Taziyeya sê rojî ya ku ji bo gerîlayên di cih û demên cuda de şehîd ketine li Amedê hatibû vedan, bi merasîmeke mezin û bi heybet bi dawî bû. Bi hezaran kes tevlî taziyeyê bûn û di nav van sê rojan de ji devê gel tenê gotina “Şehîd Namirin” derket.
Amedî bal kişandin ser wê yekê ku bi xêra têkoşîn û bedelên mezin ev roj hatine afirandin; wan destnîşan kir ku tevî her cure zext û zehmetiyan jî ew ê têkoşîna aştiyê mezin bikin û tu carî rê nedin ku bîranîna şehîdan bê ji bîr kirin.
Beşdarên taziyeyê hem derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, hem jî ser taziyeyên ku li çar aliyê Kurdistanê tên vedan nêrînên xwe anîn ziman.
‘BILA EV PÊVAJO BIGIHÊ SERKEFTINÊ’
Turkan Dogrudemîr, diyar kir ku ev taziyeya sê rojî ji bo wan bûye mîna neynika ku êşên berê careke din di dilê wan de nû kirine û wiha dewam kir, “Me di van sê rojan de 50 salên borî careke din ji nû ve jiya û her tişt hat ber çavên me. Xwezî me her tim bi vî rengî taziyeyên xwe vedana û em rastî astengiyan nehatana. Gelek cenazeyên me hebûn ku me nekarî taziyeyê wan danin û veşêrin. Îro me ew hemû ji nû ve jiyan.
Êdî em dixwazin ku ev êş bi dawî bibin. Ji aliyekî ve hêviya me gelek e, ji aliyê din ve jî heta niha fikarên me hene. Îro dayikên ku van êşan dijîn dîsa jî dibêjin aştî. Em bi vê têkoşînê bawer dikin û hêviya me mezin e. Ev êş jî ev hêvî jî ya me hemûyan e. Bila cenaze neyên, dayik neêşin. Bila ev pêvajo bi dilpakî û duristî bê meşandin. Em dixwazin daxwaza dayikan a aştiyê êdî pêk bê.”
‘JI BO JIYANEKE AZAD EV BEDEL HATIN DAYÎN’
Nesrettîn Ege, jî anî ziman ku ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane hatine cem hev û wiha axivî, “Îro em ji bo şehîdên xwe li vir in. Îro ji bo me hemûyan rojeke dîrokî ye û bi hezaran kes bûn şahidê vê yekê. Îro gel xwedî li şehîd û têkoşîna xwe derket. 50 sal in gelê Kurd aştiyê dixwaze lê dijminên vê gelî ev nexwestin. Lê aştî jî serkeftin jî ya me ye.
Wêneyên li vir kurteya her tiştî ne. Daxwaza me ya herî mezin aştî ye, em naxwazin kes bimire. Şehîdan ji bo jiyaneke azad û axeke azad ev bedel dan. Ji îro û pê de em dixwazin zarokên me li axeke azad bijîn. Gel îro hem di şînê de hem jî di têkoşînê de ji nû ve bû yek. Gelê Kurd bi salan e têkoşîneke mezin dimeşîne. Me bi têkoşîna xwe hemû zilm û êrîş vala derxistin û ev têkoşîn dê her tim berdewam bike.”
‘DIVÊ JI BO AŞTÎ HÊ BÊHTIR GAV BÊN AVÊTIN’
Derwîş Demîralp jî nêrînên xwe bi van gotinan anî ziman, “Dema em hatin vê taziyeyê, me ew êşên ku bi salan e di dilê me de bûn careke din bi bîr anîn. Êşên me tu carî bi dawî nabin û nayên ji bîr kirin. Êş ji bo herkesî êş e, em hemû di heman keştiyê de ne. Ji ber vê yekê divê herkes mîna me daxwaza aştiyê bike û xwedî lê derkeve. Em welatek û geleke ku tîbûyî aştiyê ne.
Pêvajoya ku em niha tê de ne, pêvajoyeke ku pir dereng mayî ye. Ev pêvajoya ku bi bangawaziyê dest pê kiriye, gelekî hêja ye, lê divê dilpakî û gavên girîngtir hebin. Niha li çiyayan gerîlayên me hene, divê vegera wan a bê şert û merc bê misogerkirin. Divê girtiyên ku bi salan e di girtîgehan de ne serbest bêne berdan û sepana poşmaniyê bi dawî bibe. Ez alîgirê wê yekê me ku divê dewlet gavên wêrektir baveje. Ev êşa ku em tê de ne ji bo herkesî heman e. Divê aştî di vê xalê de hevpar be. Divê guh bidin daxwazên gel.”
‘BILA ŞEHÎD NEYÊN JI BÎR KIRIN’
Şadiye Kiyar, jî anî ziman ku ew ji bo şehîdên xwe li hev kom bûne û wiha domand, “Me heta îro tenê zilm û zehmetî dît. Gundên me hatin şewitandin, em hatin koçberkirin û zarokên me hatin qetilkirin. Tevî her tiştî em li vir in, li pey zarokên xwe û li ser axa xwe ne. Ev şehîd, şehîdên me hemûyan e, şehîdên gelekî ne. Em aştiyê dixwazin, êdî bila kes nemire. Zarokên me êş kişandin, lê bila neviyên me heman tiştî nejîn û dayik negirîn.
Bila êdî xwîn nerije, ciwan nemirin. Dayik tevî her tiştî bi serbilindî radiwestin û daxwaza aştiyê li her derê tînin ziman. Em bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin û di vê rêyê de me ciwanên xwe feda kirin. Em ê tu carî ji rêya xwe paşde gav neavêjin. Divê malbat û gel li her derê şîna xwe dane û xwedî li şehîdên xwe derkevin. Me ji dilê xwe parçeyên mezin winda kirin.
Keça min şehîd ket û min heta niha gora wê nedîtiye, taziyeya wê jî me nekarî em danin. Bila şehîd neyên ji bîr kirin. Tevî her tiştî em dixwazin ev pêvajo berdewam bike û em aştiyê dixwazin.”

