Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî eger bêyî derfetê berdana bi şert be, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. DMME’yê destnîşan kir ku cezayên bi vî rengî binpêkirina ‘mafê hêviyê’ ye.
Piştî biryara DMME’yê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê daxwaza sererastkirina qanûnî kir. Lê belê Tirkiyeyê di vê mijarê de hîn gavek neavêtiye.
Ji ber ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî di ber çavan re nehate derbaskirin û ‘mafê hêviyê’ nehate naskirin, Komîteyê ji 2021’ê û pê ve ji Tirkiyeyê xwest ku plana çalakiyê pêşkêş bike, lê belê Tirkiye li gorî van bangan tevnegeriya.
Komîteyê di civînên 2024 û 2025’an de hişyarî da ku têkildarî Tirkiyeyê dikare prosedura binpêkirinê bide destpêkirin. Tê payin ku Konsey meha Îlonê careke din rûniştinekê lidar bixe.
Ji Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Rezan Gezer beriya vê rûniştinê li ser nêrîna Tirkiyeyê ya li ‘mafê hêviyê’ û helwesta Komîteyê ji ANF’ê re axivî.
Rezan Gezer bi bîr xist ku ‘mafê hêviyê’ xwe dispêre parastina rûmeta mirovahiyê ye û ji bo wê yekê ye ku kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn, xwedî wê hêviyê bin ku rojekê dikarin bêne berdan û got, “Tirkiyeyê heta daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ev maf neanî ziman jî; li dadgehan weke mijareke ku sûc e, dihate dîtin. Di vê pêvajoyê de jî ji bilî bilêvkirinê tiştek nehatiye kirin.
Ji bo samîmiyeta pêvajoyê û rêveçûna wê, divê ‘mafê hêviyê’ ji bo mehkûman hemûyan derbas bibe, lê hîn jî li gelek girtîgehan berdana bi dehan mehkûman tê astengkirin. Ji bo rêveçûna pêvajoyê û piştgiriya her derdorê ya li pêvajoyê divê di mijara ‘mafê hêviyê’ de gaveke girîng bê avêtin.”
Rezan Gezer bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo dosya koma ‘Gurban’ ku Birêz Ocalan jî di nav de ye, demek dabû Tirkiyeyê û got, “Li gel Birêz Ocalan rewşa sê kesên din ên di dosya vê komê de bi vî rengî ye. Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hate birîn û derfetê berdana bi şert, ‘mafê hêviyê’ ku bi hêvî be wê rojekê bêne berdan nayê naskirin. Komîteya Wezîran ku bi kontrolkirina bicihanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e, ji Tirkiyeyê xwest ku heta Îlonê guhertina di vê mijarê de pêk bîne û mekanîzmayeke guncaw biafirîne ku ceza di ber çavan re derbas bike. Her wiha diyar kir ku eger vê neke, wê biryareke navberê bide; bi gotineke din wê pêkanînên li ser Tirkiyeyê ji aliyê Komîteya Wezîran ve bêne diyarkirin. Bêguman ev pêkanîn dibe ku ji aliyê aboriyê ve jî be.
Tirkiyeyê heta niha gavek neavêtiye. Diyar e ku têkildarî Tirkiyeyê ku di vê mijarê de lawaz maye, divê biryara navberê bê amadekirin. Ji aliyê Tirkiyeyê ve sererastkirina qanûnî ya pêwîst nehate kirin; di qanûnê de hîn jî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî bi rengê girtina heta mirinê heye û ji bo berdana bi şert ti guhertineke biçûk nehatiye kirin. Komîteya Wezîran ku heta vê astê polîtîkayeke bi bandor nemeşandiye, nediyar e bê ji niha û pê ve çi bike.”
Li ser girîngiya naskirina ‘mafê hêviyê’ Rezan Gezer got, “Ji bo bi hezaran mehkûmên siyasî û mehkûmên ku darizandina wan dewam dike, xwedî girîngiyeke mezin e. Eger ‘mafê hêviyê’ bê naskirin, hingî hin mehkûm dikarin ji girtîgehê derkevin, di darizandinan de jî piştî naskirina vî mafî dibe ku cezayên bêne dayin bêne sererastkirin. Lewma em ‘mafê hêviyê’ girîng dibînin û karê me bi giranî li ser vê mijarê ye.”
Di dawiya axaftina xwe de Rezan Gezer got, “Mafê hêviyê bi esasî hewl dide nirxên mirovî yên mirovan biparêze û derfetekê dide ku paşerojê şaşitiyên xwe telafî bike. Nenaskirin an jî tinehesibandina vî mafî wê hemû nirxan serûbin bike û bandorê li pêvajoyê jî bike û ku bi vê îdîayê destpê kiriye.”