Pêşnûmeya qanûna torba ya ku qadên enerjî û kanan, birêkûpêk dike, cihê zeytûnan ji bo kiryarên kanan vedike, di 19’ê Tîrmehê de li Kurula Giştî ya Meclîsê hat pejirandin.
Tevî hemû nerazîbûnên muxalefetê jî, ev zagon hat pejirandin û ji ber ku berjewendiyê şirketên enerjî û kanan diparêze, ji aliyê gundî û çalakvanên ekolojiyê yên ku dixwazin qadên jiyanê biparêzin ve hate şermazerkirin.
Pêşnûmeya qanûna torbayê, ku di Kurula Giştî de bûbû sedema nîqaşan, tevî hemû nerazîbûnan jî hat pejirandin. Ev qanûn, li Tirkiye û Kurdistanê gelek qadên jiyanê û xwezayê ji şirketên madenê re peşkeş dike.
DESTÛRÊN AWARTE LI SEROKOMARÎ HATE DAYÎN
Qanûn, Rapora Bandora Jîngehê (ÇED) betal dike û destûrên awarte dide serokomarî.
Ev qanûn, ku erkdarkirinên girîng ji bo dabeşkirina hin madenan wekî “stratejîk” an “krîtîk” dihewîne, rê li ber dagirkirina lezgîn a dewletê ji bo van vedike. Kîjan maden “krîtîk” bêne hesibandin, bi nêrîna hevpar a Wezaretê Parastina Mîlî û Pîşesazî û Bazirganiyê tê diyarkirin.
Ger saziyên giştî di nav sê mehan de derbarê pêvajoya ÇED’ê de nêrîn nedin, dê projeyên ji bo çalakiyên madenê li zeytûnan “destûr hatiye dayîn” bê hesibandin. Heger daxwaz were kirin wê mehek din jî wext bê dayîn.
Wekî madeyek ku rapora ÇED’ê bêbandor bike, ji bo Gerînêndeya Karên Maden û Petrolê (MAPEG) 24 meh destûrê bêberdêl tê dayîn. Ger di van qadê daristanan de destûr hatibe girtin, di pêvajoya ÇED’ê de nêrînek din naye girtin.
Derfetek din a ku ji serokomariyê re hatiye dayîn ev e ku di rewşa nakokiyê di navbera saziyên giştî de, biryara dawî ji aliyê komekê ku di bin banê cigîrê seokomar ve tê dayîn û ji aliyê kurulekî ku wezîrên eleqedar were dayîn.
TEVÎ GILÎ Û BIRYARÊN DADGEHÊ JÎ FALIYET DIDOMIN
Tenê di dema dawî de, maden û projeyê HES’ên ku li Kurdistanê têne kirin, bi vê qanûnê wê lez bigire. Dema ku rê li ber sermayeya enerjî û madenê tê vekirin, xweza wê ji rantê re bê peşkeş kirin.
Tirkiye, tevî ku beşdarî Peymana Ewropayê ya ji bo Parastina Jiyana Kovî û Qadên Jiyana Xwezayî (Peymana Bernê) û Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Cûrbecûrbûna Biyolojîk e jî, soz daye ku cûreyên fauna û florayê yên di bin xetereyê de û yên taybetî ji bo cografyaya herêmî biparêze, lê li van qadan an kiryarên madenê tên kirin an jî bendav tên çêkirin.
Li navçeya Pasûr a Amedê, li Zozana Hesendînê, ku bi kiryarên zêde di rojevê de ye, Şîrketa Kulp Madencilik û Dış Ticaret Anonim Şirketi, tevî ku rapora ÇED’ê tune ye jî, kiryarên xwe didomîne.
Şîrket, ku 17 sal in kiryarên lêgerîna madenê dike, bi awayekî derzagonî raporek wek, “ÇED ne pêwîste” standiye û li Hesendînê dest bi lêgerîna madenê kiriye. Li ser vê yekê, Komîsyona Hawirdor û Hiqûqa Bajêr a Baroya Amedê, li Dadgeha Îdareyê ya Duyemîn a Amedê doz vekiriye.
