În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê 7 komxebat hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîdîmê jinên DEM Partiyî bi jinên Elewî re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir di civîna gel de axivî: ‘Êdî em ji bo çareseriyê hêzek in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi çekên giran êrişê dibin ser zozanên Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Parlamenterên Jin ên Kurd biryarên ‘yekîtiya jinan’ û ‘avakirina torên rêxistinê’ girtin
Jin

Parlamenterên Jin ên Kurd biryarên ‘yekîtiya jinan’ û ‘avakirina torên rêxistinê’ girtin

Konferansa 1emîn a Parlamenterên Jin ên Kurd a li Amedê hat lidarxistin bal kişandin ser "Ronesansa Jinan" û biryara, “Avakirina yekîtî û torên rêxistinî yên parlamenterên jin ên Kurd" hat girtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Gulan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hat lidarxistin, bi dawî bû. 

Roja duyemîn li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê berdewam kir. Konferans, piştî atolyeyan encamnameyê hat xwendin. 

EV DESTPÊKEKE DÎROKÎ YE

Encamnameya ji hêla Semra Çaglar Gokalp ve hate xwendin wiha ye: 

“Li erdnigariya Kurdistanê ya ku di navenda şerên global yên kapîtalîst û netew dewlet de yê em wekî jinên Kurd bi hemû perçiqandin û komkujiyan re rû bi rû man. Şerê desthilatdaran li ser jinên Kurd weke qirkirina jinê tê meşandin. Weke jinên ku ti caran ji têkoşîna ziman, çand û nasnameya xwe paş ve gav neavitin, ji bo avakirina jiyaneke nû me berxwedana xwe nîşanî tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê da. 

Dengê têkoşîna jin a ku ji Bakur bilind bû, li Rojava bu modela jiyana nû. Dema ku li Başûr li hemberî qetliamên jinan têkoşîn mezin bu, rêxistbûyina jinan a Şengalê bû bersiv ji kuştina jinan re. Bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinên Kurd di kesayeta Jina Amînî de Rojhilatê gihîşt hemû cîhanê. Îro jinên Kurd li gorî sedsala derbasbuyî de pêngav û rêyên avakirina azadiya xwe bi modelên parastina jinê berfireh kirine. Ji Mîna Qazî bigire heta Leyla Qasim, ji Sakîne Cansız heta Hevrîn Xelefê, di kesayeta wan de em jinên Kurd li her çar aliyê Kurdistanê dîroka serhildan û azadiyê me nîşanî  hemû cîhanê da.  

Ev serdema 21’emîn me wekî Ronesansa jinê hona û nîşanî cihanê da. Li darxistina Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd li Kurdistan û li Rojhilata Navîn de asteke dîrokî de ye. Ji ber ku em jinên Kurd xwedîgiringiyekî dîrokî ne. Serpêhatiyên me yên wekî qetlîam, dîlgirtin û koçkirin, dîroka têkoşîna jinên Kurd a li dijî nijadperestî û parastina olî û zayendperestî li vê erdnigariyê bi têkoşîna jinên Kurd têk çû. Ev konferans di heman demê de nişandana yekîtiyê ye ku bi biryar em ê pêşeroja xwe ya hevpar pêk bînin.

Di konferansê de destkeftiyên me jinan wekî mekanîzmayên xweser û modelên ku me afirandine wê bibe pirek nû a tecrûbeyên yekitiyê. Me bi têkoşîna hevpar a jinên Kurd di siyaseta demokratîk de li ser derfetên guherîn û veguherînê de siyaseta serdest a mêr nîqaş kir. Di avakirinê de weke îrade û hêza jinan a wekhev û azad em ê bi awayek pêşeng rola xwe bilîzin. Hêza guherîn û vegûherînê bi pêşengitiya jinê ya di avakirina civaka demokratîk a bi siyaseta demokratîk de, di têkoşîna li dijî hemû tundiyan desthilatdariya mêr de xwedî roleke girîng e. Ji ber ku jin qadên xwe yên têkoşînê di siyaseta demokratîk de, bi awayekî taybetî di avakirina aştiyê de berfireh dikin, di avakirina aştiya li van xakan de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê jinan.

