Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sozdar Dêrik û Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl behsa kesayet, serpêhatî û bîranînên xwe yên bi Fermandar û pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî kirin.
Sozdar Dêrik da zanîn Fermandar Nûreddîn Sofî ji bo wan hevalek, fermandarek, birayek mezin û biçûk bû û got: “Me di şer, hemle û perwerdeyan de bi hev re xebat meşandin. Li cihê ku em tê de tevngav, aciz û sekinî diman, wî di aliyê hişmendî û taktîk de çareserî peyda dikir; rêya coş û moralê vedikir. Di jiyanê de jî wisa bû, bi serkeftinê bawer bû, heval Sofî bi vî awayî bû.”
SOZDAR DÊRIK: HEVAL SOFÎ HEVALEKÎ RAST Ê JINÊ BÛ
Sozdar Dêrik bal kişand ku baweriya Fermandar Nûreddîn Sofî ya ji bo azadiya jin û tevlîbûna wê ya Şoreşê pir zêde bû û wiha dom kir: “Hezkirina wî ya ji xeta azadiyê re jî hişt ku bandorê li derdora wî jî bike. Di ziman û kar de alîgirê xeta jin bû. Em dikarin bêjin heval Sofî hevalekî rast ê jinê bû.”
‘KARÊ BIÇÛK Û MEZIN LI CEM TUNE BÛ’
Di berdewamiya axaftina Sozdar Dêrik destnîşan kir ku Fermandar Sofî xwedî kesayeteke ku hemû kes hembêz dikir bû û wiha pê de çû: “Bi Kurdan re Kurd, bi Ereban re Ereb, bi Suryanan re Suryan bû, bi xortan re xort bû û bi jinan re jî dizanîbû çawa bide û bistîne. Ji bo Fermandar Sofî karê biçûk û mezin nebû. Her karek dikir, heke televîzyon xirab bibûya, wê derkete ser xanî û çareser bikira. Nedigot çima ez ê bikim.”
‘ZANISTEKE PIR MEZIN DI ÇAVÊN HEVAL SOFÎ DE DIYAR DIKIR’
Sozdar Dêrik diyar kir ku Fermandar Nûreddîn Sofî hem karên pratîk meşandin û hem jî di aliyê zanistê de xwe pêş dixist û ev tişt anîn ziman: “Ji Quantum bigire heta civaka xwezayî, ji anatomiya insan heta xwezayê, ji dîrokê heta sosyolojî di hemû waran de xwedî zanyariyekî kûr bû. Li kêlek taybetmendiyên xwe yên pratîk, xweşikbûna zanistek pir mezin di çavê heval Sofî de diyar dikir.”
‘MIN HEVALATIYA RAST JI WÎ GIRT’
Sozdar Dêrik bi gotina “Heval Sofî di şopa Egîdan, Mezlûm û Kemalan de meşiya” bal kişand ser pîvanên Fermandar Nûreddîn Sofî û wiha dom kir: “Di xebatên avakirina pergala netewa demokratîk de cih girt. Avakarê esasî yê şoreşê bû. Di dilê şervanên xwe û tevahiya civakê de cihekî pir giranbuha çêkir. Ez jî wekî hevaleke jin a heval Sofî dikarim bêjim ku min ji wî rih, îlhama hevaltiya rast girtiye. Bawerî da min ku ez jî weke jinekê dikarim di jiyanê de hemû tiştan bikim û ji bo serkeftinê pêşengtiyê bikim.”
Sozdar Dêrik diyar kir ku ew ê şopdara Fermandar Sofî û bi hezaran hevalên weke wî be û got: “Em ê tola wan rakin û ala wan bilindtir bikin. Şoreşa bi ked û xwînê hatiye çêkirin, ew ê bi hemû rengên têkoşînê were parastin.”
ALDAR XELÎL: MIROV LI BER DILNIZMIYA WÎ ŞERM DIKIR
Aldar Xelîl jî bi bîr xist ku Fermandar Sofî hevaleke fedekar, di hevaltiya xwe de xurt û hevalekî jêhatî bû. Di nava malbateke xwedî pîvanên exlaqî, civakî û oldar a ku bandora terîqeta Neqşîbendî li ser heye de mezin bûye. Aldar Xelîl da zanîn ku malbat bi qasî welatparêziya xwe bi danûstendinên bi neteweyên din re jî tê naskirin; bi Ereb, Kurd, Suryanan peywendiyên xurt çêkirine.
Aldar Xelîl anî ziman ku Fermandar Sofî di nava zemîneke wisa de mezin bûye û bingehek çêkiriye, li ser vê bingehê jî bîrewerî û zanistiya xwe ya bîrdozî bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê pêş xistiye. Aldar Xelîl bi lêv kir ku Fermandar Sofî di malbatê de bingeha pîvanên dirustbûyîn, wefadarî, xwedî li soza xwe derketin, bi hevalên xwe re heval, rastiyên ku hene di rû de gotin girtibûn; di jiyana şoreşgerî de ev pîvan kûr kirine û wiha got: “Hevalê Sofî 24 saetan amade bû ku bê hesab û dudilî xizmeta hevalê xwe bike. Li hemberî dilnizmiya wî mirov ji xwe şerim dikir. Qasî jêhatîbûn, hêz û bandorê ew qas jî dilnizim bû. Rehetiya kesayetî di ferhenga wî de tune bû. Hemû taybetmendiyên şoreşgeran li gel wî hebûn, heke bê pirsîn şoreşgerek çawa tê pênasekirin? Ez ê bêjim wek hevalê Sofî ye.”
