Kemal Pîr ne şoreşgerekî welê bû ku tenê bi nav hebû. Ew bedenbûyîna exlaqa şoreşgerî bû, ku êşa serdemê ne tenê bi gotinan dianî ziman, her wiha vediguheran çalakiyê. Fêhmkirina wî ne tenê fêhmkirina rabirdûyê ye, di heman demê de fêhmkirina paşerojê ye. Ji ber ku ew di heman demê de mirov mirovekî ji paşerojê bû. Her serdem pêwîstiyê bi çend pêşengan dibîne ku efsaneya xwe biafirîne. Kemal Pîr jî li cografyaya ku bi zilm, înkar û mekanîzmayên jibîrkirinê yên sedsala 20’an hatibû rizandin, çirûskê herî şewqdayî ya vê efsaneyê bû.
Ji sendroma têkçûnê ya salên 1970’î ya çepa Tirkiyeyê wêdetir, ev çirûsk bi redkirina dîrokî ya gelê Kurd re bû yek, piştî ku bi ‘Ronahiya Rêyê’ ya Rêber Apo re bû yek, veguherî manîfestoya şoreşê. Kemal Pîr ji yên destpêkê bû ku li ber wê ronahiyê meşiya. Meşa wî têgihiştineke mezin a fêhmkirina ronahiyê bû. Û ev têgihiştin wê xwe bi rengekî welê bi rêxistin bikira, ku salên bê wê bi mirinê re bireqisiya.
Tişta ku Şerîata Alî bi têgeha ‘kerkirin’ê vedigot, qutkirina mirov ji têgihiştin, dîrok û civakê û mehkûmkirina li ‘kêliyê’ bû. Vê sîstemê dixwest mirov kedî bike û xizmetkarekî dilsozê xwe biafirîne. Weke mehlûqekî mîna ker bar hildigire lê nizane bi ku ve diçe… Kemal Pîr di asta herî bilind de li ber vê yekê radibû. Jiyana wî, sekn û rêbaza wî ya fikrî, divê weke manîfestoyekê bê fêhmkirin.
Li hemberî modela kesayet a ku dewletê bi endezyariya civakî ava kiribû, alternatîfa ku Kemal Pîr pêşkêş dikir, mirovê rasteqîn bû ku fikir û çalakiya xwe dibû yek. Li hemberî ‘azadiya’ sexte ya ku sîstemê pêşkêşî mirovan dikir, rêya ronahî ya ku ew li ser dimeşiya, rêyeke azadiyê ya rasteqîn bû. Di dawiya vê rêyê de zindan jî hebû, birçîbûn jî, mirin jî. Lê belê wî ewqasî ji jiyanê hez dikir ku di oxira wê de dikarîbû canê xwe feda bikira.
Sekna Kemal Pîr li dijî heywanîkirinê navê biryardariya li ser mirovbûnê bû. Ev israra wî li Zindana Amedê û ji wê derê jî ber bi rêwîtiya nemirîbûnê kiribû hêmaneke bingehîn.
‘Destpêkê gotinek hebû, gotin bi Xwedê re bû û Xwedê gotibûn’.
Ev ayeta Încîlê weke temsîla felsefeya Kemal Pîr a girêdana bi heqîqetê re bû. Wî gotin nas kir, xwe li gotinê girt û bi gotinê meşiya. Yek ji wan bû ku yê destpêkê gotina Rêber Apo bihîst. Lê belê ne tenê bihîst; gotin xist meriyetê; veguheran esasê heqîqet û jiyanê. Û temenê xwe di oxira gotinê de derbas kir.
Taybetmendiya herî girîng a Kemal Pîr ew bû ku ya pê zanî bû pêk dianî û ya pêk dianî jî fêhm dikir. Gelek mirov hebû ku gotin dibihîstin, lê belê nedixistin pratîkê. Lê Kemal bi wê gotinê tevgeriya. Li Enqereyê dema ku kombûna destpêkê pêk hat, êdî ew li Tûzlûçayirê, li qadan bû. Tevlî nava ciwanên berxwedêr bûbû, li wê derê bi gotina Rêber Apo tevdigeriya. Lewma ew şoreşgerek bû ku gotin veguherîbû bedenê.
Çalakiya wî jî bi pratîkeke teng nikare bê vegotin. Ew ne tenê ajîtator an jî propagandavanek bû; ew nûnerê wê zanetiyê bû ku jiyan kiribû şoreş. Gotinên wî dil dişewitand; agir bi mejiyan dixist. Ji ber vê yekê Kemal Pîr nosyona çalakîtiyê ya tevgera şoreşgerî jinûve ava dikir.
RÊWIYÊ HEQÎQETÊ Û RÊ BI XWE BÛ
Kema P îr ne tenê fikrên Rêber Apo dubare dikir; ew fikir li her qada jiyanê jinûve hildiberand, şoreşgerek bû ku ew fikir şênber dikir, bi beden dikir. Lewma Rêber Apo ji bo wî Murşîdek bû. Kemal ê ku gotinên vî Murşîdî dibihîst, hebûna xwe bi wan gotinan dihûnand. Kemal êdî ne tenê rêwî bû, ew bûbû rê bi xwe.
Di vê rêwîtiyê de hevrêtî ne tenê aîdiyeteke îdeolojîk bû; hevrêtiya wî di ruh de bû. Ji ber vê yekê Rêber Apo ‘hevrêtiya Kemal Pîr’ weke pîvanê destnîşan kir. Dilsoziya wî ji dilsoziyeke teorîk wêdetir, dihate wateya helandina xwe di nava dozê de.
