Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Halîde Turkoglû: Em ê aştiya bi rûmet bi pêşengiya jinan ava bikin
Rojane

Halîde Turkoglû: Em ê aştiya bi rûmet bi pêşengiya jinan ava bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser banga Rêber Apo û got, "Ji bo Birêz Ocalan karibe di nava şert û mercên azad de kar bike em ê têkoşîna xwe mezin bikin û aştiya bi rûmet bi pêşengiya jinan ava bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan  (DEM Partî) Halîde Turkoglû tekildarî rojeva jinan li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da. Halîde Turkoglûyê, bi boneya 32’yemîn qetilkirina DEP’ê Mehmet Sîncar bi bîr anî û got: “Kuştina Sîncar, êrişeke li dijî daxwaza aştî, wekhevî û azadiyê bû. Faîlên rast qet nehatin darizandin. Dîroka nêz a welêt, dîroka kuştinên nediyar û parastina hêzên tarî ye.”

Bi domdarî Halîde Turkoglûyê bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û got: “Banga Ocalan banga aştiyê ye. Ev bang, ji bo hevrûbûna dîrokê û dayîna hêviyê ji Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û hemû kesan bû. Em jin ji bo mezinkirina vê hêviyê û avakirina aştiyeke birûmet dixebitin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi rûbirûbûna heqîqetan re pêkan e.”

Di berdewamê de Halîde Turkoglûyê gefên rêyedarên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Komîsyona li Meclisê divê Dayikên Aştî û Şemiyê bibihîze û gavên pêwîst zû bavêje. Aştî ne tenê ya di navbera mêran de ye; ev banga aştiyê ya bi hemû Kurdan, jinan û jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ye. Divê êrişên li ser maf û destkeftiyên Kurdan rawestin, zimanê dayikê bê parastin, siyaseta qeyûman bi dawî bibe û demokrasiya herêmî bê xurtkirin. Şoreşa Rojava gef nîne. Şerên li Rojhilata Navîn jiyana jinan tarî dikin. Êrişên li ser jinên Efxan, Îranî, Filistînî, Siwêda û Laziqiyê nayên qebûlkirin. Em Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan diparêzin. Ev şoreş ji bo Tirkiyeyê ne gef e; gefa rastî çeteyên ku jinên Elewî û Dûrzî dikujin in. Divê îradeya gelên Sûriyeyê bê naskirin.”

Halîde Turkoglûyê, diyar kir ku li Tirkiyeyê di meha Tebaxê de 23 jin hatinê kuştin û 44 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Halîde Turkoglûyê, wiha dom kir: “Di bingeha van kuştinan de polîtîkayên piştgiriya desthilatiya zilaman dike hene. 36 milyon çekên bêrûxset hatinê tespîtkirin. 36 milyon çekên bêrûxst jiyana jinan dixin metirsiyê. Siyasetên ku çekan belav dikin û çetebûnê teşwîq dikin, jinan dikin armanc. Doza edaletê ya Rabîa Naz 7 sal in bêbersiv e. Em ê destûr nedin ku dosyeyên jinên kuştî bên girtin.”

Halîde Turkoglûyê bertek nîşanî fetwayên Serokatiya Karên Diyanetê ya ku jinan hedef digire da û axaftina xwe wiha qedand: “Diyanet jinan hedef digire. Diyanet bi xutbeyên xwe ve dijminatiya jinan gur dike û mafên jinan binpê dike. Ev sazî, baweriyê, ji bo hedefnîşandana jinan bikar tîne. Mafên jinan ne mijara xutbeyan e. Armanca wan ew e ku jinan bêdeng bikin û di malê de bigirin. Em ê li hemberî van polîtîkayan têbikoşin. Mafên tenduristiyê yên jinan tên astengkirin. Li Nexweşxaneya Meramê, bijîşkekê ji ber cilên keçekê wê muayene nekir. Ev yek, nîşaneya rizîbûna polîtîkayên tenduristiyê ye. Em ê vê yekê bişopînin. Em ê teşhîr bikin. Ji bo çareseriyên mayînde, divê ÎLO 190 bê îmzekirin û li dijî tundiyê têkoşîn bê mezinkirin. Em ê aştiyê bi pêşengiya jinan ava bikin. Jin, ji bo aştiyeke birûmet, li dijî xizanî, bêkarî û polîtîkayên zayendperest têdikoşin. Em ê li her derê têkoşîna xwe bilind bikin û aştiyê bi pêşengiya jinan ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ciwanên Rojava wê li Ewropayê bêne temsîlkirin
Nûçeya Pişt re Mehmet Sîncar di salvegera 32’emîn a qetilkirina xwe de hate bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komalên Ciwan ‘fermandarê ciwanan’ Ronî Gever bi bîr anî

Koordînasyona Komalên Ciwan femandarê ciwanan Ronî Gever û hevrêyên wî bi bîr anî.

Ji aliyê Stêrk TV

PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran şandin Lacan û Xebatê 

Li gorî Rojnewsê, PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran li gundê Lacan û navçeya Xebatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî Kobanê û Til Temirê êrîş: Kesek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker bi dironekî xwekujî êrîş Kobanê kir. Di encama êrîşê de welatiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?