În, 1 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji KCDK-E’yê banga 1’ê Gulanê: Ji bo aştî, azadî û jiyana bi rûmet li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taksîm dorpêçkirî ye: Gelek rê hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akin: 1’ê Gulanê wê careke din li Taksîmê vegere!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guterres: Pêvajoya aştiyê ya Tirkiye-PKK’ê pêşketineke gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi coşa Newrozê beşdarî 1’ê Gulanê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Rêya ku ti carî şaş nabe, sosyalîzm e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Azadî bi droneyan hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta li Mexmûrê de banga ‘xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin’ hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Pêvajo ji aliyê desthilatdariyê ve di pratîkê de hate rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Peyama KJK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê: Jin azad nebe ked azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin: Li dijî tundiya civakî dema avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA hate damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê jînek hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meksîkayê reforma destûrî ya têkildarî qetilkirina jinan hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Salvegera êrişa li ser Meclîsa Gel a Sinûnê û serketina îradeya gel
Kurdistan

Salvegera êrişa li ser Meclîsa Gel a Sinûnê û serketina îradeya gel

Sê sal berê, Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê ji aliyê sîxurên Parastin û MÎT’ê ve hatibû teqandin. Ev êrîş weke beşek ji planeke berfireh a têkbirina îradeya Rêveberiya Xweser a Şengalê hatibû dîtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di 15’ê Hezîrana 2022’an de, Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê bi du mayinên ku ji aliyê sîxurên PDK’ê ve hatibûn bicihkirin, hat teqandin. Li gorî mikurhatina êrişkarên hatin girtin, plan ew bû ku bi dehan kes şehîd bikevin, îradeya Rêveberiya Xweser a Şengalê were şikandin û gelê Sinûnê li dijî Rêveberiya Xweser rabe. Lê belê, di encama têkoşîna gel de, ev plan têk çûn û îradeya gel bi ser ket.

Di sala 2022’an de, li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê êrîşên berfireh ên leşkerî, siyasî û îstixbaratî çêbûn. Yek ji van êrîşan jî teqandina Meclisa Gel a Sinûnê bû, ku ji aliyê sîxuran ve hatibû kirin. Di 15’ê Hezîrana 2022’an de, du mayinên ku hate ragihandin bi talîmata dezgeha Parastinê û MÎT’ê li Meclisa Gel hatibûn bicihkirin, hatin teqandin. Di encamê de, zarokê bi navê Salih Naso û çalakvanê bi navê Îbrahîm Derwêş şehîd bûn, her wiha şeş kes jî birîndar bûn.

Ev êrîş weke dewamiya pêla êrişan a teqandina wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) û teqandina Meclisa Gel a Xanesorê hate şîrovekirin. Planeke berfireh hatibû amadekirin, ku hikûmeta Kazimî jî bi her awayî hevkarê van êrîşan bû. Beriya vê êrîşê jî, di destpêka meha Gulanê de, artêşa Iraqê êrîşî saziyên Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê yên Şengalê kiribû. Lê ev êrîş bi berxwedana gel bê encam mabû. Piştî ku artêşa Iraqê ji nav bajar vekişiya, vê carê jî bi destê sîxur û xiyanetkaran planeke nû ket meriyetê.

ARMANCA KOMKUJIYÊ Û DAXUYANIYÊN ŞERÊ TAYBET

Di encama teqîna Meclisa Gel a Sinûnê de, du kes şehîd bûn, ku yek ji wan zarok bû, û şeş kes jî birîndar bûn. Lê belê, sîxurên MÎT û PDK’ê yên ku bi Operasyona Tolhildanê ya YBŞ’ê hatin desteserkirin, îtîraf kirin ku hedefa vê êrîşê kuştina bi dehan kesan û derxistina aloziyê di nav civaka Êzidî de bû.

