Sêşem, 26 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Dixwazin bikin ku muxalefeta bingehîn nebe navnîşana çareseriyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Navenda Giştî ya CHP’ê 24 kes ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî girtina zêdetirî 30 salan serdana girseyî ya ji bo girtiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Em êrîşa li ser CHP’ê şermezar dikin û rewa nabînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser CHP’ê li Amedê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Polat hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobedê ya li Kampa Şehîd Rûstem Cûdî bi koma 202’yan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê gorên şehîdan hatin ziyaret kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çewligê nerazîbûna li hemberî birîna daran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina aştî, edalet û hevgirtina civakî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Amadekariya 20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Têkiliyên Derve ya TJK-E hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa têkiliyên derve ya TJK-E’yê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F: Em ê hesabê Gulden Komurcu bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi YPJ’ê li Kolombiyayê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kalkan: Têkiliya bi Îmraliyê re bi rêk û pêk nebe, pêvajo bi çêkerî nikare bimeşe
Rojane

Kalkan: Têkiliya bi Îmraliyê re bi rêk û pêk nebe, pêvajo bi çêkerî nikare bimeşe

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan got, heta ku bi Îmraliyê re têkilî û danûstandineke bi rêk û pêk û zelal neyê danîn, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nikare bi çêkerî bimeşe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Gulan 2026 Dema xwendinê: 62 dq.
Parvekirin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ji Medya Haber TV re axivî. Hevpeyvîna bi Dûran Kalkan re bi vî rengî ye:

Îro (24’ê Gulanê) li Îmraliyê hevdîtin pêk hat, ev demek dirêj bû hevdîtin nebû. Vê yekê hin nîqaşên nerênî jî bi xwe re dianî. Eger em vê rewşa nediyar binirxînin, têkildarî rewşa dawî ya li Îmraliyê mirov dikare çi bêje? 

Ez destpêkê, garantiya yekîtî û serketina me, damezrînerê artêşa me ya şehîdan Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Belê, îro hevdîtin pêk hat, di nûçeyan de hate parvekirin. Lê belê hîna daxuyanî nehatiye dayîn. Dema ku Şandeya DEM Partiyê daxuyanî da, em ê bizanin ka çi hatiye axaftin, çi hatiye nîqaşkirin. Bi rastî jî piştî hevdîtina 27’ê Adarê, demek dirêj hevdîtin pêk nehat. Tecrîdeke mutleq hate pêkanîn. Niha car din hevdîtinê destpê kir. Her hal ên ku hevdîtin kirine, wê ji raya giştî re ragihînin ka çima heya niha hevdîtin pêk nedihat. Em alîgir in ku evane ji raya giştî re were ragihandin. Em difikirin ku wê pêvajo hîn rasttir û zelaltir be. Lê belê, her kes mîna me nafikire. Her kes mîna me, vekirî nîne. Yên xwedî sîxurên veşartî, gelek in. Yên li pey hesabên veşartî gelek in. Lewma pêvajo di astekê de zelal nabe. Têkildarî vê yekê em dikarin van tiştan bêjin. Tişta ku me ji hevdîtina 27’ê Adarê fêm kirî ew bû ku nexşerêyek wê di encama nîqaşên aliyên beramber de were çêkirin û peymaneke hevpar were çêkirin. Piştre Devlet Bahçelî bi tena serê xwe nexşerêyan diweşîne, lewma em hinekî bi wê yekê şaş bûn. Di rastiyê de 27’ê Adarê di encama nîqaşên navbera Rêber Apo û rayedarên dewletê de bi peymaneke hevpar nexşerê hatibû çêkirin. Lê belê ti ji wan neket meriyetê. Li gorî vê, heya navîna meha Nîsanê wê pêşnûmeqanûn derketiba, destpêkê çûban Îmraliyê, wê Rêber Apo û hevalên li wir nîqaş kiriban, piştre wê nîqaş û pêşnûme ji me re hatiban. Rêveberiya Tevgera me wê ev nîqaş kiriba, di encamê de wê nêrînên xwe bi nûnerên xwe ragihandiba Îmraliyê, wê li wir biryareke hevpar hatiba dayîn û di dawiya Nîsanê de hin qanûnên esas derketiban. Nexşerêyeke evqasê şênber û zelal di hevdîtina 27’ê Adarê de hate çêkirin, ji me re hate ragihandin û ji me re hate gotin ku amade bin. Dema ku pêşnûme hat, Rêveberiya me jî li gorî wê xwe amade kir. Em li bendê man. Lê belê ti tişt nehat. Navîna Nîsanê derbas bû, dawiya Nîsanê derbas bû, bû navîna Gulanê dîsa ti tişt nehat û li ser vê yekê jî me li hemberî xwe hinek rexne bihîstin. Çapemeniya şerê taybet, bi gotina ‘rêxistin vê nake, nizanim çi nake, nexşerê nayê radestkirin, gav naavêjin û hwd.’ dest bi sorkirinê kir. 

Ya rastî, em şaş man. Yanî ev kar wiha nabe, nameşe. Planeke herî demkurt jî nayê meşandin, eger wiha be em ê pirsgirêkên evqas giran çawa çareser bikin. Divê her kes cidî be! Niha em hatin dawiya Gulanê, Şandeya DEM Partî car din çû hevdîtinê. Di dema nêzî 2 mehan de çi qewimî, çi hatin nîqaşkirin, ev rewş çawa hate şîrovekirin, bi taybetî jî ji aliyê kesên ku pêşnûmeqanûnê çêbikin ve çawa hate şîrovekirin, em nizanim. Eger daxuyanî hate dayîn, em ê bibînin. Gelo wê çiqas daxuyanî bên dayîn, em ê çiqas agahiyan werbigirin, ew jî mijara nîqaşê ye. Ji ber ku bi rastî jî rewş wiha ye, peywendiyeke birêkûpêk û tendurist nîne. Xet heye, peywendî tê çêkirin, tê guhdarkirin, lê di pêvajoya borî de 8 sal, 10 salan tecrîda tam mutlaq hate meşandin. Weke Tevger, gel û raya giştî ya cîhanê me ti agahî ji Îmraliyê nedigirt. Yanî tiştên qanûnî û hiqûqî, yek jî nehatin bicihanîn. Niha, li gorî wê di van demên dawî de, bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re ew hinekî hate derbaskirin, şikest. Yanî berê, Şandeya Îmraliyê jî wiha digot, mehê carekê hevdîtin çêdibe. Hinek îtîraz kirin, rexne kirin ku gelo eger şandeyeke her mehê carekê biçe, wê ev pirsgirêkên giran çawa çareser bibin. Ev rexneyeke rast bû. Lê di vê dema dawî de ew jî çênebû. Yanî çima bi nexşerêyeke welê hatin me, çima nexşerêya ku wan amade kiriye pêk neanîn, niha çima car din hevdîtin dan destpêkirin, Şandeya DEM Partiyê birin, ya rast em jî hewl didin fêm bikin. Di raya giştî de divê her kes hewl bide fêm bike. Dema agahî nebin, vê carê nirxandin çêdibin. Her kes şîrove dike, gelek şîrove têkildarî vê yekê hene. Rêveberiya AKP’ê li Rojhilata Navîn di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de siyasetê dimeşîne, bûyerên li CHP’ê û her wiha gelek bûyer tên nîqaşkirin. Her tişt li hevdû tê tevlîhevkirin. Em ji van pirsgirêk û rewşan, berpirsyar nînin. Ez vê bi zelalî îfade dikim. Ji me re hate gotin û demek dirêj em li bendê man. Teqez divê bi vî rengî nebe. Yanî me biryar da, Rêber Apo banga 27’ê Sibatê kir, Tevgera me bi Kongreya 12’emîn bersiva vê bangê da. Me biryarên esas dan. Bi gotina guherîn-veguherînê û jinûve avakirinê, me pêvajoyek danî pêşiya xwe. Di çarçoveya Aştî û Civaka Demokratîk de, em girêdayî wan biryaran e. Ji bo ku em van biryaran bixin meriyetê, ji bo ku em nîşan bidin em çiqasî zelal, şênber û bi biryar in me gelek pratîk raber kirin ku li cîhanê mînaka wan tune, mesele şewitandina çekan û fesixkirina partiyê. 