Dadgehê rapora ÇED’ê ji Wezareta Hawirdor, Bajêrvanî û Guherîna Avhewayê xwest, û bi vî awayî derket holê ku rapor di sala 2020’an de bi lehiyê wenda bûye. Tevî ku rapora ÇED’ê tune ye jî, li herêmê falîyetên madenê berdewam dikin.
Her wiha li navçeya Licê ya Amedê, ji bo gundê Mizakê, di sala 2020’an de raporek “ÇED ne pêwîste” hate dayîn. Tevî ku qada rûxsatê ya projeyê nêzî 700 hektar e, qada çalakiyê 24,87 hektar hat nîşandan û ji ÇED’ê hat betalkirin. Li herêmê bi hezaran dar hatin birîn.
Di encama doza ku ji aliyê Baroya Amedê, Komeleya Ekolojiyê û niştecihên gund ve hat vekirin, Dadgeha Îdareyê ya Çaremîn a Diyarbekirê, ji bo gundê Cixsê yê Pasûrê û gundê Mizakê yê Licê biryara keşfê ji bo tehrîbata ekolojîk da.
Li gundê Cixsê yê navçeya Pasûrê, li qadeke mêrgê ku 48 metre dûrî cihê niştecihbûnê ye, tê xwestin ku Sîstema Enerjiya Rojê (GES) bê avakirin. Heyeta pispor a ku ji aliyê dadgehê ve hat erkdarkirin, di 25’ê Hezîranê de li herêmê lêkolîn kir û gilîkar û parêzerê wan guhdar kir.
Li gundê Korxa yê navçeya Licê ya Amedê, projeya “Kalker Ocağı, Mekanik Plent û Kırma Eleme Tesisi” ya ku ji aliyê Gerînêndeya Giştî ya Rêyan a 8’an ve hat kirin, di 12’ê Tebaxa 2021’an de dest pê kir; lê ji ber nerazîbûna gundiyan hat rawestandin.
Derbarê vê mijarê de, Ahmet İnan, Serokê Komîsyona Hawirdor û Hiqûqa Bajêr a Baroya Amedê, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku cihê ku xebat lê têne kirin xwedî ciheke dîrokî ye. Her wiha bibîr xist ku ev qad, daristan û mêrga ku gundî sewalên xwe lê diçêrînin e.
İnan diyar kir ku gundî beriya salekê ji ber ku ev herêm cihekî dîrokî ye, li dozgeriyê gilî kirine; her wiha li dijî Wezareta Hawirdor, Bajêrvanî û Guherîna Avhewayê, Gerînêndeya Parastina Mîrata Çandî û şîrketa têkildar gilî kirine.
Ahmet İnan diyar kir ku tevî van hemû gilîyan, tu tedbîr nehatine girtin.
LI SEDÎ 75’Ê QILEBANÊ DIXWAZIN QADÊN MADENÊ VEKIN
Xebateke din a madenê jî li Şirnexê hat ceribandin. Li vir jî şîrket bi berxwedana gel re rû bi rû ma û niha ji herêmê derketiye.
Şeniyên bajoroka Dêrahînê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê jî li dijî şîrketa madenê ya ku ji Sêrtê hatibû serî hildan.
Hin şîrketên ku li herêmê faliyetan dikin bi vî awayî ne: Acar, Özdağlar, Sihan, Evrensel, Özel, Göksad, Öz Kardeşler, Taşar, Geliş, Şırnak Afa, Bölünmez Grup, Eloş, Dıvın Madencilik.
Li navçeya Qilebanê, Gerînendeya Giştî ya Karûbarên Maden û Petrolê (MAPEG) ya girêdayî Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî, di 21’ê Kanûna 2021’an de bi navê koma 203’yan, qadeke xwezayî ya 54.009,77 hektarî, ji bo 250 hezar ton kapasîteya kurşun û zînkoyê û 2 mîlyon 400 hezar ton kapasîteya madenê sifir û xebatên wê ji bo îhaleyê derxist.
Ev qada madenê, 73 hezar 100 hektar e û sedî 75’ê Qilebanê ye
ŞÎRKETÊN PARLAMENTERÊ AKP’Ê
Her wiha li gundê Sisê yê navçeya Licê ya Amedê, ocaxa kalkerê û çalakiyên madenê xwezayê tên tehrîb kirin. Ji bo Ocaxa Kalkerê (Kırma Eleme Tesisi û Mekanik Plent Tesisi) ku li qadeke bi sedan metre dûrî cihê niştecihbûnê ye, di sala 2022’yan de biryara “ÇED ne pêwîste” hate dayîn.
