Duşem, 23 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza li Şirnexê: Bijî Serok Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Gimgimê: Divê Rêber Apo azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan li Bradostê Newroz pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di Nobetên Edaletê de Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin
Rojane

Di Nobetên Edaletê de Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Di Nobetên Edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve li gelek bajaran hatine destpêkirin de 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşgentiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 73’yan de berdewam kir. Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û radestkirina wî ya Tirkiyeyê, çalakvanan cilên reş li xwe kirin. 
Serdanên ji bo piştevaniya bi Nobeta Edaletê re îro jî berdewam kirin. Ziyaretvanan jî pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û piştgirî dan çalakvanan. Ji ber ku li dijî komployê şîn dihat girtin, di çalakiyê de stran nehatin gotin û tililî nehatin avêtin. 
Têkildarî girîngiya rojê axaftin hate kirin û piştre jî dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
ÊLIH 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatiye destpêkirin di roja 15’an de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Êlihê tê lidarxistin û nûnerên rêxistin girseyî yên demokratîk ên bajar û siyasetmedar hatin serdana nobetê. Di heman demê de di nava rojê de gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 Kesên tevî nobetê bûn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kirin. Di tevahiya nobetê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
STENBOL
Li Stenbolê jî bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Nobet, di roja 66’an de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Esenyurtê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankarta “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hatibû daliqandin û çalakvanan pêşmalkê bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
Dayikên girtiyan ên di çalakiyê de cih girtin ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê laçikên reş li xwe kirin. 
Li gel rêveberên DEM Partiyê yên rêxistinên Başakşehîr û Esenlerê, her wiha gelek welatî jî hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di Nobeta Edaletê de stranên şoreşgerî hatin gotin, çepik hatin lêdan û tililî hatin avêtin. 
Hat diyarkirin ku Nobeta Edaletê dê sibe li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Kuçukçekmeceyê bê domandin. 

MÊRDÎN 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan çalakî domandin û gelek kes hatin serdana çalakiyê. Di heman demê de qursa ziman jî domiya. Ji ber salvegera komploya navneteweyî, têkildarî komployê nîqaş hatin meşandin. Her wiha li ser medyaya dijîtal jî Meeşa Azadiyê hate şopandin. Dayika Aştiyê Halîme Kaya di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ez vê roja reş lanet dikim. Têkoşîn û çalakiya me ji bo Serok e. Bila her kes vê baş bizane. Em ji bo aştî û Rêbertiya xwe têdikoşin.” 
Dayika Aştiyê Mehdiye Yalçin jî xwest ku Ocalan azad bibe û aştî pêk bê. Dayika Aştiyê Remziye Akar jî ev tişt anî ziman: “Em dixwazin serokê me ji girtîgehê derkeve. Em dixwazin aştî çêbibe û temamiya gelê me aram bijî.” 

“Meşa Mezin a Azadiyê tevî şert û mercên nebaş ên hewayê bajar bi bajar dewam kir. Van meşvanan ji bo dengê xwe bigihînin cîhanê derketin rê. Bila tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Dema ev tecrîd bi dawî bibe wê tecrîda li ser girtiyan jî bi dawî bibe. Ji ber ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye divê bi Abdullah Ocalan re muzakere bê kirin.”

WAN
Nobeta Edaletê ya Wanê li Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 73’yan de berdewam kir. Çalakî li avahiya DBP’a Bajar tê domandin û îro rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Seray û Rêya Armûşê û şêniyên taxên Cevdetpaşa û Cumhuriyetê hatin serdana çalakvanan. 
Di çalakiyê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê Aynûr Hayat Atabay axivî û xwest ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Atabay, wiha domand: “Ev nêzî sê meh in em vê çalakiyê didomînin. Îro 15’ê Sibatê ye çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome. Em li vir bangî hemû cîhanê dikin; Meşa Mezin a Azadiyê ev 15 roj in tevî hewayê nebaş jî bajar bi bajar dom kir. Van meşvanan ji bo dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin bi rê ketin. Bila tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan êdî bi dawî bibe. Dema ev tecrîd bi dawî bû, dê tecrîda li ser girtîgehan jî bi dawî bibe. Di esasê xwe de dê tecrîda li ser gelê kurd rabe. Weke dayik em dibêjin ‘êdî bes e.’ Îktîdar li hemberî me kerr û lal e. Ev 73 roj in em nikarin dengê xwe bi tu kesî bidin bihîstin. Çalakiya me ya ji bo aştî û azadiyê didome. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ji ber ku nifteya çareseriyê Îmrali ye. Heke deriyên Îmraliyê bên vekirin dê her tişt çareser bibe.” 
Çalakiya nobetê bi stran û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi dehan gardiyanan girtin ser qawîşan
Nûçeya Pişt re Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr çalakiyên hemwext li dar xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Qamişlo: Em ê xaka xwe biparêzin

Xelkê Qamişloyê diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Îsraîl ji bo êrîşa li Refahê ultîmatoma ‘Remezanê’

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, diyar kir ku ew bi biryar in êrîşî Refahê bikin, di…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Elmanyayê jinek hat qetilkirin: Qetilkirina jinan ne takakesî ye, pergalî ye

Li Schrozbergê dayika sê zarokan Renûr O., bi çekê hat qetilkirin. Hevjînê wê li cihê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sînorê Başûr û Rojhilat hate bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava bi wesîleya cejnê serdana malbatên şehîdan hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?