Daxuyanî li ber derê avahiya Meclisa Gel ji aliyê Siyasetmedar Kendal Şengalî ve hate xwendin
Daxuyanî wiha ye:
Ji bo raya giştî û civaka Êzidî;
“Em wekî civaka Êzidî û Meclisa Gel a Şengalê, di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de, careke din vê komployê bi tundî şermezar dikin. Komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji aliyê hêzên hegemonîk ve dest pê kir û di 15ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêber Apo berdewam kir, armanc dikir ku gelên bindest û îradeya wan tine bike.
Di şexsê Rêber Apo de hemû civaka Rojhilata Navîn hedef hatibû girtin. Lê bele bi sekn û helwesta Rêber Apo ev plan vala hat derxistin; bi fikir û felsefeya Rêber Apo re gelê me hat parastin û rêxistinkirin. Em dizanin ku bi temamî vala derxistina vê komployê bi fizîkî azadiya Rêber Apo pêkane. Bi vê munasebetê em diyar dikin ku heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were wê tekoşîna me berdewam be.
Di dema fermanê de dema ku her kesî em bi tenê hiştin, gerîllayên azadiyê bi hawara me ve hatin. Êzidî li ser xeta Rêber Apo bûn xwedî rêxistin û îrade. Zarokên me ku wê demê xwe rêxistin kirin û li dijî DAÎŞ’ê gel û çiyayê me yê ku bûbû stargeha bi sed hezaran Êzidiyan li hemberî êrîşên çeteyan parastin.
Di demekê ku civaka Êzidî zêdetir ji şeş salan li ber xwe dabû û parastina xwe kiribû, di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera hikûmeta navendî wê demê ya Kazimî û Hewlêrê de li ser Şengalê peymanek hate çêkirin. Dîroka 9 ê Cotmehê bi zanebûn hatibû diyarkirin. Wek berdewamiya komploya nav dewletî ya li dijî Rêber Apo li hember civaka Êzîdî xwestin dubare pêk bînin.
Çawa ku gelên me li dijî komploya li ser Rêber Apo sekinî bi heman rengî li dijî komploya li ser civaka Êzîdî jî sekinîn û ev peyman red kir; îro jî red dike. Her çend hikûmeta Kazimî dixwest bi vê peymanê îradeya gel tine bike jî, jin û ciwanên Êzidî bi sekn û berxwedana xwe rê li ber vê planê girtin.
Piştî banga Aştî û Civaka demokratîk a Rêber Apo, derfet hatin avakirin ku pirsgirêk bi rêyên demokratîk bên çareserkirin. Di roja îro de, deriyên ku di navbera me û hikûmeta Iraqê de hatine vekirin û despêkirina pêvajoya entegrasyona demokratîk derfetên çareseriya pirsgirêka civaka Êzîdî avakiriye û em dixwazin ev deriyên çareseriyê bên bihêzkirin. Ji bo vê jî divê mafê parastina û xwe rêvebirina civaka Êzîdî were nas kirin. Çiyayên ku heta niha bûye stargeh û hêlîna civaka Êzîdî divê nebe mijarên tu peymana û dibin navê çareseriyê de nabe ku tu hêz xwe li ser çiyayê me ferz bike.
Em wekî gelê Şengalê soz didin ku em ê heta dawiyê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Çawa ku me di salên borî de bi her awayî li ber xwe da û xwe parast, îro jî emê bi awayekî siyasî û civakî parastina destkeftiyên xwe bikin, heta ku mafên me yên rewa ji aliyê dewletê ve bên bidestxistin.
Bijî aştî!
Bijî Rêber Apo!
Bijî berxwedana Şengalê!
Bimirin komploger!
Meclisa Gel a Şengalê

