Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 2 hezar û 33 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Wan, Amed û Colemêrg: Kurdî dive bibe zimanê fermi
Kurdistan

Wan, Amed û Colemêrg: Kurdî dive bibe zimanê fermi

Di çarçoveya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de li Wan, Amed û Colemêrgê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate xwestin ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de çalakî didomin. Di çalakiyên ku li Wan, Colemêrg û Amedê hatin lidarxistin de daxwaza ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê hate ziman. Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) 22 saziyên ku xebatên xwe dikin, daxuyanî û meşek li dar xistin. Bi sedan kesên li Kolana Hunerê hatin cem hev, pankartên bi nivîsa “Statûya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” û “Cejna Zimanê Kurdî piroz be” hildan. Di meşê de pankratên ku daxwaza zimanê kurdî dikin ku bibe zimanê fermî û perwerdehiyê hatin pêşandan.

Ji rêveberên KURDÎGEH’ê Alî Ataman ev daxwaz kir: 

“* Divê di destûra bingehîn û qanûnan de statuya Kurdî bê naskirin.

* Divê perwerdeya Kurdî di her astê de hebe, ji pêşdibistanê heta zanîngehê.

* Divê hemû qedexe û astengiyên qanûnî ku gelê Kurd pê re rû bi rû ne, bên rakirin; divê kurdî di hemû sazî û warên fermî, civakî û rojane de serbest be.

* Navên cihan ên ku veguherandine Tirkî divê werin îadekirin.”

Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gonul Uzunay nerazîbûn nîşanî polîtîkayên asîmîlasyonê da. Berdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Heval Dilbahar jî bang li gel kir û got, “Em xwedî li zimanê Kurdî derkevin.” 

Piştî axaftinan, bi sedan kes bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Zimanê Kurdî” ber bi KURDÎGEH’ê ve meşiyan.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê ya Colemêrg daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya li ber DEM Partiyê de daxwazên bi heman rengî hatin bilindkirin. Hevserokê DEM Partiyê ya Geverê Ercan Sevmez diyar kir ku bi mîlyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in û perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn e. Sevmez wiha got: “Heta ku hemû maf û azadiyên çandî, ziman û nasnameyî ku mafên herî rewa û bingehîn ên gelê Kurd in bi qanûnan werin ewlekirin, wê têkoşîn bidome.” 

Parlamenterê Partiya DEM’ê yê Colemêrg Vezîr Coşkûn Parlak bal kişand ku polîtîkayên asîmîlasyonê bi ser neketine û got, “Li pişt vî zimanî dîrokeke mezin heye. Zimanê me rûmeta me ye.” Parlak destnîşan kir ku di pêvajoya nû de ji bo Kurdî bibe zimanekî fermî divê gav bên avêtin.

AMED

Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li gundê Cobînê ya  navçeya Xana Axparê ya Amedê bi tevlîbûna jin û zarokan bernameyek li dar xist. Di bernameya ku alfabeya kurdî hate hînkirin de nêzî 250 zarok beşdar bûn, stranên kurdî hatin gotin û çalakiyên rengdayînê hatin lidarxistin. Zarokan li gel malbatên xwe bi kêf û şahî govend gerandin. 

Piştî bernameyê bi jinan re civînek hate lidarxistin. Di civînê de bal hat kişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê û tedbîrên divê li hemberî wan bên girtin hatin vegotin. Di dawiyê de Şaredariya Xana Axparê û MED-DER’ê pirtûkên kurdî pêşkêşî zarokan kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bayik-Karayilan: Yekîtiya neteweyî weke erkekî lezgîn li pêşiya me disekine
Nûçeya Pişt re Kongreya Awarte ya 23’yemîn a KNK’ê berdewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

Êzidiyên li Ewropayê wê 10'ê Gulanê li Elmanyayê bi navê 'Şahiya Çanda Êzidxanê' şahiyeke girseyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê: Heta serketinê divê em pêngavê di asta herî bilind de bimeşînin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

Zeynep Cansiz beriya jiyana xwe ji dest bide di hevpeyvîna xwe ya dawî de anîbû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Meksîkayê hişyariya Bagera Simon

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li gorî Trump, Putin dixwaze bi Ûkraynayê re li hev bike, lê Zelenskiy naxwaze!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

SOHR’ê xwest ciwanên 8 sal in ji Efrînê bi kêfî revandine Tirkiyeyê bêne berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?