Bi germbûna hewayê re koçeran berê xwe dan zozanan. Koçerî ku kevneşopî û çavkaniyeke debarê ye, li gel zehmetiyên aborî û qedexeya çûyîna zozanan li gelek bajarên Kurdistanê dewam dike.
Koçer ku destpêka mehên biharê diçin zozanan, konên xwe vedidin û heta payîzê li zozanan dimînin, li gel gelek zor û zehmetiyan li ber xwe didin. Koçerên ku ji ber krîza aboriyê nikarin qezencekê bikin û tenê ji bo pêwîstiyên xwe dixebitin, qala vê rewşê dikin: “Ji bilî vê karekî me yê din nîne; em dest jê berdin em birçî dimînin, dest jê bernedin jî rewşa me bi heman rengî ye!”
KED HEYE, BERSIVA WÊ NÎNE
Koçerên li navçeya Qovançiyan a Xarpêrtê, her havînê berê xwe didin zozanên li çiyayên Çewlîgê. Koçer ku bi heywanên xwe re diçin zozanan, kon vedidin û li zozanan bi cih dibin.
Koçer li gel vedana kon her wiha tenûr û ocaxan jî li qadên xwe çêdikin, hemû pêwîstiyên xwe ji van peyda dikin. Ava vewarinê ji kaniyên li quntara çiyê werdigirin, li gel zarokên xwe hem di serma hem jî di germê de neçar dimînin ku bixebitin.
Barê herî giran ê vê zehmetiyê jî li ser pişta jinan e. Jin berbanga sibehê radibin, heywanên xwe didoşin, piştre jî nan lê dixin, kincan dişon û neçar dimînin ku tevahiya rojê li ser piyan bin.
Jin dibêjin ew nikarin bersiva keda xwe werbigirin û dixwazin şert û mercên wan ên jiyanê bêne başkirin.
ZIWATIYÊ JÎ BANDOR LI ZOZANAN KIR
Jiyana li zozanan ku meha Gulanê destpê dike, meha Îlonê bi dawî dibe. Lê belê ji ber pirsgirêkên aboriyê yên salên dawî û qedexeya çûyîna zozanan ev pîşeyê qedîm hîn bêhtir zor û zehmet dibe.
Ji koçeran Sema Polat anî ziman ku jiyana koçeriyê li nava malbata wan nifş bi nifş dewam dike û got, “Zozan û sewalên me yekane çavkaniya me ya debarê ne. Zivistanê em li malê ne, havînê jî li zozanan bi heywanên xwe re ne. Lê belê ji ber germê em konên xwe êdî li qadên bilind vedigirin. Berê heywanên me bi meşê dihatin, lê belê niha ji ber qedexeyên dewletê em neçar dimînin ku wan bi wesayitan bînin û nîvê pereyê me li benzînê diçe.”
BAR HEMÛ LI SER MILÊ JINAN E
Li zozanan barê jiyanê hemû li ser milê jinan e. Sema Polat anî ziman ku roj ji bo wê saet di 5’an de destpê dike û got, “Ji doşandina heywanan heta bi lêxistina nên, ji şuştina kincan heta bi xwedîkirina zarokan her tişt karê jinê ye. Elektrîk nîne, rê nayê çêkirin; em hewl didin her tiştî bi derfetên xwe bikin. Lê belê ev zor û zehmetî êdî gelekî giran bûne.”
‘BUHAYÊ ÊM ZÊDE BÛ, YÊ HEYWÊN KÊM BÛ’
Sema Polat diyar kir ku buhayê êm zêde bûye, yê heywên jî kêm bûye, lewma hatineya wan têra lêçûna wan nake û got, wateyeke zozanvaniyê êdî nemaye. Sema Polat got, “Berê buhayê heywanan baş bû, êm erzan bû. Niha rewş berevajî bûye. Heqê şorbeyê, lêçûnên êm; bi kurtasî tiştek ji me re namîne. Êdî wateyeke vê çandê nemaye.”
‘ÇAVKANIYEKE ME YA DIN A DEBARÊ NÎNE’
Ji koçeran Mûhteber Ûçûk jî bal kişand ser ziwatiya li zozanan û bi van gotinan bal kişand ser bêçaretiyê: “Ji ber ku baran nabare giha jî nîne. Mihiyên me erzan in, êm biha ye. Em çi bikin jî nikarin encameke baş werbigirin. Em bixwazin dest ji vî karî berdin jî şensê me yê debarê nîne. Em sê mehan li çiyê, sê mehan li deştê dixebitin, lê belê qezenca me têrê nake. Ne dikarin mafê xwe werbigirin ne jî piştgiriyekê dibînin. Bi her awayî em birçî û westiyayî dimînin.”