Ji vî alî ve, ez dikarim bêjim ku bi qutkirina peywendiyê û li ser çapemeniyê bi şerê taybet ê psîkolojîk, li dijî me gelek tişt hatin gotin. Bi agahiyên nerast hewl hate dayîn ku raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê li dijî me were sorkirin. Beriya her tiştî ev nêzîkatiyeke dirûst nîne. Ev encamê nade ti kesî. Lê bila bi taybetî raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê, van rastiyan bi rengekî zelal bibînin. Berpirsyarên van li holê ne, ji aliyê me ve tiştek wisa nîne. 

Dîsa têkildarî pêvajoyê, 5’ê Gulanê Devlet Bahçelî behsa statuyê kir, piştî wê raporeke dirêj hate weşandin û ev rapor weke paşde gav avêtin hate şîrovekirin. Ji ber ku beriya wê behsa mafê hêviyê kiribû, ji bo Rêbertî gotibû ku bila were meclîsê baxive. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin? 

Belê, me jî ev pêvajo şopand, bi rengê ku min diyar kirî me şopand. Nexşerêyek ji me re hatibû diyarkirin, dema ku me xwe li gorî vê nexşerêyê amade dikir me ew bûyer şopandin. Rêveberiya me jî 5’ê Gulanê di salvegera 12’emîn a kongreyê de daxuyanî da. Rêveberiya me ya tevgerê, raya giştî agahdar kir. Rewşa beriya kongreyê çi bû, em çawa hatin kongreyê, di sala borî ya piştî kongreyê de çi qewimî, me çi kir çi nekir, berpirsyariya me çi ye, evane me ji raya giştî re şîrove kir. Ji ber ku em berpirsyar bûn, me wisa kir. Me xwest jin, ciwan, gel, raya giştî ya Tirkiyeyê û hwd. bibin xwedî agahî. Bila her kes rastiyan bizane û li gorî wê rast binirxîne. Her wiha bila her kes tevlî vê pêvajoyê bibe. Bila ti kes li derveyî pêvajoyê nemîne, bila bi rengekî veşartî nesekine. Ji ber ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyeke wiha ye. Ev ne pêvajoya beşekî, partiyekî yan jî gelekî ye. Ev pêvajoya hemû gelên Tirkiyeyê ye, hîn wêdetir pêvajoyeke ku Rojhilata Navîn jî eleqedar dike. Yanî ev pêvajoyeke hêsan nîne. Ev pêvajoyeke ku wê bi tevlîbûna tevahî civakê, bimeşe. Divê her kes hîn aktîftir tevlî vê pêvajoyê bibe, tiştên diqewime bila bizane, me xwest bila her kes rastiyan ji gotinên me bizane, ev berpirsyariyek bû. Heman rojê, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî daxuyaniyeke pir cidî da. Jixwe Devlet Bahçelî ev pêvajo da destpêkirin. Dem bi dem bi rastî jî daxuyaniyên balkêş da. Ti kesî ev yek ji Devlet Bahçelî hêvî nedikir. Hingî ku Devlet Bahçelî daxuyanî da, gelek kes şaş man. Em 5’ê Gulanê bi daxuyaniyeke heman re rû bi rû man. Dema ku me daxuyaniyeke berfireh da çapemeniyê, Devlet Bahçelî jî daxuyaniyeke wisa da, vê yekê cidiyeta têkildarî pêvajoyê nîşan da. Me wisa nirxand. Daxuyaniya 5’ê Gulanê bi rastî jî girîng bû. Pêvajoya Aştiyê û Koordînatoriya Siyasîbûnê, pênaseyeke girîng bû. Me fêm kir ku li ser hatiye sekinîn û fikirîn, hatiye lêkolînkirin, li ser biryar hatiye dayîn. Ne gotineke hema ji nişka ve were gotin. Vê yekê kar hîn girîngtir kir. Pêvajo nêzî rastiyê pênase dikir. Ev yek li gorî pêşniyarên Rêber Apo bû ku ji sersalê û vir ve, yanî ji Sibata borî û vir ve ji bo çareseriyê pêşniyar dikirin. Bi bangên xwe yên ji bo aktoriya siyasîbûnê û rêveberiya vî karî, got ku bila siyasetê bike, lîderên partiyan bila berpirsyarî bigirin ser xwe. Got, di şert û mercên heyî de tişta ku ez bikim ewqas e, ji vir û şûnde eger ji min were xwestin ku ez ji bo aştiyê bixebitim, wê demê divê cihê min ê xebitînê were avakirin. Li vî cihî, di van şert û mercan de nabe. Divê ji bo wan karan şert û merc bên avakirin. Weke Tevger û gel em jî xwedî li vê derketin. Ji bo ku Rêber Apo bigihêje şert û mercên jiyana azad û bikare bi azad bixebite, weke gel em rabûn ser piyan. Li 4 parçeyên Kurdistanê, li çar aliyên cîhanê, gelê me, dostên me, jin û ciwan rabûn çalakiyê, daxwaz kirin. Yanî pênaseyên 5’ê Gulanê, li gorî vê rewşê bûn. Lê belê piştre, bawerim 18’ê Gulanê bû, hinekan li ser navê Devlet Bahçelî qaşo nexşerêyeke ji 7 madeyan pêk tê, danîn holê. Ev tê nîqaşkirin jî. Me jî lêkolîn kir, em dinirxînin. 

Daxuyaniya 5’ê Gulanê û nexşerêya 7 madeyî, ne li gorî hev in. Ne heman e. Piştî daxuyaniya 5’ê Gulanê berdevkên AKP’ê yekser nerazîbûn nîşan dan. Gotin ne wisa, divê wiha be. Statu nîne û nizanim çi, bi vî rengî tevlîhevî derxistin. Wisa tê fêmkirin ku mudaxile çêbû. Yanî Bahçelî nabe ku ewqasî ne hevgirtî be. Ji ber ku nakokî zêde ne. Eger ew wisa nebe, wê demê gelek derdoran mudaxile lê kirine. Bi vî rengî peymaneke hevpar hate çêkirin û Bahçelî jî li ser navê xwe îlan kir. Yanî wisa nabe helbet. Hinek derdoran pejirandin jî lê nakokî zêde ne. Wisa nabe, yanî wê hemû baweriya heyî winda bike. Raya giştî ya civakê wisa digot, Bahçelî xweş diaxive, lê ti ji wan nakeve meriyetê. Niha dibêjin, gotinên wî hevdû nagirin. Roja destpêkê, 22’yê Cotmeha 2024’an Bahçelî li meclîsê banga mafê hêviyê kir. Lê di vê nexşerêyê de qet behsa mafê hêviyê nehatiye kirin. Banga siyaseta demokratîk kir, got, bila were meclîsê baxive, bila pêşengiyê ji koma DEM Partiyê re bike, bila siyaseta demokratîk bimeşîne. Niha siyaseta demokratîk a ji bo Rêbertî, qet nîne. Dema ev tê lêkolînkirin, koordînatoriya tasfiyeya PKK’ê derdikeve holê; yanî bila rewşa wî ya girtîbûnê veşartî bimîne, piştî PKK hate belavkirin, bila rewşa xwe ya berê dewam bike. Bahçelî bêrawestan behsa xwişk-biratiya Kurd û Tirkan kir. Lê di vê metnê de qet behsa xwişk-biratiya Kurd û Tirkan jî nayê kirin. Kurd tenê li cihekî heye, ew jî di wateya nerênî de heye. Wekî din edebiyata ‘miletê Tirk, miletê Tirk’, dewam dike. Li cihekê dibêje, ‘hemû miletê Tirkiyeyê’, ew ji bo xapandinê hatiye gotin. Wisa nabe. Gef heye. 

