Şemî, 25 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên nexweş Derse û Karsu divê serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê gavên qanûnî demildest bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li çar bajaran civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê 175 rewşenbîrên Ermenî bibîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Greva birçîbûnê ya karkerên madenê di roja 6’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Mazlum Dogan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Hamît Akdogan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Dema statuya Ocalan hate naskirin, wê kilîtên hemû girtîgehan bên vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî qirkirina Ermen û Asuriyan sembola nemir a xwişk-biratiyê: Hamo Şero Paşa

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor: Li Herêma Kurdistanê 647 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li DYE ji bo desteserkirina qesra Mesrûr Barzanî doz hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di lêpirsîna Gulistan Dokû de daneyên nû derketin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meryem Dadiyan hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Edliyeya Stenbolê bang: Ji bo Gulistan Doku edalet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Mûnzûrê ji bo Gulistan Doku meşek girseyî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayikên Şemiyê aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn
Rojane

Dayikên Şemiyê aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn

Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, car din li Qada Galatasar a Stenbolê hatin ba hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, di hefteya 986’an de jî li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Li gel Dayikên Şemiyê, her wiha xizmên windakiriyan jî di çalakiyê de cih girtin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ridvan Karakoç hate pirsîn ku di sala 1995’an de li Stenbolê di bin çavan de hatibû windakirin. 

 

 
Metna daxuyaniyê ji hêla Mirova Şemiyê Îkbal Eren ve hate xwendin. Eren, diyar kir ku lêgerîna wan a heqîqet û edaletê di hefteya 986’an de berdewam dike û wiha got: “Em li vê derê ne ji ber ku dewlet ji bo sûcê windakirina di bin çavan de berpirsyartiya xwe ya ‘pêşîlêgirtin û cezakirinê’ bi cih bîne lê bi cih nayîne. Kesên di bin çavan de hatin windakirin, ji ber fermanên rayedarên dewletê û paşguhkirina wan hatin kirin. Lewma jî lêpirsîneke bibandor nayê kirin.” 
 
Eren, got ku ew dixwazin aqûbeta windakiriyan bê zanîn û li ber darazê hesab ji faîl û berpirsyarên wan were pirsîn. Piştre jî Eren agahiyên têkildarî Ridvan Karakoç ê 29 sal berê di 34 saliya xwe de li Stenbolê di bin çavan de hatiye windakirin parve kir. Eren, ev agahî da: “Ridvan Karakoç ê 34 salî li Stenbolê dijiya. Bi partiyên siyasî yên kurd û li saziyên çand û hunerê xebat dimeşand. Li ser îfadeya kesekî, di 1994’an derheqê wî de biryara girtinê hate dayîn. Polîsên ku li Karakoç digeriyan, mala wî dişopandin. Car bi car bi ser malê de digirtin û digotin; ‘Ridvan ji me re bînin, nexwe em li ku bibînin dê bikujin.’ Bi vê yekê gef li malbatê dixwarin.” 
  
Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ridvan ê nehate malê, heta 15’ê sibata 1995’an jî bi awayekî rêk û pêk bi malbat û parêzerên xwe re di nava peywendiyan de bû. Ji vê dîrokê ve êdî agahî jê nehatin girtin. Dorpêça li ser malê jî rabû. Polîsan êdî bi ser malê de negirtin. Malbata Karakoç, serî li her derê dan lê encamek bi dest nexistin. Ji bo Ridvan ê hatibû binçavkirin lê binçavkirina wî dihat înkarkirin, dewletê bersiva ‘li gel me nîne’ da. Piştî israra ku 110 rojan dom kir, cenazeyê Ridvan Karakoç ê şopên êşkenceyê li ser bûn, li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hate dîtin. Dema malbat lê digeriya, cenazeyê wî bi agahdariya dozger û hemû saziyan bi rojan li ATK’ê hatiye sekinandin û piştre jî tevî ku li emniyetê şopa tiliya wî hebû jî weke ‘kesekî nasnameya wî nediyar’ hate veşartin.”
 
Eren, anî ziman ku têkildarî bûyerê lêpirsîneke baş nehat kirin û wiha bi dawî kir: “Di sala 2016’an de dayika wî Asiya Karakoç wefa kir. Ji bo tiştên bi serê wan hatine anîn wiha digot; ‘Dewletê em ji hemwelatîbûnê derxistiye û hemû derî li ser me girtine.’ Di hefteya 986’an de em careke din bang li meqamên darazê dikin; peywira we ya ku hûn rastiya ku Ridvan Karakoç a di bin çavan de hatiye windakirin derxînin holê. Divê kes û saziyên tiliya wan di vî sûcî de hene bên eşkerekirin û cezakirin. Çend sal derbas dibin bila bibin, em ê ji bo hemû windakiriyên xwe dev ji daxwaz û lêgerîna edaletê bernedin.”

Piştî çalakiyê, çalakvanan qurnefîl danîn meydanê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partiyê namzetên 14 bajaran eşkere kir
Nûçeya Pişt re ‘Nêzîkatiyeke dijminane li hemberî girtiyên nexweş tê raberkirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berteka li dijî biryara beraaatê ya di doza Komkujiya Garê de

Komeleya 10'ê Cotmehê nerazîbûn nîşanî erêkirina biryara beraatê ya ji bo bersûcê Komkujiya Garê Erman…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Li Efganistanê 17 milyon kes vê zivistanê di bin xetereyê de ne

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku hejmara kesên ku di zivistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em rêya Gulistan Tarayan bişopînin’

Xebatkara Çapemeniya Azad Gulistan Tara ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, bi merasîmek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Girtiyên nexweş Derse û Karsu divê serbest werin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayşegul Dogan: Divê gavên qanûnî demildest bên avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên windayan li çar bajaran civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?