Duşem, 18 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şehîdên meha Gulanê li Mîçurinskê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Totonac ê Meksîkayê bang li Konseya Ewropayê kir: Azadiya Ocalan misoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo meseleya Kurd statu û garantiya qanûnî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Yilmaz: Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li zanîngehan bi rêya êrişên faşîst, têkoşîna sosyalîst hedef tê girtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hakî Karer: Navê hevrêtiya destpêkê û têkoşîna azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -II-
Kurdistan

Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -II-

Leyla Kaplan (Rewşen) ku da ser xeta çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan, di 25'ê Cotmeha 1996'an de li Edeneyê bi çalakiya fedaî ya li hemberî Midûriyeta Hêzên Taybet baweriya xwe ya bi azadiyê nîşan da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Têkoşînên azadiyê bi kêliyên destanî tijî ne ku nuqteyên werçerxê yên dîrokê diyar dikin. Wêrekî û fedakarî dibin agirê ku îradeya gelekî bilind dike. Mîrateya Zîlan weke sembola vî ruhî li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd deng veda. Ji Zapê heta bi Rojava hêviya agirê berxwedanê ronî kir. Leyla Kaplan ku ser ser şopa şehîd Zîlan, 25’ê Cotmeha 1996’an li Edeneyê li hemberî Midûriyeta Hêzên Taybet çalakiya fedaî kir û li dora Rêber Apo bû xelekek ji agir.

Leyla Kaplan bi nasnav Rewşen sala 1979’an li Edeneyê ji dayik bû. Dayika wê ji Mêrdînê koç kiribû. Dibistana seretayî qedand, lê belê ji ber bêçaretiya aboriyê şensê wê yê dewamkirina xwendinê nebû. Li gel vê yekê jî agirê hînbûnê yê di dilê wê de netefiya; bi hewldana xwe, xwe perwerde kir. Li hemberî neheqiyê bû xwedî ruhekî serhildêr, bi dilekî berpirsyarane li derdora xwe nihêrî. Jiyana şehîd Leyla bû destaneke fedakariyê ji têkoşîna azadiyê ya Kurd re. Di 25’ê Cotmeha 1996’an de li Edeneyê bi çalakiya fedaî weke meşaleya geş a berxwedanê derbasî nava rûpelên dîrokê bû.

SALÊN ZAROKATIYÊ

Şehîd Leyla li Edeneyê li nava malbateke welatparêz mezin bû, lê belê malbata wê nasnameya xwe ya Kurdîtiyê li nava dîwarên beton ên metropolan jî ji bîr nekir. Zincîrên ku civaka feodal li jinan ferz dikir hîs kir, zextên delweta Tirk ên li hemberî gelê Kurd ji kûrahî ve hîs kir.

Kolanên Edeneyê şehîd Leyla gihand berxwedana li Kurdistanê. Li bajêr serhildan bilind bûn, meş û xwepêşandan geş bûn. Vê pêlê di dilê Leyla de çirûskek pê xist. Rehê welatparêziyê yê malbata wê û daxwaza wê ya belavbûna li cîhanê ew xist nava vî agirî. Şehîd Leyla Kaplan di rapora xwe ya ji bo çalakiya fedaî de gotibû, ‘Mirovek li pêşberî bûyerên li Kurdistanê xemsar be, ya ji aqil bêpar e, yan jî bi temamî ruh, hişmendiya xwe ko bûye, mirovahî ji dest çûye, bûye sîxurek, hevkarek. Mİrovek ku mirovahî ji dest nedabe, wê teqez van bibîne û ya ji dest bê bike’.

TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN TÊKOŞÎNÊ

Beşdarî serhildanan bû, berxwedan nas kir. Xwest tevlî bibe, lê belê ji ber ku temenê wê biçûk bû ew tevlî gerîla nekirin, lê belê ew nesekinî, ji bo têkoşînê ya ji dest hat, kir. Bêedaletî, newekhevî û zilma sîstemê bi çavên xwe dît. Sala 1995’an têkiliyek danî, tevlî nava refên gerîla bû. Li nava refên gerîla şahidî ji êrîşên bê eman ên dijmin re kir, lê belê bû heyranê ruhê afirîner ê berxwedanê.