Rêveberiya me daxuyaniyan dide, Rêber Apo muxatabê me yê sereke ye. Her tişt tê nirxandin. Lê bila bi rengekî veşartî, gef li me neyê xwarin. Em di vê pêvajoyê de hevalên ciwan bi zorî digirin, hîna çiqasê îkna bûne yan na, diyar jî nîne. Me got, em nikarin îkna bikin. Me got, encex Rêber Apo dikare wan îkna bike. Dibêjin, em ê yasayekê çêbikin, yê were bila were, yê neyê em ê tasfiye bikin. Çawa yanî tasfiyekirin! Wê çi bike gelo, Bahçelî xwe ji şer re amade dike! Ka ewqas behsa aştiyê dihat kirin! Em bi rastî jî di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi biryar in. Weke Tevger em girêdayî Banga Aştî û Civaka Demokratîk û manîfestoya wê jî man. Me pejirand, me cidî girt. Kî çi dike bila bike, em ê di vê yekê de bi biryar bimeşin. Lê belê bi rengê ku gefê li me bixwin, ne li gorî vê pêvajoyê ye. Ez vê bêjim, naveroka wê hin kesên din dikarin hîn zêdetir nîqaş bikin, eger nexşerê be, qet ewqasê pêwîstî bi nîqaşê nake. Eger bi rastî jî bi biryar in, eger bi rastî jî dixwazin li Tirkiyeyê demokrasî hebe, gelê Kurd û gelên din jî bibin welatiyê vê dewletê, wê demê ewqasî hewceyî tevlîhevkirinê nake. Pir zelal, mesele ez dikarim nexşerêyekê pêşkêş bikim. Yanî yê ev bang kirin, Rêber Apo bû. Belê hate gotin, qonaxa yekemîn. Di qonaxa duyemîn de weke Rêbertî û Tevger tiştên ku ketine ser milê me, me pêk anîn. Lê bila qanûn derkevin, bila qanûnên demokratîk derkevin. Mînak, bila qanûna azadiyê hebe, di serî de ji bo Rêber Apo. Statuyek ji bo Rêber Apo pêwîste, divê bikare bi rengekî azad bixebite. Wê ev yek di meha Nîsanê de pêk anîban. Bila Rêber Apo derkeve, dest bi siyasetê bike, bila pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin, bila tevgera siyasî bide destpêkirin, piştre ji çiyê jî, ji Ewropayê jî her kes wê biçe cem Rêber Apo. Hewce nake ti kes nîqaş bike ka wê werin, neyên û hwd. Hewce nake xwe biwestînin û vala vala enerjî bimezêxin. Ka wê werin yan neyên, em ê hingê bibînin. Nexşerêya me jî ev e. Eger wisa nebe, nabe. Eger entegrasyona demokratîk ev be, bila ji Rêber Apo destpê bike. Ka wê siyaseta demokratîk hatiba meşandin, wê pêşî lê hatiba vekirin. Me tenê biryara rawestandina têkoşîna çekdarî neda, me stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî kir û stratejiya siyaseta demokratîk pejirand. Me got, em ên ku ji bo azadiya gelê Kurd û demokrasiyê têdikoşin, wê ji vir û şûnde stratejiya siyaseta demokratîk bişopînin. Me negot, em êdî ti tiştî nakin, me dest jê berda û em belav dibin û diçin. Gotina, ‘bila were mala xwe’ bi rastî jî bêhurmetî ye. Mirov ji bo ku yek bi yek vegerin malên xwe, derketin serê çiyê! Ev wisa nabe. Bidawîkirina têkoşîna me ya çekdarî dipejirînin, lê ji bo me pêşiya siyaseta demokratîk navekin. Eger siyaseta demokratîk nebe, ev pirsgirêk wê çawa çareser bibe. Ma wê bi nexşerêya tasfiyeyê çareser bibe! Navê wê jî wisa hatiye danîn! Tasfiyeya terorê! Lê belê, nêzîkatî bi vî rengî nabe. Lewma divê pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin. Lê hûn ê niha bêjin, mane hola siyasetê toz û dûman e. Avahiya navenda partiya ku komar ava kirî, îro di bin bombardûmanê de bû. 

Her kes jî biryara bêhukmiya teqez a li dijî CHP’ê dipirse. Yanî hûn behsa demokratîkbûnê dikin, divê ev biryara bêhukmiya teqez a li dijî CHP’ê çawa bê nirxandin? Gelo armanca AKP’ê çi ye û ew ê bandoreke çawa li ser pêvajoyê bike? 

Belê, bi rastî jî pir balkêş bûye. Berê  qet hevdîtin çênedibûn. Niha dibêjin hevdîtin pêk tên. Ji ber vê yekê, CHP jî bû hedef. Yanî ev helwestek dij demokratîk e, helwestek çewisandinê ye. Divê em vê bibêjin: divê wesayeta leşkerî ya li ser siyasetê rabe û nebe. Lê divê wesayeta dadwerî jî nebe. AKP polîs û îstîxbaratê bi xirabî bi kar tîne. Lê ew dadweriyê hîn bêtir xirab bi kar tîne. Ev ji siyasetbûnê wêdetir e, ji şer jî wêdetir e. Berê li baregehên artêşê darbe çêdibûn, li baregehên giştî, Serfermandariya Giştî dihatin plankirin û kirin. Ji hêla kesên bi unîforme ve hat kirin. Niha, darbe li odeyên darazê, li cihên ku cubbe lê ne têne plankirin. Yanî bi destê wan têne kirin.  

Wezîrê Dadê got ku ew li gorî pêwîstiya hiqûqê ye.  

