Ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Mizgefta Sultanbeyazit a li navçeya Başakşehîr a Stenbolê taziye hate danîn.
Ji xeynî malbatên şehîdan, gelek kes beşdarî taziyeyê bûn. Wêneyên şehîdên têkoşîna azadiyê li ser maseyan hate danîn.
Taziye piştî duayan û sersaxiyên hatin kirin, bi dawî bû.