Şîrket a parlamenterê AKP’ê Ferhat Nasıroğlu ye.
Di dosyaya ku ji aliyê Karûbarên Avê ya Dewletê (DSİ) ve ji bo rapora ÇED’ê hatibû amadekirin de, “Di çarçoveya projeyê de teqandin wê bê kirin, lê beriya teqandinê tedbîrên pêwîst wê bêne girtin. Di dema xebatan de ji bo ku toz çênebe, avdanên pêwîst wê bêne kirin” hat gotin, lê ji ber dînamîtên ku hatine teqandin, gelek mal zirar dîtine.
Her wiha li heman herêmê xebatên lêgerîna petrolê jî têne kirin. Hem ocaxa kalkerê hem jî xebatên petrolê ji aliyê fîrmayên aîdî Ferhat Nasıroğlu ve têne kirin.
Xebatên lêgerîna petrolê, di Cotmeha 2023’yan de ji aliyê Şîrketa Turkish Petroleum International Anonim Şirketi (TPİC) ve, ku tê gotin aîdî Ferhat Nasıroğlu yê AKP’î ye.
Her wiha li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê, ji ber xebatên lêgerîna petrolê yên ku ji aliyê TPAO ve hatine destpêkirin, bi hezaran dar hatin birîn. Şîrketên ku li her aliyê çiyê rê çêkirine, dawî li gelek jiyana zindiyan anîne. Kaniya Mizgeftokê ya 600 salî ya li gundê Bertûrê yê girêdayî navendê, ji ber sondajên ji bo petrolê hatine kirin, dest bi hişkbûn û qirêjbûnê kiriye.
GEL LI DIJÎ HES’AN BERXWE DIDE
Di doza derbarê projeya Bendava Hîdroelektrîk a Birsuyê (HES) de, ku tê plankirin li navbera navçeya Licê ya Amedê û navçeya Darahênî ya Çewlîgê li herêma Sarimê bê çêkirin, Danıştay Daireya 4’an biryara “ÇED erêniye” betal kir.
Danıştayê biryar da ku heyeteke pispor a nû bê diyarkirin, keşf bê kirin û rapor bê amadekirin.
Di biryara ku ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya 2’yan a Erzurumê ve hat dayîn de, ku biryara “ÇED erêniye” hatibû betal kirin, hate diyarkirin ku raporên pispor û pisporên zêde yên ku bingeha biryarê pêk tînin, bi awayekî berfireh û zanistî bi zelalî ronî nekirine.
Ev herêm di heman demê de ji bo Masiyê Çöpçû yê Bantli yê Batmanê (Paraschistura chrysicristinae), ku 47 sal in tê texmînkirin ku neslê wê qediyaye û di statûya parastina herî bilind de ye, qadeke jiyanê ye.
Dadgeha Îdareyê, di biryara xwe ya 31’ê Adara 2024’an de, biryara “ÇED erêniye” betal kir.
Li ser Çemê Zorê yê di navbera navçeya Sason a Êlihê û navçeya Pasûr a Amedê de, li dijî Bendava Hîdroelektrîk a Enerjiyê (HES) ku ji aliyê Şîrketa Maya Enerji Üretim ve tê plankirin, gel berxwe dide.
Tevî ku dadgehê berê biryara wê betal kiribû jî, şîrket rapora ÇED’ê ji nû ve sererast kir. Bi vê yekê re, li Dadgeha Îdareyê ya 2’yan a Amedê dozeke nû destpê kir.
Piştî keşfa ku di doza duyemîn de hat kirin, rapora pispor diyar kir ku projeya bendavê wê çavkaniyên avê, hilberînê û jiyana kovî tune bike. Lê ev heyet hate guhertin û heyeteke nû ya ku raporek li gorî berjewendiyên şîrketê amade kir hat avakirin.
Baroya Amedê, ji bo îtîrazê biryarê, serî li Daireya 4’an a Danıştayê da.