Dilsoziya Kemal Pîr ewqasî kûr bû ku li xaka Kurdistanê ya ku bi ziman û çanda wê nizanîbû li refên herî pêş meşiya. Ev wêrekiyeke ji rêzê nebû; şêweyê şênber ê baweriya bi heqîqetê bû. Ew êdî ne şexsekî bi tenê bû, ruhek bû ku tevlî qedera gelekî bû.
ZINDAN: REWŞA HERÎ SAF A BERXWEDANÊ
Kesayetiya şoreşgerî ya Kemal Pîr, dilsoziya wî ya bi şoreşa Kurdistanê û sosyalîzmê; jiyan û fikrê wî weke hawariyekî, hêrsa wî ya li hemberî dijmin li Girtîgeha bi Hejmara 5’an a li Amedê şênber bû.
Bûyerên li Girtîgeha Amedê qewimîn, ji bo vegotina kesayetiya wî daneyên herî berfireh pêşkêş dikin. Ew ne zindaneke ji rêzê bû; ew navenda kiryarên li derveyî mirovahiyê bû. Lê belê ew li vê derê jî bi hêvî axivî. Yê ku berxwedan da destpêkirin, li Zindana Amedê bi wezîfeya rêbertiyê rabû Hayrî Dûrmûş bû; lê belê Kemal Pîr yê ku destpêkê piştgirî dabû wî, yê ku destpêkê ragihandibû. Û ji her tiştî wêdetir helwesta herî exlaqî li wê derê nîşan da. Bi gotina, ‘Ez jî li gel Hayrî dikevim rojiya mirinê’ rêberê li zindanê bi tenê nehişt.
Sekna xurt a Kemal Pîr ku di navbera mirin û jiyanê de nîşan da, şoreşgerî û mirovbûna wî gihand asta herî bilind. Ev gotina wî ne tenê manîfestoyeke berxwedanê bû, di heman demê de felsefeya jiyanê bû.
‘Em ji jiyanê ewqasî hez dikin ku di oxira wê de dikarin bimirin’.
Ev gotin ne gotineke welê ye ku ji ber xwe ve hatiye gotin. Di nava şert û mercên zindanê de, di nava êşkenceyê de ji bedeneke welê hat ku birçîbûnê xwe berdabû nava damaran. Di demekê de ku ji mirinê re kêm mabû, ev gotin bi wêrekî anî ziman. Gotineke bi vî rengî tenê Kemal Pîr dikarîbû bigota ku jiyan û gotin, azadî û armanc kiribû yek.
LI BER SIYA SERKETINÊ STÊRKA BERXWEDANÊ
14’ê Tîrmeha 1982’an li Zindana Amedê ne tenê rojeke rojiya mirinê bû. Rojeke welê bû ku çar mirovên bi bedena xwe li ber hêza îdeolojîk, polîtîk û leşkerî ya sîstemê sekinî bû, roja nivîsandina serketinê li dîrokê bû. Ev serketin ne ji ber encamên fîzîkî bû, ji ber serweriya polîtîk û exlaqî bû.
Kemal Pîr û hevrêyên wî ne tenê mirovên berxwedêr bûn. Ew kesayet bûn ku berxwedan vediguherandin serketinê, berxwedan dikirin wijdanê gelekî, exlaqê siyasî. Berxwedanê têrê nedikir, berxwedana bê serketinê kêm dima. Kemal Pîr şervanekî heqîqetê bû ku ev kêmasî temam dikir.
Zindanê nekarî wan bikuje. Jİ ber ku wan formula nemirinê dîtibûn. Hûn dikarin bedenê tine bikin, lê belê heqîqetê ti carî! Dema ku bedena wan diriziya, fikrê wan şîn dibû. Dema ew dimirin, gel ava dibûn.
Kemal Pîr şoreşgerek bû ku mirin kuşt. Yên ku dixwazin bibînin bê berxwedana li zindanan hate destpêkirin çawa xwe gihand çarenûsa gelekî, divê li pêvajoyê binihêrin ku îro gihîştiye asta danûstandinan. Bila li asteke girîng a pirsgirêka Kurd û Kurdistanê binihêrin ku ji ber sêdarê hatiye ser maseya danûstandinan. Ew bû rêyek, bû ronahiyek, bû sondek.
Navê Kemal Pîr ne tenê kesayetek bû, ew şêweyekî têkoşînê temsîl dike. Bi pênaseya Rêber Apo hevrêtiya wî ‘pîvan’ e. Ev pîvan pîvana wan mirovan e ku xiyaneta li gel red dikin, ji jiyanê hez dikin ku di oxira wê de dikarin canê xwe feda bikin, pîvanê mirovên dilnizm e û bi rûmet e.
Îro li ser şopa Kemal Pîr bi hezaran mirov dimeşin. Ew ne tenê li ser şopa navekî diçin; ew şêweyeke jiyanê, exlaqekî berxwedanê, felsefeyeke azadiyê dimeşînin. Ya ku bûye tirsa dilê rejîmên zalim û fîrewnan ev e: Kemal her roj hîn zêde dibe!
Ji ber ku Kemal Pîr ji şexsekî wêdetir cûreyekî şoreşgeriyê ye. Ew hîn dijî. Û di nava gelên bi hesreta heqîqetê ne, di dilên bi armanca azadiyê de jinûve vedije.
Ew nemirekî ebedî ye. Ew Pîr ê nemiran e. Ew Xizirê vê sedsalê ye.