În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bozkurt: Doktorê girtîgehê mafê dermankirinê yê birayê min Abdulkadir Bozkurt asteng kir!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Kivanç Kilinç: Divê her kes ji bo aştî û azadiyê ya ji destê wan tê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nahît Eren: Divê qanûna bingehîn a nû veguhere hevpeymana civakî
Kurdistan

Nahît Eren: Divê qanûna bingehîn a nû veguhere hevpeymana civakî

Parêzer Nahît Eren, diyar kir ku divê hişmendiya rêveberiya zordar û hişk a bi polîtîkayên ewlekariyê hatine avakirin ji holê bê rakirin û got ku divê qanûna bingehîn a nû veguhere hevpeymana civakî ku hemû nasnameyên li welat temsil dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Amedê bi taybetî partiyên Kurdistanî; Rêxistinên civaka sivîl, nûnerên baweriyan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hilbijartî hatin gel hev û civîna “Însiyatîfa Yekîtiyê” li dar xistin.

Bi biryara hevpar a delegeyên beşdarî civînê bûne, rêxistina bi navê “Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk” hat îlankirin. Armanca vê înîsiyatîfê ‘pirsgirêka Kurd bi rengekî adîl, wekhev û demokratîk çareserkirin û demokratîkkirina Tirkiyeyê’ ye.

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk armanc dike ku di vê pêvajoya tejî de ji bo civakîbûna aştiyê xebatên girîng bimeşîne.

Serokê Baroya Amedê yê berê Parêzer Nahît Eren ê ku di nava înîsiyatîfê de cih digire, li ser pêvajo, guhertina destûra bingehîn û reformên qanûnî axivî.

Nahît Eren, anî ziman ku piştî biryara PKK’ê ya çekdanînê gel li benda gavên qanûnî yên dewletê ne û got, “Divê hişmendiya rêveberiya zordar û hişk a bi polîtîkayên ewlekariyê hatine avakirin ji holê bê rakirin. Divê qanûna bingehîn a nû veguhere hevpeymana civakî ku hemû nasnameyên li welat temsîl dike.”

‘BANG RASTÎ BERTEKÊN ERÊNÎ HAT’

Eren, behsa însiyatîfa nû ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xebat dimeşîne û pêvajoya aştiyê kir û wiha got, “Pêvajoya ku bi daxuyaniyên Bahçelî destpê kir, nîşan dide ku em ketine serdemeke ku ji ya berê cudatir e.”

Eren, diyar kir ku biryarên di kongreyê de piştî banga Rêber Apo ya ji bo fesîxkirina PKK’ê hate girtin, ji aliyê civakê ve rastî bertekên erênî hatin û got, “Vê rewşê ji bo çareseriya pirsgirêkê dilxweşiya civakî çêkir.”

‘DIVÊ FERASETA EWLEKARIYÊ BIGUHERE’

Eren, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd hê jî bi perspektîfeke ewlekarî tê nirxandin û li şûna wê divê gavên hiqûqî, siyasî û civakî bên avêtin. Eren, diyar kir ku ji bo çareseriya aştiyane nexşerêyek girîng e.

‘DIVÊ POLÎTÎKAYA QEYÛM BI DAWÎ BIBE’

Eren, anî ziman ku divê sîstema qeyûm, ku tê wateya destwerdana li mafê dengdan û hilbijartinê, bê rakirin û bi bîr xist ku li bajarên mezin ên wekî Wan û Mêrdînê hîna jî qeyûm li ser kar in.

‘REFORMA HIQÛQÎ Û MAFÊN KOLEKTÎF’

Eren, da xuyakirin ku divê pergala hiqûqî ya li Tirkiyeyê li ber çavan bê derbaskirin û destnîşan kir ku bi taybetî di derbarê mafên kolektîf de (perwerdeya bi zimanê dayikê, pênaseya hemwelatîbûnê û hwd.) pêwîstî bi sererastkirina rêgezên hiqûqî yên cidî hene.

‘DIVÊ AŞTÎ LI HER DEVERA TIRKIYÊ BÊ DESTEKIRIN’

Eren, da zanîn ku danîna çekan û bidawîkirina şer ne tenê ji bo Kurdan, ji bo rojavayê Tirkiyê jî pêşketineke erênî ye û divê ev pêvajo ji aliyê hemû civakê ve were destekkirin.

ROLA MUXATABAN Û PÊVAJO

Eren, da zanîn ku girîng e aktorên pêvajoya çareseriyê bi rola xwe rabin û got ku pêvajo bi daxuyaniyên Bahçelî re ber bi rêyeke din ve çûye û PKK’ê jî bersiveke zelal daye banga Rêber Apo.

‘DIVÊ RÊVEBERIYA ZORDAR JI HOLÊ BÊ RAKIRIN’

Nahît Eren, di dawiyê de got, “Niha divê gavên nû bên avêtin. Ger çek bêdeng bûn, divê feraseta rêveberiya tund û zordar a ku bi polîtîkayên ewlehiyê ve hatî avakirin, ji holê rabe. Divê di vê derbarê de rêzikên qanûnî bên çêkirin. Divê destûra nû hemû nasnameyan bigire nava xwe. Ji bo guhertina qanûnê divê amadekariyên destpêkê yên pir cidî bên kirin. Divê destûra bingehîn a Tirkiyeyê bibe peymaneke civakî ku hemû reng û nasnameyên vî welatî temsîl bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger hate berdan
Nûçeya Pişt re DYE û Îran wê roja Înê bicivin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kombûna Jinan a Zenûbiya Hêva û Dilawer bi bîr anî

Kombûna Jinan a Zenûbiya Hêva Erebo û Dilawer Erebo bi bîr anî ku di êrîşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Aştiyê li Sineyê Tara Hewramî bibîranîn

Dayikên Aştiyê yên li Sine û derdora wê, serdana malbata Şehîd Tara Hewramî kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbatên Şehîdan guhertina navên dibistanan şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê hewldanên guhertina navên dibistanên ku navê şehîdan li wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?