Niha ev hiqûq û her tişt mîna lastîkê ye. Tiştek teqez tuneye. Lê li cîhekî, mînak siyaset. Pir baş tê bîra min; qedexeya hilbijartinê danîn ser Tayyîp Erdogan. Çar mehan xistin girtîgehê. Tayyîp Erdogan wê demê kesê yekem bû ku got divê li ser siyasetê wesayeta dadwerî nebe. Yanî li gorî xwe têkoşiya. Li dijî wê derket û got demokrasî wisa nabe. Yanî niha dadwerî kete destê wî û her kes dibîne. Yanî hevrikê xwe ditepisînin. Ew tiştekî wisa ji rêzê nake. Ew bi ser hemû kesên ku wê têkevin şûna wî û bûne hevrikên xwe ve diçe. Ez bawer im ku cîhan ne ehmeq e. Dizanin bê ev tê çi wateyê, çi îfade dide. Wisa bibêjim; bêguman ev rewş bi têkoşîna AKP’ê ya ji bo desthilatdariyê ve girêdayî ye. Ew bi rêbazên têkoşîna ji bo desthilatdariya Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Ev bi vî rengî pêş dikeve û diqewime. Ev yek  teqez e. Ew şerek e û ev şerê desthilatdariyê berdewam dike. Pir bi dijwarî berdewam dike. Rast e ku ew kesên ku tên ser partiyên siyasî, nemaze ew kesên ku li ser koltixên dewletê rûdinên bi rastî kefenên xwe li xwe dikin. Em li dîrokê binêrin. Bê çi qewimiye? Bê çi bi serî serokkomar û serokwezîran ve hatiye? Şerê siyasetê heye. Bi vê ve girêdayî ye. Lê ev rewş bi zîhniyet û siyaseta dij demokratîk, dîktatorî û faşîst ve jî girêdayî ye. Bi pergalê ve girêdayî ye. Ev yek di destpêka salên 1970’an de bi eşkereyî hat nîqaşkirin. Gelo Tirkiye wê bibe dîktatoriyek faşîst, olîgarşîk, an jî wê bibe komareke demokratîk? Kesên ku di destpêka salên 70’an de dest bi têkoşînê kirin banga komara demokratîk kirin. Ew şervanên komara demokratîk bûn. Li dadgehan û sêdaran gotin ku ew komara demokratîk dixwazin. Lê ew hatin pelçiqandin. Ew hatin tunekirin. Hin kes li ser lêvên xwe dibêjin; pêkanînên faşîzan û hwd. Ne wisa ye. Ev rasterast pêkanînên faşîst in. Pêkanînên dij demokratîk in. Divê her tişt bi eşkereyî were gotin. Pêwîst nake ewqas li dora xwe bizivirin. Pêwîst nake ku wê bêwate bikin. Lê ez ê werim ser xala sereke. Gelo çima li Tirkiyeyê ewqas bêdemokrasî, nêzîkatiyên dîktatorî û helwestên ez navendî derdikevin holê? Ev bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Ger li Tirkiyeyê demokrasî hebe, wê Kurd li  mafên xwe bigerin. Wê Kurd sûdê jê wergirin. Bi gotina ew ê nasname û azadiya xwe bixwazin, qirkirina ku li ser Kurdistanê tê ferzkirin û serê wê ya li Tirkiyeyê jî dibe dîktatoriyeke faşîst. Dibe zilm û mêtingeriya faşîst e. Ev mîna goşt û neynûk in. Wê gavê heke Kurd azad bibin, Tirkiye wê demokratîk bibe. Demokrasiya Tirkiyeyê û azadiya Kurdan mîna goşt û neynûk bi hev ve girêdayî ne. Yanî qirkirina ku li ser Kurdan tê ferzkirin û zilm û mêtingeriya faşîst a li Tirkiyeyê mîna goşt û neynûk bi hev ve girêdayî ne. Ji wê diqewime. Di rewşa heyî de jî bi vî rengî ye. Yanî belê ew bûn alternatîfa desthilatdariyê. Dikarin bibêjin ev rûdana têkoşîna desthilatdariyê ya AKP’ê ye. Şerê wan a bi CHP’ê re, bi CHP’a Ozgur Ozel re û îro ev rewşa bêhukmiya teqez. Bi zora polîsan ketin hundir.  Yanî rewşek şermê ye. Bi rastî ne li gorî siyasetê ye. Rêber APo got ku siyaset yanî civak bi hev re biryara karên jiyanî didin û pêk tînin. Rêber Apo wisa pênase kir. Me jî siyaset û polîtîka bi vî awayî fêm kir, lê dema ku mirov van bûyeran dibîne, mirov dibîne ku zanîn û pratîk naşibin hev. Niha ew aliyekî wê ye. Lê aliyê din teqez bi pirsgirêka Kurd û bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Ozgur Ozel behsa Kurdan kir. Got; gelê Kurd, got; mafên Kurdan. Devlet Bahçelî tavilê bertek nîşan da. Me ev dît û bihîst. Çavên me vekirî ne, hişê me heye. Got; tiştan şêlû neke, çi Kurd? Bi rastî di nexşerêya dawîn a 7 xalî de navê Kurdan tuneye. heye tuneye tenê neteweya Tirk. Her tişt neteweya Tirk. Wisa nabe. Ji Ozgur Ozel re wisa xuya dike. Yanî em ê çi bibêjin? Em dizanin bê çi bi serê Ozal de hat. Em dizanin bê çi bi serê Erbakan de hat. Bi serê hemûyan ve hat. Ji ber nêzîkatiyên wan li hember pirsgirêka Kurd ev encam derket holê. Yanî heman tişt bi serê Ozgur Ozel jî tê kirin. Divê em vê girêdanê bibînin. Di vî alî de Ozgur Ozel û tîma wî paşve gav neavêjina wan girîng e. Xwedîderketina wan a li pêvajoyê girîng e. Yanî ya ku wan pêşxist û zindî hişt ev bû. Ger ew li ser vê bingehê li ber xwe bidin, berxwedana wan bê guman berxwedanek demokratîk e. Berxwedana wan a li ser vê bingehê, lê heke were şêlûkirin. AKP çima ev yek pêk anî? Ger ew bersiva rast nedin vê pirsê, li cîhek din bigerin û ji rê derkeve wê gavê ew ê ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê, veguhere şerê desthilatdariyê. Bê guman, divê kes piştgiriyê nede bê yekê. Divê kes nebe amûr. Divê her kes hişyar be, baldar be. Divê li tiştên ku têne kirin binêrin. Em dikarin rewşa heyî bi vî rengî îfade bikin. Lê wekî ku min di destpêka pirsgirêkê de got, ji me dibêjin; wê werin Tirkiyeyê an na? Lê çawa? Siyaseta demokratîk wê hebe û her kes wê xwedî maf be û yên ku ji siyasetê hatine derxistin wê vegerin. Niha, heke ev tiştên bi serê partiya ku Komarê damezrandiye û wekî partiya Ataturk tê binavkirin tên, ma wê ewlehiya siyasî ya siyasetmedaran hebe? Ji ku derê zanibe ev tişt çi bi serê wan neyê? Ger ev tişt bi serê rêveberiya CHP’ê, kongreyên CHP’ê tên, gelo bi serê yên din ma wê çi neyin? Niha hemû heval bi baldarî dişopînin û temaşe dikin. Her kes li rewşê dinêre. Yanî, yên ku ev tişt bi serê CHP’ê tînin, ew ê çi bi wan kesên ku navê Kurd dibêjin, yên ku azadî dixwazin, yên ku nasnameya xwe dixwazin, yên ku demokrasiyê li Tirkiyeyê dixwazin bikin? Yanî wê her tiştî bikin. Bawerî bi wan nabe. Bi vî rengî, ew di rastiyê de bandora pozîtîf a pêvajoyê ji bo desthilatdariya xwe bi kar tîne. Divê em bi vî rengî binirxînin. Ev rewşek baş nîne.

Bi rastî, dema ku li nirxandinên we guhdarî kir ev pirs tê bîra me; Gelo AKP li ku dera vê pêvajoyê ye? We behs kir ku statu tune, tenê xet heye. Ma gelo em wê cidiyetê dibînin? 

Niha, em kîjan kiryarên AKPê vebêjin? CHP’a rojane ye, li ber çavên me bû û em wê dibêjin. Lê tenê ne ew in. Tiştên ku AKP’ê li Tirkiyeyê li dijî civaka Kurd kirin. Mînak bûyerên Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş hene. Li hemberî jin û keçên Kurd, komên organîzekirî yên çetewarî ku piraniya wan hêzên taybet in. Yanî sivîl bin jî elemanên Daîreya Şerê Taybet in û ma bi destên wan çi nekirine. Çiqasî destdirêjî hene, êrîş hene kirin. Yanî tiştên ku AKP’ê kirine hemû dişibin hev. Vaye tiştên bi CHP’ê kirin. Li Kurdistanê, li Deryaya Reş û li Tirkiyeyê erdnîgarî nehiştin. Çiya û kevir kolandin û kirin mîna seradê. Daristan nehiştin. Yanî li zêr digerin, li madenên hêja digerin û xwezayê tune dikin. Yanî mala jiyanê ji holê radikin. Wan diqedînin. Li zindanan, çend roj berê bîlançoya li ser zindanan hebû. Zindanên Tirkiyeyê û ya kîjan welatî, welatekî din jî digotin. Nizanim ji sedî sed zêdetir çend qatan ji kapasîteya heyî tijetir bûye û hîn jî tije dibe. Tevî ku berdan jî hene. Yanî cenazeyên mirovan ji zindanan derdikevin. Li aliyê din tiştên bi civaka Kurd tê kirin, li me têne kirin. Em hîn jî dibêjin pêvajoya aştî û civaka demokratîk, lê ewqas girtiyên nexweş hene ku nikarin di zindanê de bimînin, yek ji wan jî nehatiye berdan. Gorên hevrêyên me tunene. Hemû goristan hatine wêrankirin. Bi her derê ve hatine belavkirin. Hestiyên wan li holê tunene. Ji me re dibêjin ku “Werin nav destên dilovan a dewleta dilovan, bila edaletê li ser we pêk were.” Bila were pêkanîn, em hinekî vê edaletê bibînin ku pêk were. Yanî tu tiştek tuneye. Xwedê giravî ev pêwîstiya têkoşîna li dijî “terorê” ye, pêwîstiya ji bo hiqûqê ye û qanûnî ye. Yanî ewqas destdirêjî, mêtingerî, êrîş, xwezayê tune bike, jinan tune bike, mirovahiyê tune bike, zilm, zordarî û mêtingeriyê derxe asta herî bilind. Ma çi têkiliya wê bi qanûn an edaletê re heye? Bi rastî, em çawa bibêjin, jê re dibêjin kapîtalîzma hov zilm, mêtingerî, tunekirina civakê, tunekirina xwezayê, mirovahiyê û herî zêde zîhniyeta serdestiya mêran zilm û zexta li ser jinan û siyasetê, hemû di bin navê parastina mafên jinan de tê kirin. Niha li Kurdistanê, ev bûne êrîşên şerê taybet ên herî binketî ye. Cenazeyên xwendekarên me yên zanîngehê nehatine dîtin, cihên wan nayên zanîn. Rayedarek dewletê çi gotibû, li şûna derkevin çiyê, li vir bin çêtir e. Yanî vê pêk tînin û pêk anîne. AKP, desthiladar çawa nêzî vê pêvajoyê dibe? Li gorî desthilatê nêzî wê dibe. Ne hewce ye em pir bikevin nav hûrguliyan wê. Lê her tiştî dike amûrê desthilatdariyê. Yanî niha bi dewletê re jî li hev dike. Dewletê jî desteser kir. Di şerê CHP’ê de jî wisa ye. Teqez hewl dide ku vê pêvajoyê bi êrîşên li dijî muxalefetê, bi karanîna hêza ku ji wir digire, pêk bîne. Yanî ne ku em vê yekê fam nakin û em vê yekê nabînin. Her tiştî ji bo desthilatdariya xwe dike. Ji vê wêdetir tuneye. Di bernameya berê de min got ku AKP bi stratejîk nêzî nabe, em bi stratejîk nêzî pêvajoyê dibin. AKP li gorî berjewendiyên rojane û desthilatdariyê nêzîk dibe. Me got desthilatê dike amûr. Roja din Serokkomar Tayyîp Erdogan got ku em stratejîk nêzîk dibin. Heke bi rastî wisa be, baş e. Lê li holê ne stratejî heye û ne jî nêzîkatiyek stratejîk heye. Navê Kurd tuneye. Demokrasî wê bi kê re çêbibe? Ev pirsgirêk wê bi kê re were çareserkirin? Yanî wê hemû siyaset yekgirtî bibûya. Wê hevgirtî bûya. Pirsgirêkên herî giran ên Tirkiyeyê tên çareserkirin. Wê çareser bibe. Wê komara duyemîn bibe rizgariya demokratîk a nû. Em dibêjin ku wê Komara Demokratîk çêbibe. Ji bo vê tevkarî pêwîst e. Helwestek yekgirtî pêwîst e. Lê AKP wisa nake. AKP bi tunekirina hemû alternatîfan, tenê dixwaze xizmetê ji mayina wê ya desthilatdariyê re bike. Ev nêzîkatiyek berjewendîperest e. Bê guman, nêzîkatiyek pir berjewendîperest e. Ev ne li gorî pêşeroj û berjewendiyên Tirkiyeyê ye. Ji bo desthilatdariya xwe, berjewendiyên malbat û partiya xwe tîjî ye. Jixwe dema li daxuyaniyên berdevkên desthilatê dinêrin, bi rastî gelek ji wan demogojî ne. 

