Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Olî ya Serokatiya Karên diyanetê hefteya derbasbûyî di xutbeya Înê de qala mafê mîrateyê yê jinan kir û bi vî rengî bû cihê nerazîbûnan. Di xutbeyê de got, ‘Bêyî erêkirin û dilê aliyan be, guhertina pîvana mîrateyê ya ku Xwedayê me daniye, li dijî edaleta îlahî ye.”
Daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç jî dişibe daxuyaniyên Diyanetê yên li dijî jinan. Tûnç mafê mîrateyê yê li Qanûna Medenî ya Diyanetê kir hedef û anî ziman ku ew dixwaze di mijara cihêbûnê de ‘navbeynkariya malbatê’ li vî welatî bi cih bike. Hinceta Tûnç jî ew e ku dixwaze bi rêya vê yekê di dozên cihêbûnê de demê kurt bike.
Endama Komîsyona Jinan a OHD’ê parêzer Sîda Yildiz li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Yildiz anî ziman ku doza bidawîkirina hevkariyê yek ji wan mijaran e ku di nakokiyên hiqûqî yên li ser mafê mîrateyê de ew gelekî lê rast tên û got, “Beriya vekirina doza bidawîkirina hevkariyê, serlêdana li saziya navbeynkariyê ji aliyê qanûnî ve weke şert tê ferzkirin. Dibêjin, tu yê destpêkê serî li saziya navbeynkariyê bide. Eger li wir lihevkirin nebe hingî dikare dozê veke. Piştî ku şertê serlêdana li saziya navbeynkariyê hate ferzkirin, gelek jin di hevdîtinên navbeynkariyê de ku bi kek û birayên xwe tevlî dibin, rastî zexta mêr ê xwedî para mîrateyê tên. Baroya Stenbolê ji xwe bal kişandibû ser vê yekê û daxuyanî dabû.
Jin di nava civakê de li zexteke welê tên ku dema mafê mîrateyê dixwaze, weke ku tiştekî şerm dike, tê dîtin. Bi vî rengî gelek jin ji gelek mafên xwe bêpar têne hiştin. Jin bi zextên hestewarî û manîpulatîf digihêjin wê astê ku bibêjin, ‘Bila birayê min hîn bêhtir parê werbigire, ew ne girîng e. Xwişkên min qebûl nekin, ez jî qebûl nakim’. Mixabin em li rewşeke bi vî rengî jî rast tên. Jineke ku ji aliyê hiqûqî ve piştgiriyeke xwe ya têrker nîne, neçar têne hiştin ku ji para mîrateyê tenê beşeke biçûk bistîne û neçar bimîne ku ji vê yekê razî bibe.
Weke ku ji xutbeya dawî ya Serokatiya Karên Diyanetê jî tê fêhmkirin, daxuyaniyên ji bo piştevaniya bi mejiyê mêr ê serwer û kolekirina jinê zêde bûne. Tiştekî nû nîne, lê belê divê bê zanîn ku jinan bi hêsanî mafên xwe bi dest nexistin. Ev maf di encama têkoşînê de bi dest xistin û di vê oxirê de canê xwe dan, lewma em ê van destketiyan teslîm nekin.”
Yildiz bi dewamî işaret bi daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç jî kir û got, “Bêguman hemû bi hev ve girêdayî ne. Girêdayî xutbeya Serokatiya Karên Diyanetê yek ji guhertinên hiqûqî yên ku tê xwestin bê kirin û bandoreke neyînî li jinan bike, navbeynkariya malbatê ye. Di navbera daxuyaniyên têkildarî van guhertinên hiqûqî de têkiliyek heye. Serokatiya Karên Diyanetê ne cara yekê ye ku vê dike. Hewl da dest li mafê mîrateyê û kincên jinê werde. Herî dawî bi navê ‘sala malbatê’ hewl da dest li mafên qezençkirî yê jinan werde. Bi biryareke bi tenê Tirkiye ji Peymana Stenbolê hate vekişandin. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Ev wêrekî ji vir tê wergirtin û divê bê zanîn ku em ê ti carî ji mafên xwe tawîzê nedin.”
Yildiz got, “Ev yek gav û hewldanek ji bo ‘îqnakirin’, ‘hewldana îqnakirina’ wan jinan e ku dixwazin cihê bibin” û bi vî rengî dewam kir, “Weke ku tê zanîn, Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç anî ziman ku wê navbeynkariya malbatê weke pêşniyarekê di dema nû ya qanûndanînê de pêşkêşî meclîsê bike. Salên dawî di dozên cihêbûnê de ku zêde bûne, em zanin ku pêvajoya dozê salan dewam dike. Lê belê ev yek encamek ji aqlê mêr e. Em di pêkanînê de vê rastiyê dibînin. Sedema dirêjbûna doza cihêbûnê daxwaza mêr e ku dixwaze mal birevîne. Me gelek caran dît ku malên di dema zewacê de hatin bidstxistin, ji parvekirina jinê hatin revandin. Mêr hene ku naxwazin nafakayeke biçûk jî ji bo zarok an jî hevjîna li ber cihêbûnê ye bide. Ji ber ku mejiyê mêr ji dayina nafaka û tazmînatê direve, ev pêvajoyên dozê dirêj dibin. Ev rewş mafê nafaka û tazmînatê dixe metirsiyê ku ji mafên girîng ên qezençkirî ne. Bi rêya vê guhertinê re dixwazin mafê nafaka û tazmînatê yê jinê jê bistîne ku qet nexebitî bû, di temenê ciwantiyê de hatibû zewicandin û li tundiyê rast hatibû. Navbeynkariya malbatê her çend weke rêyeke lihevkirin û bêguneh bê dîtin jî ev yek xwedî gelek rîskan e û em jin ji vê yekê bi fikar in.
Wezîrê Edaletê weke sedema ferzkirina navbeynkariya malbatê, dirêjbûna pêvajoya cihêbûnê nîşan dide, lê belê di nava sîstema hiqûqê de pêwîstiya me bi navbeynkariya malbatê nîne. Yanî navbeynkariya malbatê tê wateya mecbûrhiştinê. Wê bibe tiştekî welê ku jin bê îqnakirin.”
Yildiz anî ziman ku di hevdîtinên navbeynkariyê de îfadeyên erênî yan jî neyînî yên aliyan têrker tê dîtin û got, “Di pêvajoyên doza cihêbûnê de, eger tundî li jinê hatibe kirin, jin qet nebe wê şensê dibîne ku derkeve pêşberî dadger û dozger û xwe îfade bike. Bêguman di pêkanînê de kêmasî gelekî zêde hene, wê cihê dinirxînim, lê belê eger navbeynkariya malbatê bikeve meriyetê jin wê bi rîskeke welê re rû bi rû bimîne ku gelek mafên xwe ji dest bidin.”