Sêşem, 24 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hizba Zehmetkêşan piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê bi pêşengiya jinan Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Girtina Komeleya Avestayê li sê bajaran hat protestokirin
Kurdistan

Girtina Komeleya Avestayê li sê bajaran hat protestokirin

Girtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ku bi xebatên xwe yên Kurdî li Îzmîrê tê nasîn li Amed, Wan û Şirnexê bi çalakiyên girseyî hat protestokirin. Rêxistinên zimanê Kurdî girtina komeleyê wekî "berdewamiya asîmîlasyon û înkarê" bi nav kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Girtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Avesta li Îzmîrê li Amed hate protestokirin. Çalakiya bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) de hat lidarxistin, nûnerên civaka sivîl û partiyên siyasî yên bajêr û gelek welatî beşdar bûn. Girseya ku li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom bû, ber bi avahiya MED-DER’ê ve meşiya. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Jin ziman azadî” û “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzkirin.

ÎNKAR Û ASÎMÎLASYON

 

Rêveberê MED-DER’ê Murat Aydin piştî meşê daxuyanî xwend û diyar kir ku ziman û nasnameya Kurd mafê gelê Kurd ê rewa û hevpar e û wiha got: “Di heman demê de hebûna gelê Kurd e. Di encama polîtîkayên bişaftin û înkarê yên sed salî de ev mafê jiyanî yê gelê Kurd heta niha hatiye tunehesibandin. Gelê Kurd ji perwerdeya bi Kurdî bêpar hatiye hiştin. Zimanê Kurdî, her tim bi awayên cuda rastî astengî û qedexeyan hatiye. Îro jî tevî hewldanên ji bo aştî û pêkanîna demokrasî û edaletê, di nava civakê de, roj bi roj bi rengên cuda êrîşên nû bi ser Kurdî û Kurdan de tên. Weke parçeyekî van êrîşan, 31’ê Tîrmehê, bi fermana Walîtiya Îzmîrê, bi hinceteke ji rêzê, bi ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê de girt û di 1’ê Tebaxê de jî deriyê komeleyê hat mohrkirin.

ÊRÎŞ HAT PROTESTOKIRIN 

Ev êrîş, nîşan dide ku helwesta li hemberî ziman û çanda Kurdî, hê jî neguheriye û li ser heman xeta astengkirin, sînorkirin û qedexekirinê ye. Weke saziyên çand û zimanê Kurdî em vê êrîşa li dijî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê bi tu awayî qebûl nakin û bi tund şermezar dikin. Di vê pêvajoya hesas de ku ji bo pêkanîna maf û daxwazên gelê Kurd û çareseriyê, ked tê dayîn. Lazime ku rê li ber êrîşeke wiha venebûya û rayedaran li gelê Kurd, sazî û dezgehên gelê Kurd rêz bigirtina.

Lê berovajî vê yekê, komeleyeke legal ku bi rêya kargehên ziman û çalakiyên çandî ji sala 2018an ve li metropoleke wekî Îzmîrê xwedî li çand û zimanê Kurdî derdikeve. Em dibînin ku rayedar bi neheqî û bi armanceke nebaş xebatên vê Komeleyê û xebatên zimanê Kurdî asteng dikin.

‘ZIMAN HEBÛNA GELÊ KURD E’ 

Em careke din,  bi bîra rayedaran dixin ku ne maf û hedê tu kesî ye, êrîşên bi vî rengî li nasname, hebûn û zimanê Kurdan bike. Ziman rasterast nasname û hebûna gelê Kurd e. Êrîşên bi vî rengî, li dijî gelê Kurd, nirxên gelê Kurd û nasnameya gelê Kurd, , bêtehemuliyekê nîşan didin. Em vê êrîşa li ser Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, weke êrîşeke li ser zimanê Kurdî û nasname û hebûna Kurdan dizanin. 

Ji ber vê yekê, divê êrîşên wisa  demildest bêne rawestandin. Muameleyên ku serê pêşîn bi destê Walîtiya Îzmîrê, paşê jî bi destê zabiteyên Şaredariya Îzmîrê pêk hatine, divê ji paş ve bên kişandin. Gelê Kurd ev ji sed salî zêdetir e ku ji bo ziman, çand û hebûna xwe têdikoşe û heta ku mafê xwe yê perwerdeya bi Kurdî û azadiya xwe bi destnexe wê bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe bernede.

Em hemû saziyên zimanê Kurdî, careke din piştgiriya xwe ji bo Komeleya Avestayê didin zanîn ku êrîşa li ser Komeleya Avestayê êrîşeke li ser zimanê Kurdî û gelê Kurd e. Ji ber vê çendê em vê kiryara Walîtî û Şaredariya Îzmîrê şermezar dikin. Bi vê minasebetê, bangê li raya demokratîk û rayedaran dikin. Êdî wext e ku mafê perwerdeya bi Kurdî û statuya Kurdî bê bicihkirin û hiqûqa gelê Kurd û gelan bê naskirin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

WAN

Li Wanê bi pêşengiya saziyên zimanê Kurdî li Kolana Hunerê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e, destên xwe jê vekişînin” hat vekirin. Rêveberê KURDÎGEH’ê Alî Ataman daxuyanî xwend û bi gotina “Kurdî rasterast nasnameya gelê me ye. Êrîşa li ser Komeleya Avestayê li dijî vê nasnameyê ye” beteka xwe anî ziman.

DEM Partî, Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevşaredar û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê naskirin û zextên li ser saziyên ziman tavilê bi dawî bibin. 

ŞIRNEX

Li navçeya Silopiya Şirnexê jî bi beşdariya parlementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê yên Silopiya, rêveberên Komeleya Çand û Ziman a Cûdî (Cûdî-Der), endam û rêveberên Saziya Çand û Ziman a Birca Belek û gelek welatî çalakî hat lidarxuistin. Di meşê de dirûşmên, ‘Bê ziman jiyan nabe’ û ‘Zimanê kurdî rûmeta me ye’ hatin berzkirin.

Hevserokê Cûdî Derê Omer Sansur wiha axivî: “Kiryarên bi vî rengî zirarê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Mafê kesî tine bikaranîna zimanê Kurdî asteng bike.”

Parlamenter Îrmez diyar kir ku heta zimanê Kurdî nebe xwedî statu, aştî pêk nayê. Îrmez got, “Em di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Em ê civaka demokratîk ava bikin. Divê dewlet dev ji polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê berde. Divê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Heta ku statuya Kurdî pêk neyê, kes nikare behsa aştî û demokrasiyê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED/WAN/ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya DEM Partiyê: Hin ‘nîşeyên hevdîtinê’ yên tên belavkirin dûrî rastiyê ne
Nûçeya Pişt re Aqlê Çêkirî û Têkîlîyên Navneteweyî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji MSD’ê li Hesekê civîna berfireh: Em bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ne

Civîna berfireh a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Hesekê destpê kir. Hevseroka MSD'ê Leyla Qereman…

Ji aliyê Stêrk TV

Şîlan Kobanê: Wê bi têkoşînê hemû roj bibin rojên jinan

Şîlan Kobanê got: “Jinan ji bo azadiyê û mafên xwe berdêlên giran dane. Di nav…

Ji aliyê Stêrk TV

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (262)

Cadey Awrîşim, Rêgayek û Piştêndê (4)Qazî: Kardanewey destpêkirdinî ew pirojeye, êsta basî Emrîkat kird belam…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hizba Zehmetkêşan piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hezexê bi pêşengiya jinan Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?