Ji malbatên şehîdan Abdûrrahman û Hediye Kaya ku bi dehan sal in dewlet zext û zordariyê li wan dike, bal kişandin ser xwedîderketina gelê Kurd a li doza xwe û gotin, ew ji vê rêyê poşman nînin.
Ramazan Kaya hîn 17 salî bû li gel heft hevalên xwe di sala 1983’an de tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Ramazan Kaya sala 2000’î li Elkê di şer de şehîd bû. 8 sal piştî tevlîbûna apê xwe Semîha Kaya tevlî nava refên gerîla bû û sala 1993’an şehîd bû.
Abdûrrahman Kaya û hevjîna wî Hediye Kaya ji ANF’ê re qala têkoşîna xwe kirin ku li gundê Dera Çomera ya Mêrdînê destpê kir.
Abdûrrahman Kaya anî ziman ku dema li Dera Çomera sewalkarî dikir, bar kirin gundê Kertwênê û got, “Em 16-17 salan li wir bûn. Timî serdegirtin dibû, zarokên me li derve bûn. Me zarokên xwe şandin Stenbolê. Rewşa me baş bû; me genim, pembo û ceh diçand. Dijmin dest ji me bernedida, êşkence dikir. Zarokên me li me digeriyan, digotin ‘Hûn li wir tenê man, bi tenê nemînin’. Me sewalên xwe firotin û bar kirin Stenbolê, gel zarokên xwe.
‘GELÊ ME XWEDÎ LI DOZA XWE DERDIKEVE’
Em hatin Stenbolê û 20 sal in li Stenbolê ne. 50 sal in xwîn dirije. Em aştiyê dixwazin, lê belê me heta niha gaveke hatibe avêtin nedîtine. Rêberê me hîn li zindanê ye. Diviyabû ji bo aştiyê li komîsyonê bûya. Zarokên me derketin derve, şehîd bûn. Gelê me baş e, xwedî li doza xwe derdikeve. Em zanin bê çi dixwazin.”
‘EM JI RÊYA XWE POŞMAN NÎNIN’
Hediye Kaya ku li gel zext û zordariyê jî dest ji zimanê xwe berneda, bi zarok û neviyên xwe re bi Kurdî diaxive, anî ziman ku wê piştî bi salan şehadeta keça xwe bihîst û got, “Miroveke jîr û jêhatî bû. Piştî ku Amê wê çû, ew jî tevlî bû; got ez ji hevalên xwe baştir nînim û çû. Piştî bi salan min ji keça xwe ya mezin bihîst, bavê wê jê re gotibû ku keça me şehîd bûye. Em ji rêya xwe poşman nînin; ev rê rêyeke nebaş nîne. Em daxwaz û hêviya aştiyê dikin; em nebînin jî bila neviyên me bibînin.”