‘BÛYERA AMÛDÊ ÇARESER KIR’
Aldar Xelîl behsa hêza çareseriyê ya Fermandar Nûreddîn Sofî kir û ev bîranîna xwe vegot: “Sala 2013’an dema hevalê Sofî hate Rojava, li bajarê Amûdê bûyerek qewimî bû (27’ê Hezîranê). Hêzeke YPG’ê ji hêla bajarê Hesekê vedigeriya Qamişlo. Dema hêz di Amûdê re derbas dibû, hinek kesên dijberê Şoreşê ku li ser rê kon danîbûn, gule reşandin û hevalek şehîd xistin. YPG’ê jî bersiv da û hinek kes hatin kuştin. Bûyer piştre di nava civakê de bû pirsgirêk. Wê demê Fermandar Sofî nû hatibû, bi xwe çû malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û hevdîtin kirin. Hevalê Sofî digot ‘Divê Kurd bi hev nekevin, divê em rê nedin kesên dijî Şoreşê navbera gelê me de xerabiyê bikin. Binêrin yekî dijî Şoreşê guleyek teqand şervanekî YPG’ê şehîd xist û YPG’ê bersiv da. Kî bû qurbanî? hemwelatiyên Amûdê. Ji bo vê divê pirsgirêk were çareserkirin’. Serdana malbatan bandorek çêkir da ku pirsgirêk çareser bibe.”
‘DERDÊ WÎ RÊXISTINKIRIN Û PERWERDEKIRINA CIVAKÊ BÛ’
Aldar Xelîl destnîşan kir ku Fermandar Sofî bi gotina “Ez dixwazim xizmeta civakê bikim”, tevlî xebatên avakirina pergala civakî bû û wiha dom kir: “Dema hat herêmê hîn Rêveberiya Xweser nehatibû avakirin. Diçû malên gel, komînan, meclisan, 24 saetan di nava gel de bû, pir ji milet hez dikir. Derdê wî birêxistinkirin, perwerdekirin û çareserkirina pirsgirkên civakê bû. Dema pirsgirêkek guhdar dikir hestewar dibû. Digot ‘Divê komîn pêş bikevin, heke civaka me nebe xwedî îrade, xwebirêxistin neke û biryara xwe bi xwe nede çi wateya Şoreşa me heye. Em çi qasî Şoreşê pêk bînin jî eger civak nikaribe xwebirêve bibe, wê demê bila em behsa serkeftinê nekin’. Heke kesekî giliyek an gazinek jê re kiriba, xew nedikir heta ku bighêje cihê pirsgirêkê.
Dizanîbû ku bêyî civakeke demokratîk, polîtîk û exlaqî ne pêkane tu behsa Şoreşê bikî. Digot ‘Em leşkerî çi qasî bi serkevin jî, heke civak ne ya me be, ew bajar nabe yê me, divê civak a me be’. Wî ji dil û can bawerî bi netewa demokratîk hebû, digot ‘Netewa demokratîk, êdî felsefeya me ya jiyanê ye. Divê em li gorî wê nêzîk bibin’. Ji bo wê weke rewşenbîrekî xwe pêş xistbû. Mirov behsa kîjan pirtûk an jî nivîskarekê bikira, digot ‘Erê min xwendiye’ û behsa wê dikir. Me bi hev re pirtûkek xwendibû, pir tiştên ku nedihatin bîra min, wî bibîr dixistin.”
‘NERÎNÊN HEVAL SOFÎ BI BANDOR Û CIHÊ BAWERIYÊ BÛ’
Aldar Xelîl anî ziman ku Fermandar Sofî li ser pêwîstiyan ji xebatên civakî derbasî xebatên leşkerî bûye û wiha dom kir: “Xwedî tecrubeyekê bû. Wê demê tevgera DAIŞ’ê zêde bibû. Li hemberî wê planên şer hatin danîn. Hevalê Sofê li ser derûnî, perwerde û morala şervanên xwe disekinî, di vî warî de xwedî zanyariyeke baş bû. Xebatên leşkerî û civakî ji hev cuda nedikirin. Me gelek caran ji bo xebatên civakî û siyasî nêrînên wî digirtin. Nêrînên wî bandor û cihê baweriyê bûn. Heke QSD wiha mezin bû, YPG’ê û YPJ’ê hêz girt û heta roja heyî berdewam kir, di vir de keda hevalê Sofî mezin e.”
‘DI PÊŞXISTINA ÇANDA BERXWEDANÊ DE XWEDÎ KEDEKE MEZIN BÛ’
Aldar Xelîl da zanîn ku Fermandar Sofî di pêşxistina çanda berxwedanê de xwedî kedeke mezin bû û wiha pê de çû: “Hem di xebatên civakî, hem ên leşkerî de rola pêşengiyê pêk anî. di her du xebatan de jî wekî çavkaniya şêwirmendiyê bû. Bi rastî jî di serkeftinan de rolek mezin a hevalê Sofî hebû. Fermandarê giştî bû, fermandar û berpirsyarên din jî pê re hebûn, lê dema li cihekî ku 300-400 km dûrî wî bûyerek qewimî bûya xwe berpirsyar didît. Ji bo me bibû mamosteyek, hevaltiya wî jî pir xweş bû. Danûstendina bi wî re pir rehet bû. Devera ku ew lê ba me jê re digot hevalê Sofî li wir e, yanî tu ji wî piştrast bû. Hevalekî zîrek û jêhatî bû, dikarîbû li hemberî tişteke muhtemel jî hemû bijareyan bide pêşiya te. Li gorî wê jî tedbîrên xwe di hemû aliyan de bigire.”