Medyaya desthilatê yanî Tayyîp Erdogan dema ku dibêjin pêvajo baş dimeşe û stratejîk nêzîk dibin jî bawerî pê nayê û em vê yekê di pratîkê de nabînin. Wê demê jî medyaya AKP’ê berevajî gotinên Tayyîp Erdogan êrîşî pêvajoyê dikin û her cûre heqaretê dikin. Yanî her cûre dijberiya pêvajoyê tehrîk dikin. Wisa nabe. Ji bo medyayê pêwîstî bi hiqûqê ye û divê hinekî siyasetê jî bibîne. Yanî gotina me got û kir. Yên din ji ber pêwîstiya pîvanên exlaqî û pêwîstiya pîvanên mirovî dengê xwe nakin û terbiyeke wan heye. Ji ber ku ew dengê xwe nakin dibêjin qey meydan vala ye û ew ê li gorî xwe tiştan bibêjin. Wisa nabe. Heke yek derkeve bibêje tu yekî bibêje ez ê ji te re 5’an bibêjim wê gavê wê çi bibe? Dikare bibêje. Kes nikare bibêje te çima got? Di vê astê de ye. Di vî alî de rewşeke tevlihev e. Yanî gotinên Devlet Bahçeli ew bûn. Ew rewşa 5’ê Gulanê, daxuyaniya wî ya 18’ê Gulanê yanî her tişt hinekî tevlihev kir. Ger ew difikirin ku em û gel wê qebûl bikin, ew têgehên “Bila PKK’ê ji hev belav bike û li Îmraliyê girtî bimîne”.  Gotineke ewqas vekirî bû. Welehî eferîm. Ma em ehmeq in? Ma tenê raman û tiştên wan hene? Civaka Kurd civakek çawa ye? Yanî çi zen dikin? Nexwin, vexnewin û ji birçîna bimrin jî tu carî ji wan netirsiyane. Lê wisa nabe. Ger wisa bibêjin wê gavê em ê jî devê xwe vekin û her tiştî bibêjin. Lê me biryarek girtiye, her tiştî dimeşînin. Em ê li zimanê xwe jî baldar bin û em ê li tevgera xwe jî baldar bin. Lê ev kar encax bi vî rengî bimeşe. Lê bi rastî em dibînin ku ev tişt hatine derbaskirin. Êrîşên bi vî rengî pir zêde ne. Bi tu awayî yek ji wan jî nayê qebûlkirin. Bi rastî, tiştên Bahçelî hinekî şêlû kirin. Civak di bin bandora 5’ê Gulanê de ma. Yanî me tişta 18’ê Gulanê bidîta, wê civaka Kurd tu tişt qebûl nekira û wê bi bertekek tund bersiv bida. 

Eger hûn bixwazin em pêvajoya heyî di çarçoveya pêşketinên derve de binirxînin. Di nirxandinên xwe yên berê de we gelek caran got ku Tirkiye di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hatiye dorpêçkirin. Gelo li gorî we ev rewş guherî yan na? Ji ber ku Tirkiye bi taybetî bi Îngiltere û Elmanyayê re hevdîtin kir û peyman çêkir. Ev di çapemeniyê de derket.

