Sêşem, 24 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Bila derbarê hestiyên li Farqînê lêpirsîn bê destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NYT: Di şerê Ukraynayê de zêdeyî 700 hezar leşkerên Rusyayê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabahattin Tekin ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Celal Gok piştî 9 salan radestî malbatê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rêveberiyên girtîgehan li gorî pêvajoyê tevnagerin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Çi dibe bila bibe em ê xwedî li mîrateya PKK’ê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PJAK: Azadiya jinê bingeha civakeke azad û demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Rihayê di salekê de 2 hezar jin rû bi rûyê tundiyê man

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sirud Mihemed Falih: Destwerdana partî û eşîran baweriya bi edaletê kêm dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fidan Ataselim: Her ku nava demokrasiyê tê valakirin zext û tundî zêde dibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê jin di bin zexta tundî, necezakirin û zexta civakî de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê ji bo mêran semînera 25’ê Mijdarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dayika Aştiyê: Em dixwazin ji komîsyonê re bibin alîkar
Kurdistan

Dayika Aştiyê: Em dixwazin ji komîsyonê re bibin alîkar

Ji Dayikên Aştiyê yên bi salan ji bo bidawîkirina şer têkoşiya Turkan Dûrç got, “Em dixwazin dest bidin hev û bi hev re ji komîsyonê re bibin alîkar.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Meclîsê ava bûye, wê li malbatên mexdûrên şer guhdarî bike. Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên cuda wê beşdarî civînên komîsyonê bibin û têkildarî pêvajoyê nirxandinan bikin.

Ji Dayikên Aştiyê Turkan Dûrç anî ziman ku êşên hatine kişandin tenê bi demokrasiyê dikarin bi dawî bibin û diyar kir ku dayik hemû xwedî heman êşê ne, lê belê ji ber polîtîkayên astengiyê û cihêkar ên dewletê lêgerîna li mafê xwe zehmet bûye.

Turkan Dûrç biryardariya xwe ya li ser mijara aştiyê destnîşan kir û bang li Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî, her wiha bang li rayedaran kir û got, “Ez dixwazim Rêber Apo û gerîlayên ku çek danîne beşdarî pêvajoya siyasî bêne kirin.”

Turkan Dûrç anî ziman ku daxwaza wan tenê aştî ye û bi vî rengî dewam kir: “Di nava vê civakê de gel hebûn ku tine dihatin hesibandin; Kurd, Suryan, Ereb, Êzidî… Ti ji wan li ser vê xakê nedihatin qebûlkirin. Gelekî xwîn dihate rijandin û zarokên me neçar man ku tevlî nava têkoşînê bibin. Yek ji zarokên min girtî ye, yek jî li nava têkoşîna azadiyê ye. Em gelek in ku li ser vê xakê xwedî maf in. Em gelek in ku ziman, çand û dewlemendiya me heye. Em dixwazin hebûna me êdî li ser vê xakê bê qebûlkirin.”

‘HER TIM RÊYA ME TÊ GIRTIN’

Turkan Dûrç got, “Gel bawer dike ku dayik wê aştiyê bînin” û diyar kir ku wan heta niha ji dewletê gaveke erênî nedîtine û got, “Di daxuyaniyên çapemeniyê de, yan jî di dema çûyîna hevdîtina li girtîgehê rêya me tê birîn. Bi gotina ‘Ev dayikên aştiyê ne’ ti carî rêya me venekirin. Li gel ku em dilxwazên aştiyê ne, li gel ku em naxwazin leşker jî polîs jî zarokên me jî bimirin; li gel ku em dayik in her tim rêya me digirin. Dema ku ji bo bihîstina dengê xwe diaxivin jî gelek dayikên me hatin binçavkirin û gelek ji wan hatin girtin. Her tim li pêşiya me bûn asteng û hewl dan ku em daxwazên xwe nînin ziman. Xwestin gotina ‘Bila kurd-Tirk bi hev re bin’ jî asteng bikin.”

‘RONDIKÊN ÇAVAN ÊN DAYIKAN HEMÛYAN WEKE HEV IN’

Turkan Dûrç destnîşan kir ku komîsyona li meclîsê hatiye avakirin divê her kesî hembêz bike û got, “Em dixwazin ev komîsyon berfireh be. Hemû renk, dayik hemû di nav de bin; bi taybetî jî em dixwazin Dayikên Aştiyê di nav de bin. Çi tiştekî xweş e, bi navê xwişk û biratiyê komîsyonek hate avakirin. Em gavên yekser ji vê komîsyonê hêvî dikin. Em naxwazin li ser kaxizê bimîne. Ji bo ev komîsyon bi rengekî rast bixebite divê her kes li hev kom bibe. Dayikên Aştiyê, dayikên şehîdan, dayikên yên li çiyê û leşkeran di nava vê komîsyonê de bin. Ew jî ew dayik in ku mîna wan kezeba wan şewitî ye. Rondikên çavan ên dayikan hemûyan weke hev in. Em gelekî dixwazin bi hev re bin û ji vê komîsyonê re bibin alîkar.”

‘BILA RÊBERTÎ LI MECLÎSÊ SIYASETÊ BIKE’

Dayika Aştiyê Turkan Dûrç anî ziman ku daxwazên wan ji Devlet Bahçelî û Tayyîp Erdogan jî hene, divê xwedî li aştiyê derkevin, gavê biavêjin û got, “Dayikên ku zarokên xwe ji dest dane her sal li kolanan û her Şemiyê dengê xwe bi xurtî bilind dikin. Ew malbat li hestiyên zarokên xwe digerin; divê êdî vê daxwaza wan bi cih bînin. Her wiha em li bendê ne ku Devlet Bahçelî gotina xwe bi cih bîne. Em dixwazin Rêbertî li Meclîsê siyasetê bike û tavilê bê berdan.”

‘ŞEWITANDINA ÇEKAN Û DANÎNA ÇEKAN WEKE HEV NÎNE’

Turkan Dûrç xwest, zarokên wan ên ku çek danîn tevlî siyasetê bibin û got, “Em çûn başûr, me şahidî ji rojeke dîrokî re kir. Şewitandina çekan ji aliyekî ve em kêfxweş kir, lê li aliyê din em ketin nava fikaran. Rêbertî gelek caran ji bo aştiyê çek rawestand û komên aştiyê bi gel re civiyan. Lê belê ji ber ku aştî pêk nehat, em xemgîn bûn. Em hêvî dikin ku vê carê bi rastî jî aştî pêk were. Şewitandina çekan û danîna çekan weke hev nîne. Şewitandin tê wê wateyê ku wê careke din çekê bi kar nîne. Em jî dixwazin ku dewlet vê bibîne û tavilê gavê biavêje. Em dixwazin hevalên ku çek danîne hemû, zarokên me tevlî siyasetê bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Aştiyê: Divê komîsyon rê nede şerxwazan û ji bo aştiyê hewl bide
Nûçeya Pişt re Amed Malazgîrt: Nûreddîn Sofî şoreşgerekî piralî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevalê Celal weke çemekî bû ku bi bêdengî diherikî

Çûyîna wî bêdeng bû, lê belê valahiya ku li pey xwe hişt kûr bû. Ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê li dijî tecrîda li Îmraliyê meş hat lidarxistin

Rêxistina Kongra Star a Kantona Cizîrê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kabûlê gefa mirinê li xebatkarên jin ên NY’ê tê xwarin

Li paytexta Efganistan Kabûlê, jinên ku bi navê Neteweyên Yekbûyî kar dikin, li destdirêjî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Çi dibe bila bibe em ê xwedî li mîrateya PKK’ê derkevin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?