Sîxurê MÎT û PDK’ê Seed Casim, ku şeva 14’ê Hezîranê mayin li Meclisa Gel bicih kiribû, li xwe mikur hatibû û gotibû: “Hedefa vê êrîşê ew bû ku bi dehan kes werin kuştin û gelê Sinûnê li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser rabe.” Ji bo komkujiyeke girseyî çêbibe, yek ji sîxurên din, Selah Berces, hatibû erkdarkirin da ku dema herî qerebalix a meclîsê ragihîne û sîxurê din, Fadil Cemîl Mirad, jî ji dûr ve mayînan biteqîne. Ji bo ev plan pêk were, dewleta Tirk jî balafireke keşfê rakiribû da ku Meclisa Gel a Sinûnê bişopîne.

Piştî teqînê, qonaxa duyemîn a vê planê ji aliyê PDK’ê ve ket meriyetê. Ragihandina şerê taybet a PDK’ê bi weşaneke taybet Meclisa Gel weke baregeha YBŞ’ê nîşan da. “Dijî-Teror”a PDK’ê jî daxuyaniyek belav kir û got, êrîş li dijî baregeha PKK’ê ya li Sinûnê hatiye kirin. Piştî van daxuyaniyan, komên girêdayî PDK’ê yên ku berê hatibûn rêxistinkirin, dest bi liv û tevgerê kirin; li şûna ku biçin alîkariya birîndaran, meclîsa gel û asayîş dorpêç kirin.

Daxuyaniya Heyder Şeşo ya piştî teqînê, weke îtirafa plana qirêj bû. Heyder Şeşo piştî êrîşê yekser ji ragihandineke PDK’ê re axivî û li ser meclîsê wisa axivîbû ku diyar bû, ji vê êrîşê agahdar bûye! Heyder Şeşo bêyî hemdê xwe plana PDK’ê eşkere kiribû û gotibû: “Di êrîşê de bi dehan mirî û birîndar hene. Îro kombûneke wan li meclîsê hebû, yên ne xelkê Şengalê di wê civînê de amade bûn.” Heyder Şeşo her wiha gef li saziyên gel xwaribû da ku dest ji saziyan berdin, ku ew jî qonaxa duyemîn a planê bû. Bi vê daxuyaniyê re hevdem, komên girêdayî PDK’ê dora Meclisa Gel û Asayîşa Êzîdxanê girtin û xwestin asayîş ji Sinûnê derkeve.

ÎRADEYA GEL BI SER KET

Sîxurên PDK’ê îtîraf kiribûn ku dewleta Tirk û PDK’ê sala 2022’an weke sala hilweşandina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê plan kirine. Plana ku bi şehîdxistina Dijwar Feqîr û teqandina Meclisa Gel a Xanesorê dest pê dike, bi êrîşa Meclisa Gel a Sinûnê digihîje lûtkeyê.

Lê belê, Rêveberiya Xweser a Şengalê li gel gelê Şengalê li ber van êrîşan paşve gav ne avêt. Piştî nûkirina meclîsê, di 1’ê Gulana 2023’an de, Meclisa Gel a Sinûnê bi beşdariya gel careke din hate vekirin û dest bi xebatên xwe kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HBDH: Berxwedana 15-16’ê Hezîranê rêya me ronî dike!
Nûçeya Pişt re Nasnameya 2 gerîlayên di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, hate eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komxebata 10’emîn salvegera fermanê ya ‘Edalet û Azadiyê’ destpê kir

Komxebata 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî de hat, bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Çareseriya ji mêtingeriya li Kurdistanê re, paradîgmaya Abdullah Ocalan e

Sezaî Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e. Li dijî vê yekê paradîgmaya demokratîk a…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bila 3’yê Tebaxê ‘Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’ were îlankirin’

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bang kir ku bila 3’yê Tebaxê ‘Li Hemberî Qirkirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Ji Trump gaveke nû: Vekişîna leşkeran ji Îtalya û Spanyayê di rojevê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Rêya ku ti carî şaş nabe, sosyalîzm e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KCDK-E’yê banga 1’ê Gulanê: Ji bo aştî, azadî û jiyana bi rûmet li qadan bin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kampa Azadî bi droneyan hate bombekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?