Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk perspektîfa Rêber Apo ya ji bo kongreya 12’emîn a PKK’ê nirxand.
Hakan Ozturk anî ziman ku gotina ‘Gotin dibe xwedû wicûd’ a di perspektîfa Rêber Apo de hate gotin, nîşan dide ku divê ‘girîngiya gotinê biçûk neyê dîtin’ û got, “Bi gotina ‘Her tişt bi pratîkê nabe’ destnîşan dike ku divê em mejiyê xwe komî ser hev bike. Ev yek gelekî di cih de ye. Ev yek di heman demê de nîqaşeke li nava Marksîzmê jî ronî dike.”
Serokê EHP’ê anî ziman ku teoriyeke şoreşgerÎ nebe pratîka wê jî nabe û bi bîr xist ku Rêber Apo li gel gotina xwe ya ku digot, ‘Hemû qadên pratîkî bi ser qada siyasî ve ye’ tespîta ‘Hemû qad bi ser zanistê ve ye’ lê zêde kiriye.
‘PERSPEKTÎF BERNAMEYEKE TEORÎK DATÎNE HOLÊ’
Ozturk anî ziman ku metna perspektîfê ya Rêber Apo metneke welê ye ku li ser baş fikirî ye, spartiye zanistiyê û nirxandineke bi vî rengî kir: “Bêyî yekîtiyê, bêyî siyasetê, bêyî danheviya teorîk, bêyî gotinê, bêyî giraniya gotinê tenê bi gotina ‘ez diaxivim’ em nikarin bikin. Lewma bi dîtina min destwerdaneke gelekî di cih de ye. Ji xwe rexneyê li kapîtalîzm, endustriyalîzm û netewe dewletê dike. Ji bo van pirsgirêkên ku rexne dike jî li gorî xwe çareseriyekê peyda dike.
Lewma li ser fikirî ye, hewl daye bispêre zanistê; li gel danheviyeke teorîk, siyasetek û bernameyeke polîtîk a girêdayî vê yekê daniye holê. Rexneya min a herî mezin a li hemberî çep a Tirkiyeyê ew e ku xwedî bernameyeke polîtîk nîne… Nêzîkatiya, ‘pêwîstî bi bernameya polîtîk nîne, vaye em diaxivin’ pratîkeke teng e. Ev metna perspektîfê wê derbas dike, lewma girîng e.
Bi dîtina min li gel berfirehkirina qada pirsgirêkê divê mijara çareseriyê jî bê berfirehkirin. Di vê perspektîfa kongreyê de jî ev yek hatiye kirin. Di berfirehiya vê yekê de gelo divê em rewşê berfireh bikin? Divê em bikin, bêguman. Divê em afirîner bin? Bêguman.
‘OCALAN DIBÊJE, DIVÊ AFIRÎNER BIN’
Ocalan dibêje ‘Ez ê vegerim nava xwe, ez ê mijara afirîneriyê binirxînim’. Ya rast di nava çep a Tirkiyeyê de gotineke naskirî heye: ‘Ya rast her tiştê me heye; ardê me heye, rûnê me heye, şekirê me heye lê em nikarin helawê çêbikin’. Ev yek di gelek mijaran de derbasdar nîne, ji ber ku bi giranî zêde ardê me nîne. Bi dîtina min ji bo tevgera Kurd ev pênase tam derbasdar e: Ji ber ku ard heye, rûn heye, şekir heye. Abdullah Ocalan jî dixwaze bibêje, bila helaw bê çêkirin; em hewl bidin helawê çêbikin. Ji bo vê jî pêwîstî bi afirîneriyê heye.
Her carê balê dikişîne ser afirîneriyê. Zanîstî jî afirîneriyê ferz dike; siyaset jî afirîneriyê ferz dike. Li tevahiya cîhanê mijarek heye. Dibêje, ‘Li hemberî Îsraîl a ji pênc, deh milyon mirovî, civaka Îslamê ya ji 300 milyonî nikare hilmê werbigire, bêhn lê çikiya ye’. Di vir de çi tê destnîşankirin? Zanistî tê destnîşankirin. Piştî ku Gazalî nîqaş kir, vê dibêje. Piştî ku Gazalî nîqaş kir, dipirse, gelo em ketine ser rêyeke baş? Eger em ketibûna ser rêyeke baş, hingî rewşa civaka Îslamê li pêşberî Îsraîl a ji pênc, deh milyon mirovî wê ne bi vî rengî bûya. Ev tespît biçûk e? Bi dîtina min na!”
‘METNA PERSPEKTÎFÊ PÊNASEYEKE AŞTIYÊ YA RASTEQÎN DIKE’
Ozturk anî ziman ku Ocalan di metna perspektîfê de pênaseyeke nû ji bo aştiyê dike, pênaseya aştiyeke rasteqîn dike û got, “Bi dîtina min tevgera Kurd wê pêvajoya ji niha û pê ve erênî pêşwazî bike. Li gorî min, Ocalan di vê metnê de nûbûnekê dike; nêzîkatiyeke aştiyê ya rasteqîn dike. Dibêje, ‘Şerkirin bûyereke hêsan nîne; berpirsyariya aştiyê jî divê ji aliyê wan kes û hêzan ve bê hilgirtin ku ew zehmetî kişandine’. Lewma xwedî nêzîkatiyeke aştiyê ya rasteqîn e. Ez alîgirê vê yekê me.
Ocalan her wiha dibêje, ‘Bi aktorên sêyemîn re ev mesele çareser nabe’. Dibêje, ‘Yên ku canê wan şewitîne divê li hev rûnên û vê meseleyê çareser bikin, bi vê berpirsyariyê rabin’. Her wiha dibêje, ‘Dibe ku nêta xwe cuda be’. Ev yek jî nêrîneke rasteqîn e. Yên ku eleqeya xwe bi pêleke polîtîk a sosyalîst re nîne, ma dibe ku nêta xwe weke hev be? Nabe. Ev jî kêliya rûniştina li dora maseyê ye.
Bi gotina ‘Yên ku şer kirine divê rûnên’ nêzîkatiyeke rasteqîn nîşan dide. Ev yek ji bo ronîkirina nêzîkatiya ‘nêta xwe baş e, yan nebaş e’ girîng e.”