Di wê şefaqê de qet roj êdî hilnehat, tenê lehiyek û hilmek difûriya ew jî xwîn bû. li her derê û li ser her erdî giyanekî razayî ku serî ji canê wî hatiye birîn hebû. Li wir zarokek, li wir dergûşek di dergûşa xwe de, li wir jinek, li wî alî din jî mêreke ku ew jî heta hetayê razayî ne û canê wan û serê wan ji hev hatine cudakirin, hene.
Di wê şefaqê de ji xeynî hawaran ti tiştên din tune bûn, hawara dayîkan ezman jî diqelişand, tenê di wê demê de giyan ber bi jor ve ber bi asoyekî ve diçûn. Di wir de bi sedan giyan koç kirin. Ew ne şefaqeke ji rêzê bû, ew tolhildana têkçûna wan bû. Li ser her dîwarekî û li rûyê her kevirekî, li her kolan û taxekê, dilopek xwîn hebû û ew jî qala wê hovîtiyê dikir û qala wan rojên reştar dikirin, li ser wî dîwarê xirabe û li ser wî bilokê şikestî jî çîrokeke evînê, bextewariyê û çîrokeke xatirxwestinê hatiye nivîsandin.
Berxwedaniya Kobanê ya ku 134 rojan dom kir, bi serkeftinê tacîdar bû. Dewleta Tirk û çeteyên wê DAÎŞ xwestin tola têkçûna xwe bi vê şêwazê hilîn in, lê niha jî gel bi ser ketiye û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAÎŞ jî têk çûye.
Di nava bi hezaran ji çîrokên komkujiya Kobanê û Berxbotanê de, çîroka eşq û evîna Rodî û Perwînê, di gel wan bi qasî 11 kes ji wê malbatê şehîd bûn. Ew jî di wê şefaqa bêbext de xatirê heta hetayê xwestin û li pey xwe tenê xeyal û hêvî hîştin.
Yek ji destanên nûjen ên Kurdan evîna Rodî û Perwînê ya 20 rojane, eşqa wan tenê 20 rojan bi hev re dewam kir. Piştî rizgarkirina Kobanê, di nava wan kavilên xerab de, daweta du hezkiriyên ku bi salan evîna wan dirêj bû, lê dida, dengê lêdana dahola wan li bajarê xirabe deng dida. Piştî bîst rojan ji zewaca wan, êrîş pêk tê, Rodî carekê dema ku dixwaze derkeve bizanibe ka çi bûye, dema digihije ber derî çete guleyan ber bi wî ve davêjin û Rodî dikeve. Perwîn jî ber bi Rodî ve dibeze, serê Rodî radike û datîne ser çokên xwe, di wê kêliya xatirxwestinê de, çeteyên DAÎŞ dikevin hundir û guleyan li Perwînê jî direşînin û herdû jî li ser wê axa sar koça heta hetayê dikin.
Di odeya wan de ku xeyalê wan avakirineke pirtûkxaneyekê bû, bi sedan pirtûk li cihê wan hatine danîn û li wir nivîsîne ‘Xewnên me jiyan bikin û ji jiyanê hez bikin’.
Birayê Rodî û ji malbata 11 şehîdan, Ednan Hesen wiha qala wê rojê kir: “Piştî serkeftina berxwedana Kobanê û girêdana gel bi axa wan, çeteyan dixwest bi vê şêwazê êrîşê wan ji axên pêşiyên wan koçber bikin. Bûyer û komkujiyên bi vî rengî gelek zehmetin û nayên jibîrkirin, ji aliyê hestwariyê ve jî nayên derbaskirin û nayên pênasekirin. Qurbaniyên ku ji komkujiyê xilas bûne jî nikarin qala wê rojê bi giştî bikin, ji ber ku nizanin qala kîjan bûyer û kîjan kesî bikin. Malbata min jî di komkujiyê de şehîd bûn, dema ku tu destpêkê bi çavên xwe cenazeyên malbata xwe dibînî mirov şaş dibe, nizane ka li ser kê bigrî an jî xwe bavêje kê.
Dema ku komkujî pêk tê dîsa ew bûyerên di wê komkujiyê de qewimîne tê bîra mirov, herî dawî dema ku dewleta Tirk a dagirker malbatek li gundê Berxbotanê bi riya balafiran bombebaran kir û di encamê de tenê keça wan a biçûk Narîn ma, careke din di mejiyê min de ew bûyerên wê rojê hatin bîra min. Wê demê min nivîsand û min got ev xwişk û birayê min di êşê de ne. Ew keçika ku tenê ji yek malbatê ma û endamên malbatê bi giştî şehîd bûn. Mîna wê, ez û du xwişkên xwe tenê ji komkujiyê rizgar bûn û hemû endamên din ên malbatê şehîd bûn. Diya min, du birayên min, xwişka min, apê min, du pismamên min…
Dema em dibêjin şehîd namirin, ew e ku em wan her bi bîr bînin. Rodî û Perwîn her du mamosteyên zimanê Kurdî bûn û xwedî wê xeyalê bûn ku asta ziman bighînin lûtkeyê. Dema Rodî li Stenbolê, li zanîngeha wir ziman û wêjeya Kurdî xwend, di heman demê de jî Perwîn li kampa koçberan a li Bakurê Kurdistanê jî zarok fêrî ziman dikirin.
Piştî zewaca wan a 20 rojan jî herdu evîndar şehîd ketin. Lê me jî xwest her ew xeyalên wan di nava me de zindî bibe. Ji bo wê jî piştî ku komkujî pêk hat û ew mala ku têde zewicîn, me kir pirtûkxaneya Rodî û Perwînê. Di pirtûkxaneyê de gelek berhem hatin nivîsandin, yek jê çirûskek ji berxwedaniya Kobanê û gelek hevalên Rodî û Perwîn çîrokên berxwedaniya Kobanê nivîsandin. Zîlan Hemo û Aras Hiso jî berhemenên nivîsên Rodî û Perwîn berhev kirin û kirin pirtûkek. Dema ku Navê Rodî û Perwînê tê gotin berhemên wêjeyî tê bîra mirov. Çawa wan bi xeyalên xwe di warê ziman û wêjeya Kurdî de ji vê xebatê hez kirin, wan gotiye, ‘Xewnên me jiyan bikin û ji jiyanê hez bikin’.
Dayîka şehîd Meryem Hemê, Birayê min Ehmed Hesen û hevjîna wî Rîhana Hemo, Rodî Hesen û Perwîn Hemo, Gulistan Hesen, apê min Mistefa Hemo, pismamê min, Osman Şêxo û Ehmed Şêxo, bûka lawê apê min newroz bi giştî 11 kes di vê malbatê de şehîd ketin.”