Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakî kirin
Rojane

Xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakî kirin

Di çalakiyên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê de aqûbeta kesên di dîrokên cuda de di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Gulan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li aqûbeta kesên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin pirsîn.

AMED

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan berdewam kirin. Di çalakiya ku di hefteya 848’an de ye, pankarta ku wêneyên kesên hatin qetilkirin li ser hat vekirin. Di daxuyaniyê de dowîzên bi nivîsa “Parastina kiryaran tê wateya aligirê sûc” û “Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî tune ye” hatin hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê li gundê Mizag ê navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin û piştre hat windakirin hat pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz got: “Ji vir em careke din soza xwe ya bi dayikan re nû dikin; heta kiryar bên dîtin wê têkoşîna me bidome.”

Çîroka windakirina Ayşîn ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.

Çîroka Ayşîn ê winda wiha ye: “Di 5’ê Gulana 1994’an de leşkeran bi ser gund de girt. Di serdegirtinê de 53 ciwan û extiyarên gund hatin binçavkirin. Yek ji kesên hatin binçavkirin Mehmetcan Ayşîn bû. Roja piştî serdegirtinê 49 kes serbest hatin berdan. Piştî 6 rojan ji xeynî Mehmetcan, her sê kesên din jî hatin berdan. Piştî vê malbat diçe qereqolê, lê qereqol dibêje wê wî bibin dozgeriyê û paşê berdin. Lê Mehmetcan Ayşîn ne sewqî dozgeriyê tê kirin ne jî tê berdan.

Malbata Mehmetcan Ayşîn ji ber ku nekarîn agahiyekê bi dest bixin, li saziyên dewletê geriyan. Malbatê ewil serî li Dadgeha Ewlekariya Dewletê dide, lê serlêdana wan bêyî ku bê kirin tê redkirin. Li ser vê yekê malbat serî li Walîtiya OHAL’ê dide, lê berê wan didin Fermandariya Asayîlê ya Licê. Fermandarî dibêlje wê rojê tu operasyon li dar nexistine û kesê navborî binçav nekirine. Ji 7’ê Gulana 1994’an û vir ve tu agahî ji Ayşînê nayê girtin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê ÎHD û xizmên windayan di hefteya 684’an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin, gelek kes amade bûn.

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Ahmet Şiray diyar kir ku divê têkoşîneke li gorî ruhê pêvajoyê pêş bikeve û bang li dewletê kir ku gavên pêwîst biavêje. Piştre Şiray çîroka windakirina Kadrî Yilmaz ê ku di Nîsana 1994’an de li navçeya Rezan a Amedê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, xwend.

CENAZE NEDAN MALBATÊ

Çîroka windakirina Yilmaz wiha ye: “Li gorî îfadeyên malbatê Kadrî Yilmaz li Amedê dijiya. Di Nîsana 1994’an de beşdarî daweta xizmekî xwe bû. Polîsan avêt ser wê daweta ku li Rezanê pêk hat û Kadrî, birayê wî û 3 kesên ji dawetê hatibûn binçavkirin. Yilmaz ê ku li ber çavê bi sedan kesî hat binçavkirin û nehat berdan, tevî hemû serlêdanan jî nehat dîtin. 

Piştî bûyerê bi 8 rojan malbat bi rêya nasên xwe yên li Licê hîn bûn ku leşkeran 3 cenaze anîne mizgeftê û di çala ku li ber Dibistana Seretayî ya Herêmê ya ku wekî baregeheke leşkerî tê bikaranîn de hatine definkirin. Malbatê diyar dike ku yek ji cilên cenazeyên li mizgeftê yên Kadrî bûye, lê cenaze nedane malbatê. Kadrî Yilmaz hîn winda ye û cenazeyê wî nehatiye dîtin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG 

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 174’an de li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Enter Ozdemîr û Bapîr Çîtak ên ku li gundê Geliyê Tiyare yê navçeya Çelê dijiyan û ji aliyê leşkeran ve bi darê zorê ew birin operasyonê û hatin qetilkirin, hat pirsîn.

Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Sîbel Çaprazê jî got: “Me Enter Ozdemîr û Bapîr Çîtak ên ku daxwazên malbataên wan bi salan e bêbersiv dimînin, ji bîr nekiriye.”

Sîbel Çaprazê xîtabî rayedaran kir û got, “Divê bi lêpirsîneke bi bandor demildest kiryar bên d.îtin û cezayê pêwîst bê dayîn. Em ê tu carî dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo Enter Ozdemîr û Bapîr Çîtak bernedin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÎZMÎR 

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya windayan berdewam kir. Di çalakiya ku li ber Sûmerbanka kevin a Konakê hat lidarxistin de pankartên bi nivîsa “Winda wijdan in, xwedî li wan derkeve” û “Kiryar diyar in, winda li ku ne” hat vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta xwendekar Husamettin Yaman û Mehemet Soner Gul” ku gava xwebdekarê zanîngehê bûn, 33 sal in winda ne.

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Caner Canli jî diyar kir ku di 4’ê Gulana 1992’yan de kesê ku telefonê birayê mezin ê Husamettîn Yaman Feyyaz Yaman kiriye ragihandiye ku Husamettîn Yaman û Soner Gul hatine binçavkirin û got, “Malbata Yaman û Gul destpêkê serî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û piştre jî ji bo hemû saziyên têkildarî Mafên Mirovan ên Stenbolê dan. Komeleya Mafên Mirovan û Rêxostina Efûyê ketin nava liv û tevgerê. Malbata Yaman 2 salan di bin çavdêriya polîsan de man. Li qada daristanê lêpirsîn li wan hat kirin û gotina wan a dawî; ‘Dê rûmeta mirovahiyê êşkenceyê têk bibe’ bû.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bila girtiyên nexweş Emîn Gurban û Ekîm Polat bên berdan!
Nûçeya Pişt re Erdogan piştî kongreya PKK’ê daxuyaniya yekem da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo parastina bajaran li her kolanê komên parastinê

Şêniyên Rojava di çarçoveya seferberiya giştî de parastina bajarên xwe didomînin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê qirkirina siyasî: 4 jin hatin binçavkirin

Li Stenbolê bi ser gelek malan de hat girtin û 4 jin hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?