Ya bi Îngilistanê re hate kirin, kete rojevê. Ya bi Elmanyayê re ji xwe ji berê ve heye. Ez li Elmanyayê girtî mam, nêzîkatiya dewlet û dadgehên wan baş zanim. Me li dadgehê çend caran got. Wê demê di rêveberiyê de Tûrgût Ozal hebû. Me got, ‘Tirkiye ji aliyê Tûrgût Ozal ve tê birêvebirin, yan jî ji aliyê we ve tê birêvebirin? Hûn kîjan hikumet in. Bila zelal bibe ku em jî helwesta xwe li gorî wê diyar bikin’. Elman xwe weke xwedî, rêveberên Tirkiyeyê dibînin. Wê demê rêveberî li Bonnê bû, niha li Berlînê ye. Rêveberiya li Berlînê xwe weke hikumeta Tirkiyeyê dihesibîne. Hin heval vê dibêjin, lihevkirina bi Îngilistan û Elmanyayê bide aliyekî. Desthilatdariya AKP’ê teslîmî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îsraîlê bûye. Hevalên ku bi vî rengî difikirin hene. Em nîqaş dikin. Em jî di nav de ne. Ev bûyer hemû li ser serê me digerin. Em agahiyan werdigirin, nîqaş dikin. Bi şev û roj hemû fuze di ser me re derbas dibin. Em di navenda şer de ne. Em ne dûr in. Lewma hevalên bi vî rengî difikirin hene. Ne fikrekî welê ye ku mirov ji nedîtî ve bê. Tirkiye, desthilatdariya AKP’ê bi hemû hêza xwe, hewl dide xwe bi hegemonya DYE û Îsraîlê re bike yek, pê re li hev bike, tifaqê pê re bike. Sekna dîrokî ya serwerên Tirkiyeyê bi vî rengî ye. Her tim li cîhanê kîjan hêz xurt be, pê re hevkarî kiriye. Li hember ranabin. Niha jî dibînin ku aliyê êriş dike tifaqa DYE û Îsraîlê ye, hewl dide bi wê tifaqê re li hev bike. Nêzîkatiya esasî ev e. Ev lihevkirin dikare biçe heta teslîmbûnê. Nêzîkatiya wan a li şer, nêzîkatiya wan a li rêveçûna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, nêzîkatiya wan a li rewşa li Îranê bi temamî bi vî rengî ye. Eger dewleta Îranê bi temamî ji nişka ve hilweşiya, beriya rêveberiya Tehranê -di nava wê rêveberiyê de yên teslîm bin rû bida yan na- li Tirkiyeyê wê meyleke bi heman rengî rû bida. Welê nebû, niha hinekî li ser piyan ma, DYE’yê nekarî di pratîkê de pêk bîne. Hinekî bi hêvî bû ku Îran wê bi vî rengî bimîne. Eger bermahiyên rêveberiya heyî ya Îranê yên li ser piyan man bi tifaqa DYE û Îsraîlê re li hev bikin, ev wê bibe lêgerîna lihevkirinê ya hegemonya DYE û Îsraîlê. Hesabê wê dike ku ew jî pê re li hev bike. Dibêje, ‘Wê demê ez ê jî bi hêsanî bi vê tifaqê re li hev bikim’. Rojhilatê Derya Spî dimîne. Têkiliya wan a bi Elmanya û Îngilistanê re ji bo wê ye ku li ser Rojhilatê Derya Spî piştgiriyê werbigire. Bi dîtina min hesabê wan hemû şaş e. Hesabê şaş dikin, lê hinekî fikarên wan jî heye ku şaş dikin. Eger ne welê bûya wê pêvajo nehiştibûna. Wê hîn bêhtir êrişî Kurdan û her kesî bikira. Eger hîn jî dibêjin, pêvajo heye, baş dimeşe; ev ji ber wê yekê ye ku hîn baş qanih nebûne ku rewş bi vî rengî ye. Bi rastî jî rewşa li Îranê ne diyar e. Belê li Îranê, DYE û bermahiyên rêveberiya Tehranê dikarin li hev bikin. Ev ê çiqasî mayinde be? Îranê derbeke ewqasî giran xwar, wê biguhere. Êrişên DYE’yê wê neguherîne, gelên Îranê, civaka Îranê wê biguherîne. Nava wê dikele. Em jê nehaydar nînin, em jî dişopînin. Agahiyan jî werdigirin. Ji xwe em ne gelekî dûrî wê ne. Ji ber wê xeyaleke pûç e ku mirov li bendê be ku li Îranê encamek bi dilê Tirkiyeyê derkeve holê. Berevajî vê bendewariyê mirov dikare li Îraneke demokratîk an jî li Îraneke ku deriyê xwe ji demokrasiyê re vekiriye rast bên, di demeke nêz de. Demokratîkbûneke welê wê li Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêka Kurd çareser bike. Wê azadiya Kurdan garantî bike. Bila vê zanibin. Dibe ku Kurdistaneke Nû derkeve pêşiya Tirkiyeyê. Siyaseta ku Rêber Apo dimeşîne hinekî jinedîtî ve tên, lê eger ew jî bi rêyên demokratîk nêzîkatiyê nîşan bidin, wê bi kêrî wan jî bê. Ez di wê baweriyê de me; li Îranê fêde ji zîhniyeta heyî ya Tirkiyeyê re nayê. Encamek ku bi kêrî mejiyê heyî yê Tirkiyeyê bê, wê li Îranê dernekeve holê. Yên li benda vê ne û hesabê vê dikin, di nava bendewariyeke vala de ne. Eger rast nêzîk nebin, bi taybetî eger bi rengekî rast nêzî nêzîkatiyên çareseriyê yên Rêber Apo nebin, dibe ku bi temamî jî winda bikin. Rewşa Rojhilatê Derya Spî li holê ye. Îsraîlê heta Sûriyeyê kontrola deryayê xist destê xwe. Bi Yewnanistan û Qibris a Başûr re tifaqa xwe heye. Misir, Siûdî di nava vê tifaqê de ye. Elmanyayê zûdeyî bi van re tifaq kir. Bi Misrê re jî kir, bi Yewnanistanê re jî kir. Niha hûn dibêjin Tirkiye bi Elmanyayê re tifaqê dike. Elmanyayê bi yên din re zûdeyî kir. Îngilistanê jî bi heman rengî kir. Belê Îngilistanê di şerê Îranê de hinekî li ber DYE’yê rabû, lê tê dîtin bê çi hat serê wê hikumeta ku ev kir. Li ber ketinê ye, partiya wî banga îstifayê lê dike. Hîn 2 meh di ser lihevkirina bi Tirkiyeyê re derbas nebû di hilbijartinê de têk çû. Gelo ev Îngilistan wê Tirkiyeyê li ser piyan bihêle? Ev çareserî nîne. Ev yek ji bo zexta lihevkirinê bi hegemonya Îsraîl û DYE’yê re bike rewşeke şantajê ye. Dixwaze bibêje ‘Binihêrin em ê bi filan re li hev bikin’. Çûn li Rûsyayê daxuyanî dan, ji bo Rûsya, Çîn, Tirkiye, Îran eniyeke Rojhilat ava bikin. Ev hemû ji bo karibe bi bloka DYE û Îsraîlê re li hev bike siyaseta şantajê ye. Dibêjin, eger hûn bi vî rengî nekin em ê jî bi vî rengî bikin. Trump jî çû bi Pekînê re rûnişt. Rewşeke weke ya blokên Sowyet-DYE’yê nîne. Lewma ev siyaseta şantajê jî bi ser nakeve. Eger bi vî rengî bikin, dibe ku piştre li rewşeke hîn giran re rû bi rû bimînin. Me berê gotibû, wê bi vî rengî bibe. Me qala Qibrisê kir. Mebesta me ji Qibrisê Tirkiye bû. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dewama Şerê Cîhanê yê Yekemîn e. Şer bi demkî bi lihevkirina Tirkiye, Îngilistan, Fransayê bi dawî bû, niha bi şerê 35 salan re jinûve avav dibe. Ev wê li Tirkiyeyê bigihêje encamê. Ji ber ku Rojhilata Navîn a tê guhertin ji ber mejiyê heyî yê Tirkiyeyê pêk tê, weke bandora wê rû da. Lewma Rojhilata Navîn a nû wê bi guhertina li Tirkiyeyê pêk were. Rêber Apo got, bila ev guhertin demokratîk be. Got, bila komara demokratîk be. Bila komara demokratîk li Rojhilata Navîn belav bibe, ji cîhanê re bila bibe mînak. Bila hemû gelan ber bi xwe ve bikişîne, Tirkiye. Ev wê çiqas pêk were? Eger li ser bingeha lihevkirina bi xeta DYE û Îsraîlê be ku bombeyan li Îranê dibarîne, wê Tirkiye jê sûdê werbigire? Na jê sûdê wernagire. Wê bike ku Tirkiye hîn bêhtir bibe hevparê êrişên li ser Îranê û derdorê. Wê Tirkiyeyê bike hevparê sûc. Divê bi wî rengî nebe. Dibe ku rewşa Îranê hinek cesaret dabe wê. Polîtîkaya lê binihere û bibîne dimeşînin. Dibêjin, ‘Gelo bi tawîzeke hîn kêmtir em ê karibin lihev bikin yan na’. Lê belê her ku bisekine, dibe ku bi temamî jî winda bikin. Ji ber wê dem nîne. Ji bilî banga çareseriyê ya Rêber Apo ti çareyeke Tirkiyeyê nîne. Dirêjkirina vê yekê wê bi kêrî Tirkiyeyê neyê, lê wê zerarê bide Tirkiyeyê. Dikarim vê bi şênberî bibêjim. Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê çiqasî dixwaze bila daxuyaniyê bide, êdî derbas bûye. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) 35 sal in rêyeke enerjiyê ava kir. Têkilî, tifaqek ava kir. Ya ku bû para Tirkiyeyê dervemayina li vê bû. Li Rojhilata Navîn weke dewleta di asta duyemîn de pê ve bê girêdan. Ev rewş rewşa herî nebaş e. Yên ku ji Tirkiyeyê hez dikin divê teqez li hemberî vê rewşa nebaş hişyar bin, tedbîran werbigirin. Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo veguherîna demokratîk a komarê têkoşîneke gelekî girîng e. Divê ew li her derê, her tim bi xurtî bê meşandin.

Li gel pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Kurdan dest bi pêvajoyeke rexnekirin û rexnedayinê kirin. Herî dawî Şînasî Atabey di vê mijarê de nirxandin kir, li ser çalakî û rêxistinbûnê. Got, yên ku divê bikin bang dikin, zimanê gilîkirinê gelekî zêde ye. Em jî dixwazin ji vê derê tevkariyekê li vê nîqaşê bikin.

