Li Kurdistanê gelek projeyên Santralên Hîdroelektrîkê (HES) hatine çêkirin û hîn jî tên çêkirin. Ev projeyên ku li gelek bajaran hene bi mîlyonan mirov neçarî koçberiyê dikin, gelek gund di bin avê de hiştin û erdên çandiniyê wêran kirine. Her çiqasî tenê li Sêrtê heşt bendav hene jî, li her zozanên bajêr projeyên HES’ê tên plankirin. Bendava Ilisuyê ya ku di sala 2020’an de dest bi xetabê kir, tevî navçeya dîrokî ya Heskîfê li 3 bajaran rê li ber wêranî û koçberiyê vekir û ji bo cotkarên herêmê ji bilî zirarê ti tiştekî din bi xwe re neanî. Bendava Ilisuyê ji bo cotkarên herêmê ji bilî zirarê ti tiştekî din bi xwe re neanî. Fistiqên Sêrtê yên ku beriya bendavê bi tama xwe ya xweş dihatin nasîn, piştî ziwabûna ji ber bendavê dirizin û reş dibin. Cotkarên ku ji dema destpêkirina bendavê ve nekarîne fistiqên xwe berhev bikin, bi koçberiya kar re rû bi rû ne.
XELKÊ HERÊMÊ BI XÎZANIYÊ RE RÛ BI RÛ YE
Mehmet Siddik Evîn ê ku nêzîkî 30 sal e debara xwe bi fistiqan dike, yek ji cotkarên ku ji vê zirarê bandor bûne ye. Mehmet Siddik Evîn ê ku bi salan e ji baxçeyê xwe yê fistiqan debara xwe dike diyar kir ku bi taybetî di salên dawî de gelek zirar dîtine. Mehmet Siddik Evîn anî ziamn ku ji ber hişkesaliyê û kêmbûna avê fistiq reş bûne û ji ber bendavê xelkê herêmî bi xîzaniyê re rû bi rû ye.
FISTIQ TEVÎ ŞEWITÎN Û BAXÇE ZIWA BÛN
Siddik Evîn ev tişt anî ziaman: “Berê pir baş bû. Ez 30 sal in bi fistiqan debara xwe dikim. Bi taybetî piştî Bendava Ilisuyê fistiqên me êdî şîn nabin. Ji sedî 70 mirovên li vir debara xwe bi fistiqan dikin. Van bendavan ji me re ti tiştek nehiştine. Van bendavan ne baxçe û ne jî çavkaniya debarê ji me re nehiştine. Berê berhemên me pir baş bûn, lê niha fistiq an dişewitin an jî şîn nabin. Ger ew ji bo vê yekê çareseriyekê nebînin, wê ev çavkaniya debarê ya ku di destê gelê me de maye wê winda bibe. Beriya çêkirina bendavê, hezar reklamên wê kirin. Digotin wê gel wê sûdê jê werbigire û çandinî wê zêde bibe. Lê van bendavan ji bilî xizanî, feqîrî û zilmê ti tiştekî din bi xwe re neanîn. Li her derê av heye, bendav hene, lê em li ser axa xwe Kerbelayê dijîn.”
NE DEBAR MAYE, NE JÎ HILBERÎN MAYE
Siddik Evîn anî ziman ku li gund av pir kêm bûye û wiha domand: “Li gund av tine, em nikarin heywanên xwe av bidin û hemû baxçeyên me hişk bûne. Ne debara me maye, ne baxçe, ne jî zeviyên mane. Em tenê fistiqan hildiberînin û dema ku ew nemînin, em ê bêkar bimînin. Karkerên li vir di demsala havînê de li van zeviyan dixebitin. Ger fistiq nemînin ew jî neçar dimînin ku koç bikin.
BENDAV ME NEÇARÎ KOÇBERIYÊ DIKE
Ez naxwazim axa xwe, welatê xwe biterikînim. Ev bendav me neçarî koçberiyê dike. Dema ku dewlet û şîrket dewlemendtir dibin, em jî xizantir dibin. Ger ev berdewam bike, tiştek bi navê fistiqê Sêrtê namîne. Em nizanin çi bikin, çawa debara xwe bikin.”