Komîsyona Jinan û Destûra Bingehîn ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate avakirin, ji bo bang bike ku jinan jî di nava komîsyonê û pêvajoya amadekirina destûra bingehîn a nû de cih bigirin, li Qesra Cemîl Paşa civîneke çapemeniyê lidar xist. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Çareserî bêyî hiqûqê, hiqûq bêyî jinan nabe” hate vekirin û nûnerên gelek saziyan tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî bi Kurdî ji aliyê perwerdekara Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Şeveşoglû, bi Tirkî jî ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd şer mohra xwe li 40 salên dawî yên Tirkiyeyê xist û avaniya çandî, civakî û siyasî bi temamî li gorî vî şerî diyar bû.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku civakîbûna aştiyê ji her demê bêhtir pêwîstiya vê serdemê ye û got, “Pêvajoya civakîbûna aştiyê, ji daxwazeke bi tenê, ji gaveke bi carekê bêhtir têkoşîn û karekî demdirêj ê bi israr e, avakirina tifaqan e, berfirehkirina torên tifaqan e. Jinên li vê erdnîgariyê ji zîhniyeta serwer a mêr, ji kapîtalîzm, mîlîtarîzm, şovenîzm û olperestiyê gelek zilm dîtine û li hemberî vê yekê têkoşiyan e. Ji kuştina jinan heta bi xizaniyê, ji êrîşên nefretê heta bi tinehesibandinê, ji desteserkirina keda jinê heta bi tundiya li her qadê me 10 salên gelekî zehmet derbas kir. Piştî her pêvajoyeke aştiyê ya ku bi ser nehate xistin, pêla mîlîtarîzm, şer, tundî, şovenîzm û neteweperestiyê hîn bilind bû. Ji ber vê jî di nava 10 salên dawî de pêvajoyeke hilweşîner a gelekî giran qewimî. Li gel vê yekê jî me ji bo kêliyekê jî dest ji têkoşînê bernedan.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tevgera Jinên Azad hem xwedî daxwazên aştiyê ye, hem jî hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye û got, “Lewma haya xwe ji girîngiya mezin a banga aştî û civaka demokratîk heye ku muzakerevanê sereke yê pêvajoya aştiyê Birêz Abdullah Ocalan kir. Hewldana civakîkirina aştiyê jî ji xwe re weke wezîfeya polîtîk a eslî dibîne. Em zanin ku avakirina aştiyê ne tenê li Tirkiyeyê dibe, bi îradeya siyasî û jiyana Kurdên li çar parçeyan têkildar e. Di vê çarçoveyê de hem li nava Tirkiyeyê hem jî li derveyî sînor li dijî hemû hewldanên mîlîtarîst û operasyonên leşkerî, ji bo bi perspektîfeke enternasyonalîst bi hevalbendên xwe re koalîsyoneke aştiyê ava bikin, em ê têbikoşin. Em zanin ku avakirina aştiyê pêvajoyeke demdirêj e, di oxira aştiyeke bi rûmet de bi hesreta avakirina cîhaneke wekhev û nû, em ê têbikoşin. Em bi giraniya barê xwe zanin û xwe amade dikin ku li gorî vê giraniyê dest bi meşeke dirêj bikin.”
Di daxuyaniya Komîsyona Jinan û Destûra Bingehîn de hate destnîşankirin ku li Tirkiyeyê pêwîstiya her kesî bi aştî û demokrasiyê heye û hate gotin, “Em zanin ku pêvajoyên avakirina aştî û civaka demokratîk tenê li ser zemîna siyasî û hiqûqî ya xurt dikare pêk were. Hem ji bo demokratîkbûnê, hem ji bo avakirina aştiyê, hem jî afirandina peymaneke civakî ya nû, ji bo avakirina vê zemîna hiqûqî û siyasî em ê heta dawiyê têbikoşin.
Banga me li jinan hemûyan e ku ji aştiyê bawer dikin; em bi bawerî, fikar, bendewariyên ji aştiyê, rexneyên xwe nîqaşan xurt bikin û gotina xwe bikin yek. Em tevgera jinên kurd xwedî wê danheviyê ne ku vê nîqaşê mezin bikin, bi biryar in ku gotina jinan bigihînin nava nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû, bang dikin ku ji bo civakîbûna aştiyê, jinên li vê erdnîgariyê ne têkoşîna xwe hevpar bikin. Baweriya me tam e ku li vê xakê jiyana hevpar û wekhev a bindestan bi pêşengiya jinan ava bikin. Banga me li wan jinan e ku vê baweriya me parve dikin.”