Belê, nivîs û daxuyaniyên girîng bûn. Me jî bi baldarî şopand. Eger tu qala rexnedayinê û sererastkirinê dike, em jî di nav wê de ne. Em jî muxatabê wê ne. Hemû hêzên demokratîk di nava rexnedayin û guherînê de ne. Şînasî Atabey ev gelekî zelal û şênber bi zimanekî bê fêhmkirin, bi şênberî danî holê. Hin nivîskarên din jî hene ku balê dikişînin ser vê rewşê. Ev hinekî tê nivîsandin, nîqaşkirin. Bi vî rengî tê nîqaşkirin; Yekparebûna gotin û çalakiyê nîne. Yekbûna teorî û pratîkê nîne. Gotin û çalakî gelekî ji hev qut bûye. Gotin heye, çalakî nîne. Yên ku bi vî rengî gotin û rexne kirin hebûn. Nivîsa ku qala wê hate kirin, ev yek bi şênberî nîşan da. Ev gelekî girîng e. Yanî qutbûna ji xeta çalakiyê nîşan dide. Mebest ji nebûna çalakiyê; çalakî heye lê jê re çiqasî dikare çalakî bê gotin. Ew cihê nîqaşê ye. Dûrketina ji xeta çalakiyê heye. Belê çalakiyên biçûk, mezin hene, çalakiyên demokratîk hemû hêja ne bi wate ne, lê belê gelek tiştên ku weke çalakî tê bilêvkirin nakevin nava kategoriya çalakiyan. Eleqeya xwe bi çalakiyê nîne. Ti bandora xwe nîne. Çapemenî nebe, bandora xwe qet nabe, kes nabihîze jî. Ya ku bi navê çalakiyê tê kirin, ji bilî weşana çapemeniyê û derdora xwe bandorê li kesî nake. Ma ji vê re çalakî dikare bê gotin? Çalakî ew e ku bandorê li derdorê dike. Çawa ku em vê bernameyê çêdikin, çalakiyê ji bo çapemeniyê dike. Li cihekî welê girtî, kes nabihîze, radibe dişîne çapemeniyê, çapemenî dema diweşîne yên lê temaşe dikin pê dihesin. Jê bandor jî nabin, tenê gotina wê dibihîzin. Bi dîtina min divê mirov rexneyê li çapemeniyê jî bikin. Çapemenî jî dibe hevpar ji vê re. Bi rengekî nebaş dibe hevpar. Çi datîne pêşiya wê, dixwe. Nabêje gelo nirxê wê yê nûçeyê heye yan na, ez çima vê didim? Diweşîne, çi tê şandin diweşîne. Xeteke xwe nîne. Bi vî rengî nabe. Di afirandina xeteke bi vî rengî ya çalakiyê de çapemenî, bi taybetî çapemeniya dîtbarî pareke xwe heye. Divê sererastkirin ji wir jî bê kirin. Biçûk jî be ya ku bi rastî jî çalakî ye, bandorê li derdorê dike, ya ku qîmetê xwe ya nûçeyê hebe divê bê weşandin. Yên din çima dibin? Bila nedin. Çima wê bidin? Helwesta rast ev e. Naxwe ewqasî mezin nedibû. Berê, dema ku çapemenî ewqasî tine bû, kesî bi vî rengî nedikir. Ev yek dûrketina ji xeta çalakiyê ye, dejenerebûyîn e. Hebûna çapemeniya dîtbarî vê yekê diafirîne. Ji ber ku çapemenî bala xwe nade vê, ev nêzîkatî hate teşwîqkirin. Mijareke ku divê mirov gelekî li ser bisekine. Mînak, yên ku dibêjin em ê çalakiyê bikin; tiştên ku bi navê çalakiyê hatine kirin ti eleqeya xwe bi kar re nîne. Kar nîne, tenê gotin heye. Ji ber wê nivîsandibû; bang heye, gilî heye. Tiştekî pratîkî nîne. Çalakiya pozîtîf qet nîne, avakarî qet nîne. Hewldaneke bi vî rengî nîne. Tevgera Komînal, Tevgera Demokratîk a Komînal daxistin asteke gotinê. Yanî; dema te got tu bû komîn. Weke ku bibêje, ‘navê komînê lê bike, tu yê bibe komîn’. Çi eleqeya xwe pê heye. Nava têgehan bi vî rengî tê valakirin. Yên ku ti eleqeya xwe bi komînê nîne, heta bi ruhê ezezîperest e, milkperest e radibe qala komînê dike, dibêje em bûn komîn. Çi eleqeya xwe pê heye, kî kê dixapîne? Jiyana komîn jiyana hevpar e, jiyana parvekirinê ye. Hilberîna parvekirinê ye, civakîbûn e. Li şûna karê komînê bike, navê komînê bilêv dike û derbas dibe. Nakeve nava civakê, bi civakê re nîqaş nake, vegotin, perwerde nîne. Civak wê çawa bi pêş ve bê birin? Tişta ku min ji wan rexneyan fêhm kir bi vî rengî ye. 1, neçûna nava civakê, 2 avakirin, çalakiya pozîtîf qet nebû. Herî dawî jî ya daxuyanî, yan jî çalakiya şermezarkirinê li pey dimîne. Meşek, dibêje min ya heyî şermezar kir, ewqas. Ew jî bi sînor e, sînorekî xwe heye. Ew şermezarkirin hinekî teşhîr dike, carekê dike, em bibêjin cara duyemîn dike. Lê cara sêyemîn, çaremîn êdî ti wateya xwe namîne. Cara sêyemîn, çaremîn dema ku bandoreke xwe hebe, guhertinek hebe wê bi wate bibe. Naxwe bandora xwe dişikê. Bi vî rengî nabe. Mesela niha komkujiyên ku şerê taybet di şexsê jinan de dike têne nîqaşkirin. Me ev şopand. Min berê jî hewl dabû hinekî rewşa ciwanan rexne bikim. Sê, çar ciwan li hev kom dibin dibêjin em li dijî şerê taybet dest bi pêngavê dikin, daxuyaniyekê dixwînin, piştre tu lê dinere ew careke din nayên dîtin. Pratîkeke wan nîne. Eger pratîk bikira, li dijî şerê taybet têbikoşiya wê bi vî rengî bibûya, Kurdistan wê biketibûya vî halî, li dijî civaka Kurd wê ewqas êriş karîbûya bihata kirin? Li dijî jin, zarok û nirxên civakê wê êrişên bi vî rengî bihata kirin? Nedibû. Ev rast nîne bêguman. Me ew nirxandin erênî dît, em nîqaş dikin, hevalên me jî nîqaş dikin. Di xeta çalakiyê de sererastkirin wê çawa bibe, nîqaş dike. Ji ber ku dihate gotin, eger tu neke tu yê bibe oportonîst. Ji bo mirov nebe oportonîst divê sererast bike. Lewma ciwan, ciwanên Apoyî divê dersê ji van derxînin, xwe perwerde bikin. Wê çawa karibe xwe bike hêza çalakiyê? Divê lê binere bê çalakiya kiriye encameke çawa bi xwe re aniye. Eger encamek jê dernakeve, wê demê qîmeteke wê ya çalakiyê nîne. Kî çi dibêje bila bêje. Divê ciwanên welatparêz, ciwanên Apoyî ji vê helwestê bawer nekin, nebêjin filan tişt çalakî ye. Bila ji vê nirxandinê encamê werbigirin. Bi rastî jî bila gotinên xwe bi cih bînin, karê xwe jî bilêv bikin. Bila gotin û karê wan ji hev qut nebe. Ji ber ku sekna Apoyî ev e. Xeta rast a şoreşgerî û welatparêziyê teqez ev e. Rêber Apo ji vê re got, rêbaza ‘dema ku dike difikire, dema ku difikire dike’. Rêbaza ku perwerde, çalakî û rêxistinbûn di nava hev de ye. Rêbaza ku gotin û çalakî yekpare ye. Li ser vê bingehê em jî di asta rexnedayinê de ne. Em jî pratîka berê dinirxînin, hewl didin hêza xwe ya fêhmkirinê xurt bikin. Em hewl didin asta xwe ya pratîkbûnê jî li gorî vê sererast bikin.

Dema ku qala xeta rast a pratîkê tê kirin, şehîd tê bîra mirovan. Em di meha şehîdan de ne. Di şexsê Qasim Engîn û Masîro de em bi nirxandina şehîdan bernameya xwe biqedînin.

