Pêvajoya ku bi banga Rêber Apo destpê kir, li Tirkiyeyê gavên demokratîkbûnê xist rojevê, lê belê sekna dijber û kiryarên qeyûman ên hikumetê pêvajoyê dixe nava rewşeke zehmet.
Nivîskarê pirtûka ‘Şaredariyên Qeyûm ên dûrî qanûnan’ Mûstafa Yildiz ku bi salan li şaredariyên tevgera siyasî ya Kurdan mufetîşî kir, pêvajoya aştiyê û girîngiya rêveberiyên xwecihî ya di vê pêvajoyê de nirxand.
Di destpêka axaftina xwe de işaret bi ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ kir ku di bin sîwana meclîsê de hate avakirin û 51 endamên xwe hene. Mûstafa Yildiz diyar kir ku armanca komîsyonê peydakirina çareseriyê ji cihêbûna civakî, pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê ye.
Yildiz destnîşan kir ku ev komîsyon divê nexşerêya meşa be bi komara demokratîk ve diyar bike û got, “Divê bibe komîsyoneke welê ku sedsala 2’yemîn a komarê bi demokrasiyê tacîdar dike.
Serokkomar Erdogan dibêje, ‘Ev komîsyon ji bo Tirkiyeyê şensê dawî ye’, lê belê hikumet li gorî ti ji rêbazên demokratîk tevnagere. Eger mirov bibêje ku endamên komîsyonê wê ji lîderên xwe cuda bifikirin, ev ê bê wê wateyê ku welat û siyaset nas nekiriye. Kar û kêrhatina komîsyonê divê ne tenê afirandina pêşniyaran û mekanîzmayên şopandinê be. Her wiha divê zanibe ku ji bo afirandina baweriya navbera beşên cuda yên civakê xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Lewma divê komîsyon bi nêzîkatiyeke berfireh û çêker tevbigere, atmosfereke bi vî rengî biafirîne. “
Mûstafa Yildiz destnîşan kir ku komîsyon divê beriya her tiştî sererastkirinên welê bike ku Kurdên ji ber fikrên xwe yên siyasî hatine girtin azad bibin û got, “Divê rêveberên şaredariyan ên ku qeyûm li şûna wan hatiye danîn, li wezîfeya xwe vegerin. Herî dawî divê rêveberên şaredariyan ên CHP’ê yên hatin girtin bêne berdan û îdîayên têkildarî wan bi lez bi encam bibin.”
Yildiz destnîşan kir ku eger avakirineke rast a paşerojê tê xwestin, li welatekî demokratîk çavkaniya bingehîn a vê yekê Destûra Bingehîn e û got, “Destûra Bingehîn divê şênber be, li gel rêveberiya navendî her kes dema xwend divê heman encamê jê bigire û xwedî wan pîvanan be ku her kes hurmetê nîşanî wan bide.”
Yildiz ragihand ku ji bo rêveberiyeke ji pîvanên demokratîk û komara demokratîk bawer dike bê avakirin, divê Meclîs ji aliyê qanûnî ve bê xurtkirin û bi vî rengî dewam kir, “Organên rêveberî, qanûndanîn û dadgeriyê divê bi şênberî ji hev bêne cudakirin. Erka hilbiljartina organa dadgeriyê ya jorîn divê tenê ji organên dadgerî û qanûndanînê re bê dayin. Li welêt ji bo qeyûm û kiryarên weke wê careke din rû nede, xalên Destûra Bingehîn ên têkildarî rêveberiyên xwecihî divê bi rengekî welê bêne nivîsandin ku her kes jê fêhm bike.
Şaredarên hatine hilbijartin divê di nava koordînasyonek bi amîrên îdareyê yên mulkî re bixebitin. Lê belê divê bi şênberî bê destnîşankirin ku amîrên îdareyê yên mulkî amîrê şaredaran nîne.
Mijara çareseriya îtirazên têkildarî bidestxistin an jî windakirina hilbijartiyên rêveberiyên xwecihî divê tenê bi biryara dadgeriyê be û ev yek jî bi rengê ku her kes jê fêhm bike bê nivîsandin.”
Yildiz ragihand ku rêveberiyên xwecihî divê rêzikname û bernameyên têkildarî karê xwe yê navxweyî bi şertê ku ne li dijî qanûnan û destûra bingehîn be bi erêkirina meclîsên xwe yên hilbijartî amade bike.”
Nivîskar Mûstafa Yildiz destnîşan kir ku weke Kurd di vê demê de ew dixwazin bi destê azadî, wekhevî û demokrasiyê bigirin, ne bi destê dewletê û got, “Em ji bo bibin civakeke demokratîk û azadîparêz destê xwe dirêj dikin, ne ji bo bibin dewlet. Pêvajo divê bi komara demokratîk a ji hiqûqa gerdûnî û rewabûna demokratîk bê tacîdarkirin. Divê em li Tirkiyeya nû jiyana xwe dewam bikin. Tirkiyeya nû jî divê welatekî welê be ku edalet, wekhevî û azadî lê serwer e; kes cuda nayê dîtin û mirov lê kêfxweş in.
Bawerim bendewariya Birêz Abdullah Ocalan a ji pêvajoyê jî bi vî rengî ye.”