Li navçeya Melikgazî ya Kayseriyê di encama lihevketina otobusa rêwiyan û tankera benzînê de 35 kes birîndar bûn.
Otobusa ji Cizîrê diçû Enqereyê û tankera benzînê li Çerxerêya Sanayiya Organîze ya Kayseriyê li hev ketin. 35 kesên birîndar, rakirin nexweşxaneyan.