Li dijî tundiya mêr-dewletê û polîtîkayên qirkirina jinan, têkoşîna ku em jin di qada parlamentoyê de dimeşînin, di parastina jiyana jinan de xwedî roleke sereke ye. Bi qasî ku girtina helwesteke hevpar li dijî qanûnên zayendperest û cudaxwaz girîng e, ewqas jî pêwîst e ku jinên Kurd di qadên parlamentoyê de dengê hevdu bin. Li hemberî êrîşên ku em tê re derbas dibin, wekî qanûna zewaca di temenê biçûk de, pirjinî, tundiya zayendî, qirkirinên siyasî yên li dijî jinan, jinên Êzidî yên bi zorê hatine girtin, sinetkirina jinan, em ê bibin parêzvan û bîra hevdu. Ambargoya ku li ser Şengal û Mexmûrê tê meşandin, herî zêde bandorê li jiyana jinan dike, û em ê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Ji bo rakirina ambargoyê, em ê wekî jinên Kurd têkoşînê mezin bikin. Li dijî zordarî, êşkence û biryarên îdamê yên ku li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî girtiyên jin ên siyasî têne kirin, em ê wekî jinên Kurd li her devera ku lê ne çalakiyan rêxistin bikin û wekî parlamenterên jin ên Kurd têkoşînê wekî erka xwe bibînin. Destkeftiyên me yên qanûnî û civakî  

Em ê destkeftiyên xwe yên wekî Peymana Stenbolê, CEDAW, Belgeyên Şoreşa Jinê ya Rojava, BM 1325, hevserokatî û temsîliyeta wekhev bi rêxistinbûnê biparêzin û ava bikin.

Em wekî Parlamenterên Jinên Kurd bal dikşînin li ser banga birêz Ocalan ya Civaka Demokratîk û Aştiyê. Divê em vê berpirsiyariya û pêşengtiya banga birêz Ocalan bigrin li ser milê xwe û vê pêvajoya aştiyê birêve bibin. Ji ber ku hevgirtiya me yên jinên Kurd yên parlamenter li çar aliyê Kurdistanê dê bibê temînata yekitiya Kurdan û demokratîkbûna civakê. Ev yekitî we bibe hevgirtina peyam û gotinên me. Têkoşîna jinê, bi nasnameyên xwe yên pirreng, beşdarbûnê, ne tenê têkoşînek zayendî ye, lê belê têkoşîna çînî, nasname, bawerî û ekolojiyê jî di nav xwe de dihewîne. Temsîliyeta jinê di siyasete de, hem dikare di aştiya gelan û baweriyan de rolek bilîze, hem jî di avakirina civakeke demokratîk de mekanîzmayên yekgirtî bixebitîne.

LI KURDISTANÊ RONESANSA JINAN

Di vê serdemê de ku derfetên Ronesansa Jinê li Kurdistanê mezin dibin, li dijî xeteran, pergala kapîtalîst a cîhanî ya paşverû, zayendperest û ku şîdetê rewa dike, û her wiha li dijî hemû şerên desthilatdariyên bavikserwer (Mêrserwer), em dikarin bi yekkirina hêza xwe azadiya jinê û wekheviyê pêk bînin. Çawa ku mêrserwerî (baviksalari) bi awayekî yekgirtî û tevayî êrîşî jinan dike, em jin jî dikarin bi têkoşînek jinê ya ku parçebûn û qutbûnê derbas dike û bi rêxistinbûneke bihêz vê pergalê bi ser bixin.

Bi dîtina rastiya gerdûnî ya yekitî û têkoşîna jinan, jin ji herêmî heta rêxistinbûnên konfederal di asta cîhanî de jî hewceyî rêxistinbûna jinan in. Konferansa me wê bi biryareke dîrokî ya ji bo avakirina yekitî û torên rêxistinbûnê yên parlamenterên jin ên Kurd di asteke herêmî, navçeyî û cîhanî de xebatên xwe bimeşîne.”

Piştî xwendina encamnameyê bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şamê li gel şîrketên DYE, Qeter û Tirkiyeyî lihevkirineke 7 milyar dolarî îmze kir
Nûçeya Pişt re Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Jin dê vê pergalê biguherînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li çiyayên Kurdistanê şahiya Newrozê

Gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê Newroz bi coş pîroz kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

Rêber Apo bangeke dîrokî ya nû kir. Banga Rêber Apo di demek nêz de wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkeran birîndarên li nexweşxaneya Minbicê qetil kirin

Li gorî dîmenekî hate weşandin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Nexweşxaneya Minbicê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Çiyayê Dorşînê birîna daran zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?