SONDA LI SER ŞOPA ZÎLAN

Şehîd Rewşen digot, “Zehmetiyên salên 1995-96’an, êrîşên giran ên dijmin bi min re hêrseke mezin afirand. Dijmin nikarîbû tehemûl bike ku li gel ewqasî şert û mercên zehmet em şer dikin û zehmetiyan ji pêşiya xwe radikin. Dijmin weke ku di kulmek avê de bifetisîne bi her cûreyî êrîş dikir. Min li nava refên gerîla dît ku gerîla ewqasî afirîner û berxwedêr e. Li gel vê yekê jî hinek hebûn ku bi neyînî bi bandor dibûn, tevlî gerîla dibûn, lê bê biryar dibûn. Ev yek dibû sedem ku li hemberî wan bi hêrs bibim. Min her tim ji xwe re digot: Çi dibe bila bibe ez ê paşve gavê neavêjim.” Şehîd Rewşen biryardariya xwe ya ji bo çalakiya fedaî jî bi vî rengî dianî ziman: “Min hevrê Zeynep Kinaci nas dikir ku li eyaleta me ev çalakî kir. Vê çalakiyê bandoreke mezin li min kir. Bû xwedî roleke mezin ku ez jî biryarê li ser çalakiyeke bi vî rengî werbigirim. Rêya hevala Zeynep gelekî bi şeref bû, rêya dilsoziya bi partiyê re bû.

Ez jî gihîştim wê biryarê ku berpirsyariya xwe ya li pêşberî partiyê bi rengê herî mezin bi cih bînim. Ji bilî mirina bi şerkirinê min rêyeke din ti carî qebûl nekir. Min ti carî qebûl nekir ku vala bimirim. Me hêrsa xwe ya li hemberî dijmin, hezkirina xwe ya ji partiyê bi çalakiyên esîl ên hevrê Zekiye, Bêrîvan, Ronahî û Zîlan nîşan da û em ê nîşan bidin. Ti hêz nikare me ji vî ruhî, ji vê baweriyê û mafdariyê dûr bixîne.”

Şehîd Rewşen di rapora xwe ya li ser çalakiya fedaî de dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi vî rengî dianî ziman: “Serokê min! Ez ji her tiştî bêhtir ji we hez dikim. Ji niha ve jiyana bedew dibînim ku bi çalakiya xwe tacîdar bikim. Daxwaza min a bingehîn a ji partiyê ewlehiya Serokê me ye. (…) Her ku em xwe dibînin, dilsoziya me ya bi we re zêde dibe, ji ber ku yê ku em afirand û dide jiyîn hebûna we ye. Weke keçeke Kurd ji dil silavên xwe ji Serokê me re dişînim, dixwazim dilsoziya xwe ya pê re bînim ziman. Ez bi vê çalakiya xwe sozê didim Serokê me, gel, şehîdên şoreşê, hevrêyên li çiyê û zindanan li ber xwe didin.”

Rêber Apo piştî çalakiya şehîd Rewşen ev nirxandin kir: “Nirxên pîroz in! Divê mirov zanibin ku dilsozê wan bin. Weke Leyla bi sedan nirxên me yên lehengiyê hene. Ez bi xwe jî xwe weke pratîkvanê fêhmkirina wan, weke xizmetkarekî wan dibînim. Wezîfeya ku ez hêjayî xwe dibînim ev e. Li pêşberî mezinahiya çalakiya wan ez bi xwe zehmetiyê dikişînim. Yên ku li ser rêya xwedayî ne, yên ku li gorî pîvanên mezin bi bûyereke balkêş bersivê didin, dikarin bi vî rengî bikin. Bêguman rewşa min cuda ye, ez divê wan mayinde bikim, daîmî bikim, mezin bikim û bigihînim serketinê. Xizmetkarî tenê bi vî rengî dikare bi wate bibe, ji bilî vê nepêkan e.”

MÎRATEYA WÊ: JIN A AZAD, KURDISTAN A AZAD

Şehîd Rewşen weke jineke Kurd a dilxwaza azadiyê hate bîranîn. Qîmetê ku Rêber Apo dida jinê bû ronahî ji têkoşîna wê re. Got, ‘Rêya azadiyê ya ku Serokê me danî ber jinan, ez bi rûmet kir’. Bi çalakiya xwe rê nîşanî têkoşerên azadiya Kurdistanê û nasnameya azad a jinê da. Bi wêrekî, fedakarî û welatparêziya xwe bû sembolek. Çîroka wê weke jineke ku serî li ber zextê netewand, nasnameya xwe parast û ji bo azadiyê her cûre berdêl da ber çavên xwe, deng vedide; li çiyê, kolanan û di dilê mirovan de tê bîranîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Besê Hozat: Em dikarin nehêlin ku pêvajo li ber destê desthilatdariyê bibe amûrek
Nûçeya Pişt re YJK-S’ê ji bo Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bang kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi girseyî serdana şîna şehîd Serhat Korkmaz hat kirin

Bi girseyî serdana sersaxiya gerîlayê HPG’ê Serhat Korkmaz (Çiyager Amed) ku di Nîsana 2024’an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan li Newroza Êlihê ye: Xelkê Êlihê wê bersiveke baş bide wan

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di şahiya Newrozê ya li Êlihê de axivî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?