Yekşem, 6 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Em Tevgera Komara Demokratîk didin destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Di asta nû de siyaset bi amûrên berê nayê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG û DFG: Di dema pêş de wezîfeya me ew e ku bibe dengê civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev rê ne tenê ya ODTU’yê, her wiha Enqereyê bi temamî eleqedar dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Avci: Dema ku dibêje ‘Divê bê kirin’ êdî qediya ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Korûcû: Aştî daxwaza her beşa civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sinê di encama teqîna tankerekê petrolê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê banga pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê kelpîçên betonî li dijî sîlueta dîrokî û çanda cîrantiyê bilind dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê şehadeta şervanê enternasyonalîst ê Fransî Zinar Koçer ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Kovara HUNER’ê dest bi weşanê kir
Çand û Hûner

Kovara HUNER’ê dest bi weşanê kir

Kovara HUNER’ê dest bi weşanê kir. HUNER a ku ji aliyê TEV-ÇAND Ewropa ve hatî derxistin, wê sê mehan carekê bi Kurdî bê weşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

TEV-ÇAND Ewropa bi navê ‘HUNER’ kovareke nû derxist. Hejmara yekem 76 rûpel e. Huner koverek çand, huner û wêjeyê ye û dê sê mehan carekê derbikeve. Dirûşmeya sereke ya kovara jî ev e: “Çand nasnameya mirov e.”

Ev gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manşeta kovara HUNER jî cih digire: “Av heye, lê ti zindiyek nikare wekî mirovan keştiyan çêbike. Kevir heye, lê xaniyên ji keviran nîne. Mîh û bizin hene, lê mast nîne. Hirî heye, lê cil û berg nîne. Xweşikbûn heye, lê peyker û wêne nîne. Van hemûyan mirov çêdike. Ji ber vê yekê ji tiştên kû mirov çêkirî re em dibêjin çand. Balkêşiya karekî asta wê ya çandî nîşan dide.”

Kovar ji analîz, danasîn, lêkolîn û hevpeyvînan pêk tê. Nivîsên Alî Haydar Kaytan, Mehmet Bayrak, Xelîl Xemgîn, Fehim Işik, Hozan Şemdîn hatine weşandin. Mînak Kaytan di nivîsa xwe ya bi navê “Çanda Civakî û Pîroziyên Wê” de analîzek dike. Bayrak dinivîse ku mirov “Portreyên Kurdî di Arşîva Osmanî de” li ku bibîne.

Lêkolîna Fehîm Işik jî balê dikişîne. Işik alimên Medreseya Axtepeyê û pirtûkên wan dide nasîn. Wek mînak li ser Şêx Mihemed Can wiha dibêje: “Li ser Leyla û Mecnûn bi edebiyata Erebî, Farisî û Osmanî gelek pirtûk hatine nivîsandin. Di hemû pirtûkan de Mecnûn li Leylayê digere. Di berhema Şêx Mihemed Can -ku bi Kurdî ye- de Leyla li pey Mecnûn digere. Li gorî wêjeyê nezîkiyek orjînal e.”

Di kovarê de xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî tê vegotin û cih dide hemû pirtûkên ku heta îro çap kirine.

Hevpeyvîna Hozan Şemdîn jî balkêş e. Di hevpeyvînê de di muzîka Kurdî de stranên li ser ajalan tên vegotin. Hozan Şemdîn yek ji rûspiyên muzîka Kurdî ye. Ew di vê mijarê de gelek mînakan dide û nirxandinên girîng dike.

Li seranserê kovarê şehîdên hunerê tên bîranîn. Wek mînak di nivîsa bi navê “Şehîdên Sînemaya Kurd” de, derhênerên şehîd, wek mînak Halîl Dag hatine vegotin. Dengbêj Bermal Çem jî hunermendê şehîd Devrîm Dîlok dide nasîn. Berga paşîn a kovarê jî wêneyekî taybet e… Li wêneyê Hozan Mizgîn û Hozan Sefkan di destpêka salên 80’î de bi hev re li ser dikê stranan dibêjin. Her wiha Xelîl Xemgîn 30 stran li ser şehîdan nivîsandin an jî muzîka wan çêkirin. Di kovarê de lîsteya van stranan jî hatin nivîsandin.

Kovara Hunerê ev sê pirtûkên ku nû çap bûne jî nirxandiye: “Tevna Evînê” (Ayhan Demir), “Birayên Baran” (Alî Baran) û “Hunera 55 Salan Dilovan” (Hemîd Ûrmiye).

Navên hin gotarên din ên di kovarê de hatine weşandin wiha ne:

Wergerên Berhemên Rêber Apo, Şerê Zê û Huner, Portreya Mihemed Mamlê, Wênesazê Şoreşê: Sînan Hezer, Ameleya Şoreşê, Di Şikandina Dorpêça Faşîzmê de Hinek Tecrûbeyên Ji Dîroka Nêzîk.

‘EM Ê XEBATÊN ÇANDÎ Û HUNERÎ YÊN ŞOREŞA KURDISTANÊ BELGE BIKIN’

Kovar li Ewropayê derdikeve. Edîtorên kovarê ev daxuyanî dan:

“Di vê serdemê de parvekirina agahîyên lezgîn populer e. Lê wek kovar em ê nekevin wan kanalan. Armanca me ya sereke ew e: Em ê xebatên çandî û hunerî yên şoreşa Kurdistanê belge bikin. 45 sal in di warê muzîk, govend, şano, sînema û wênesaziyê de xebatên bêhempa hatine kirin. Ji van pênc dîsîplînan bêhejmar şehîdên me hene ku ji bo Kurdistanê canê xwe feda kirine. Kovara Huner dê şehîdên me û xebatên wan ên hunerî bi belge bike. Ew ê karê ku hatiye kirin rave û şîrove bike. Heger rexne jî hebin, wê bi analîzan îfade bike. Rêya me ji aliyê Rêber Apo û şehîdên me ve tê ronîkirin. HUNER wê ne tenê kovar be. Her wiha dê pirtûkan jî amade bike û çap bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Di her tabloyekê peyamek cuda hate dayin’
Nûçeya Pişt re Filmê muzîkal ‘Stranên Keziya Sor’ tê pêşandan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bakur meşên 1’ê Îlonê: Divê şert û mercên xebata azad ên Rêber Apo bên misogerkirin

Li Şirnex, Sêrt, Xarpêt û Mêrdînê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên ku Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin: Rêber Apo xeta me ya sor e

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ku Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin wiha gotin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Di hilbijartinên Hollandayê de partiya lîberal bi ser ket

Di hilbijartinên giştî yên Hollandayê de, Partiya D66 a li ser xeta lîberal a navendî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Nepalê di roja 11’an a karesata lehiyê de xebatên lêgerînê didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Em Tevgera Komara Demokratîk didin destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dibistanan destpê kir: Xwendekaran biryara Wezareta Perwerdeyê red kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?