pêwîst e girîngiyeke dîrokî bidin vê yekê. Ji bo me hemûyan bi xêr be.”

RAGIHANDINA TEKNÎKÎ

Pervîn Buldan der barê ka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî kongreyê bûye yan na de wiha got: “Bi îhtimaleke mezin ragihandineke teknîkî çêbûye. Ez naxwazim zêde bikevim hûrgilîyan. Ji ber ku hê jî rêyeke me ya dirêj heye. Bi ya min divê daxuyaniyên ku em ê bidin bi baldarî werin kirin. Bi ya min divê zirarê nede pêvajoyê. Ji ber vê yekê, heta ku ev pêvajo bi temamî bi ser bikeve, divê em ji bo axaftinên xwe baldar bin. Dema em bala xwe bidin daxuyaniyên hatine dayîn, îhtimal heye ku di rojên pêş de ravekirineke hîn berfirehtir were kirin. Lê ev yek bi xwe jî ravekirineke girîng e. Ez neçar im behsa rola Sirri Sureyya Onder bikim. Xwezî wî jî ew bidîta. Xwezî wî bikaribûya şahidiya van rojan bikira. Wî gelek ked da. Ez niha li Semsûrê di taziyeya wî de me. Careke din em bi hurmet bejna xwe li ber ruhê wî ditewînin. Em vê diyarî serok Sirri dikin. “

ERDOGAN WÊ DAXUYANIYÊ BIDE

Pervîn Bûldan diyar kir ku Serokkomar Erdogan wê li ser mijarê daxuyaniyekê bide û got, “Ew ê jî di demeke kurt de daxuyaniyekê bide. Ez naxwazim li ser vê yekê nirxandinekê bikim. Lê belê bi ya min Birêz Serokkomar wê di demeke kurt de daxuyaniyekê bide.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Amedê 7 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re DEM Partiyê kongreya PKK’ê weke ‘qonaxeke dîrokî’ pênase kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şervanên QSD/YPJ’ê gundek ji çeteyan paqij kirin

Şervanên QSD/YPJ'ê gundê Til Barût ji çeteyan paqij kirin ku ji aliyê çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şerîda Xezeyê bîlanço her roj giran dibe

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ya li Şerîda Xezeyê diyar kir ku hejmara mirovên di…

Ji aliyê Stêrk TV

Hewldana Edaletê ya li dijî Tecrîdê daxwaza azadiya Rêber Apo kir

Hewldana Edaletê ya li dijî Tecrîdê têkildarî karên li dijî tecrîdkirina Rêber Apo daxuyaniyek da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê çû Rojava serdana Pakrewangehê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?