Rêber Apo got, jiyana rast şehîd bi xwe ne. Şehadet şahîdiya rastî û serketinê ye. Ji vê re şehîd tê gotin. Şahidiya ji vê yekê re îfade dike. Lewma eger şehîdê dozekê, şehîdê armancekê hebe, rastiya wê, mafdariya wê, hêza wê ya serketinê derketiye holê. Mirov vê dibînin û welê tevlî dibin. Bi vî rengî canê xwe feda dikin. Şehîd ji vê re tê gotin. Rêber Apo bi vî rengî pênase kir. Û got ku PKK partiya şehîdan e. Anî ziman ku şehîd bi şêweyê PKK’ê dijî. Partiya şehîdan PKK hate fesixkirin, lê belê kongreya 12’emîn dema ku partî fesix kir, şehîd emanetî gel kir. Got, xwediyê van nirxan hûn e. Ji xwe nirxên we ye, me afirand, niha heta dawiyê xwedî li van nirxên xwe derkevin. Wê rê nîşanî we bide. Nirxên we yên rast ev e. Ev ji gel re got û bêguman PKK a şehîdan dewam dike. Pêşengiya şehîdan dewam dike. Xeta rast xeta şehîdan e. Bi dewamî xwe dixe pratîkê. Divê em vê bibêjin. 18’ê Gulanê roja Şehîdan bû. Salvegera 49’an a şehadeta hevrê Hakî Karer bû. Em ketin sala 50’emîn a wê şehadeta mezin. Meşa azadiyê ya ku bi pêşengiya şehîdan, bi karwanê şehîdan destpê kir, nîv sed sal li pey xwe hişt. Di şexsê hevrê Hakî Karer de hemû şehîdên xwe bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Gel xwedî li şehîdên xwe derdikeve, divê hîn bêhtir xwedî lê derkeve, hîn bêhtir bi xwerexnekirinê nêzîk bibe. Divê em hewl bidin şehîdan fêhm bikin. Nêzîkatiya rexnedayinê ev e. Tevgera me tevgereke Rêbertî û şehîdan e. Rêbertî û rastiya şehîdan a rast nîşan dide. Di roj û meha şehîdan de eger em xeta şehîdan hîn rast fêhm bikin, hingî em ê bi rengê herî rast xwedî lê derketibin, em ê hîn bêhtir xwe nêzî şehîdan bikin. Divê em bi vî rengî bin. Di her roja meha Gulanê de bi dehan şehîdên me yên mezin hene, ji 1’ê Gulanê heta bi 31 Gulanê. Têkoşîna Şoreşger a Ciwanên Tirkiyeyê jî xwedî şehîdên mezin e. Ji rabûn û pêngava Rêber Apo re bûn wesîle. Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan di 6’ê Gulanê de hatin darvekirin ku hingî Rêbertî girtî bû. Îbrahîm Kaypakkaya li zindana Amedê bi êşkenceyê di 18’ê Gulanê de hate qetilkirin. Li pêşiya me 31’ê Gulanê heye, Sînan Cemgîl û hevalên wan hatin qetilkirin, ku gerîlayên destpêkê bûn, weke hêviya mirovahiyê dihatin pênasekirin. Hêviya destpêkê ya gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê bûn, şehîd bûn. Wan jî bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Her roja Gulanê roja şehîdan e. Her roja salê jî bi vî rengî ye. 25’ê Gulanê fermandarê leheng ê Serhedê hevrê Cemşîd şehîd bû, di salên 1980’î de. Milîtanên mezin ên şer bûn. Her wiha hevrêyên ku fedaîtî kirin hebûn. Hevrê Êriş û Andok, wan jî deng vedan, di roja 25’ê Gulana 2012’an de bû. Piştre 27’ê Gulanê weke ku we got heval Qasim û Masîro şehîd bûn. Van şehîdan hemûyan, hevrê Qasim û Masîro bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Salvegera 6’emîn a şehadeta wan e. Endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê bûn. Fermandarî kirin. Hevrê Masîro di nava şerê herî giran de fermandarê serketî bû. Li her derê bi vî rengî bû. Li Botanê li cihên herî zehmet. Di şer de têk neçûn, dijmin ewqasî êriş kir, kir nekir nekarî têk bibe. Lê belê li cihekî derveyî şer, li cihekî weke perwerdeyê şehîd bû. Ji xwe li qada şer kesî nikarîbû bi wan. PKK’ê, Rêber Apo pêşeng û fermandarên bi vî rengî afirand. Ji nava hembêza gelê Kurd jin, mêr milîtanên bi vî rengî rabûn. Divê mirov van nas bikin. Divê mirov ji jin, ciwan û gel re qala van bikin, baş bidin naskirin. Hevalê Qasim jî hevalek bû ku her kar dikir. Yek ji Botanê bû, yek jî ji Torosan hatibû. Li Ewropayê mezin bûbû, xwendibû. Li Ewropayê di nava ciwanan de jî cih girtibû. Bi her awayî, ji sporê heta bi hunermendiyê, ji teorisyeniyê heta bi şervaniyê, heta fermandarî û perwerdekariyê çi kar hebûya ew kir. Gelekî çalak bû. Divê mirov rêbaza karkirinê ya hevalê Qasim baş fêhm bikin. Rêber Apo ji bo hevalê Mazlûm got, rojê 500 rûpel dixwend. Bi rastî jî hevalê Qasim karê 5 kesan dikir. Gelek kar bi hev re dikir. Aqlekî wî yê bêhempa hebû. Çi li ku ye, li ku tê peydakirin, ev peyda dikir. Divê mirov nas bike. Wezîfeya me naskirin, danasîn û fêhmkirina şehîdan e. Bi taybetî ciwan bila van milîtanên mezin ên pêşeng baş nas bikin. Ji ber ku ji wan dikare hînî rastiyan bibin. Her tim wê rê nîşanî me bidin. Rastiya me ya zindî ne, wê her tim bijîn. Çima ewqasî hewl didin PKK’yiyan tine bikin, min fêhm nekir. Gorên wan jî tine bikin, hestiyên wan jî piranî tine kirin, em zanin li ser gelek ji wan avahiyan jî lê dikin. Yanî nirxê mirovahiyê qet nemaye. Hurmeta li miriyan nemaye ji aliyê dijberê me ve. Lê ev şehîd hatin naskirin, xwe bi xwe vegotin. Hişmendiyeke welê afirî ku her roj dikare bi dehan ciwanan perwerde bike. Dîrokek, danheviyek hate afirandin. Ev danheviya azad a Kurd e. Kes nikare vê belav bike. Bi pêşengiya şehîdan ev danhevî wê her tim hebe. Lewma yên ku hesabê ’em ê qirkirina Kurdan bimeşînin, em ê Kurdan tasfiye bikin, îmha bikin’ dikin, ji bilî windakirinê nikarin tiştekî bi dest bixin. Şehîdên me yên leheng ev rastî ji bo me afirandin. Hevrê Hakî Karer û di şexsê wî de şehîdên me hemûyan di meha Gulanê de careke din bi hurmet û minet bi bîr tînim û dibêjim ‘Şehîd namirin’.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bêrîvan Îsmaîl: Ev hilbijartin nûnertiya gelê Kurd nake
Nûçeya Pişt re ‘Dixwazin bikin ku muxalefeta bingehîn nebe navnîşana çareseriyê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Keskîn: Dayikên Kurd ên kal û nexweş di qawîşên germahiya 40 pileyê de tên ragirtin

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a ku serdana sê dayikên Kurd ên li Girtîgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Walîtiya Stenbolê ragihand ku di erdhejan de 151 kes birîndar bûne

Walîtiya Stenbolê ragihand ku tu kes di erdhejên pey hev de jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şengalê pîrozbahiya Çarşema Serê Nîsanê dest pê kir

Bi hezaran Êzidiyên Şengalê di roja kewna dinyayê ango di Çarşema Serê Nîsanê de ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Dixwazin bikin ku muxalefeta bingehîn nebe navnîşana çareseriyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Navenda Giştî ya CHP’ê 24 kes ji kar hatin derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Zanist

Lêkolîn: Kêmtir xerckirina kaloriyê dikare jiyaneke dirêjtir û saxlemtir peyda bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?