Sêşem, 16 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Arkaş: Em ê bi hev famkirinê aştiyê bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûşê Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kongreya ZIMANGER de banga Kurdî: Divê li her malê were axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi banga DEM Partiyê kedkar ji çar aliyan ber bi Meclîsê ve meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişkarê ku leşkerên Emerîkî kuştin endamekî hêzên Şamê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Teziya Çiya Farqîn bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK cara 14’an li hev rûniştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agirî civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    FIFA’yê xelata alîgirên herî baş da alîgirên Zaxoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ÎHD’ê: Li Tîpa T a Êlihê binpêkirinên giran li dijî girtiyên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê wê 4’ê Çileyê mîtînga ‘Hêvî û azadiyê’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Kujer tên parastin an jî bêceza têne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirinên li Îranê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bang li Tehranê kir ku Nêrgiz Mihemedî berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Fermandar Berfîn Nûrhaq fermandara hezkirin û kedê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, çareserî jî pêk nayê
Jin

KJK: Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, çareserî jî pêk nayê

KJK: Nêzîkatiya li Rêberê me pîvana esasî ya nêzîkatiya li pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk e. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê û pêşî lê neyê vekirin ku di nava mercên wekhev de danûstandinan bike, pêvajo bi pêş ve naçe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Îlon 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi vî rengî ye:

“Beriya her tiştî em ewlada Tirkmen a bi rûmet a gelê Tirkiyeyê, milîtana şoreşger a bêhempa ya têkoşîna azadiyê ya gelan Emîne Erciyes û hevrê Ekîn Amara Toldar û Zîn Zagros bi mineteke mezin bi bîr tînin, di serî de malbatên wan ji gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku xewn û xeyalên wan bi serketinê tacîdar bikin.

Di demekê de ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn li Rojhilata Navîn giran bûye, Rêber Apo bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27’ê Sibatê de li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Tirkiyeyê ji bo jinûve avakirina jiyana demokratîk, aştiyane û yekîtiya civakî înîsiyatîfeke dîrokî da destpêkirin. Ev înîsiyatîf taktîkeke siyasî ya rojane nîne, înîsiyatîfeke stratejîk û paradîgmayî ye. Perspektîfa Komara Demokratîk û bicihhatina paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk, li ser bingeha azadî û wekheviya gelan, jinan, çand û baweriyan wê sedsala 21’ê bide qezençkirin.

Rêberê me ji bo pêkhatina vê paradîgmayê bi rengekî yek alî, bi nêteke baş û cihê baweriyê gav avêt, dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê anî û bi merasîma şewitandina çekan re ji bo afirandina destektiyeke mayinde ya ji bo gelan zemîna siyasî û civakî afirand. Lewma Rêber Apo weke muzakerevanê me yê sereke û rêberê siyasî ji bo serketina qonaxa destpêkê ya pêvajoyê bi rola xwe rabû, ya ku divê bihata kirin, kir. Di qonaxa destpêkê ya vê pêvajoyê de çûn û hatina heyet DEM Partiyê ji bo Îmraliyê, nîqaşên ku bi Rêber Apo re hatin kirin, hevdîtinên têkildarî pêvajoyê yên navbera partiyan, her wiha avabûna komîsyonekê li meclîsê bûyerên girîng bûn. Lê belê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji gavên şênber ên ku dewlet û desthilatdariya AKP’ê ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê biavêje, ti gav nehate avêtin, pêşketinek nebû.

DIVÊ KOMÎSYON NEBE AMÛRÊ HESABÊN DESTHILATDARIYÊ

Li pêşberî hewldana Rêberê me ya ji bo demokratîkbûnê, ji tecrûbeyên pêvajoyên derbasbûyî hate fêhmkirin ku hikumeta AKP’ê bi hesabên biçûk nikare desthilatdariya xwe xurt bike, bi mijûlkirinê nikare polîtîkayên xwe yên tasfiyekirina Tevgera me ya Azadiyê bi ser bixîne. Mejiyê ku israr dike ku tenê bi bêçekbûnê dikare pirsgirêka Kurd çareser bike û pirsgirêkê weke pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê nabîne, li pêşiya serketina vê pêvajoyê astengiya herî mezin e. Heta ku sedemên rûdana pirsgirêka Kurd neyên nîqaşkirin, ziman, nasname, çand û mafê rêxistinbûnê yê gelê Kurd ê ku sed sal in tê înkarkirin bi qanûnan neyên ewlekirin, her nêzîkatiya bê nîşandan wê bê wateya israra li ser neçareseriyê. Nêzîkatiay înkar û tinehesibandinê ya bi salan ku jinên Kurd li komîsyonê jî careke din lê rast hatin, mînakeke din a nêzîkatiya li vê pêvajoyê radixe pêş çavan. Mejiyekî ku zimanê dayikê yê civakekê nas neke, jê nayê hêvî kirin ku hebûna wê nas bike û pirsgirêkên wê çareser bike. Em vê nêzîkatiya li hemberî ziman, nasname û hebûna jin û gelê Kurd bi tundî şermezar dikin, bang li komîsyonê dikin ku vê şaşitiyê sererast bike; bang li jinan û civaka demokratîk jî dikin ku li hemberî van polîtîkayan bi rengekî çalak têbikoşin. Komîsyon li gorî navê xwe divê li şûna berjewendiyên giştî yên gelên Tirkiyeyê nebe amûreke ji hesabên biçûk ên desthilatdariyê, divê bi berpirsyariya xwe ya dîrokî, bi feraseta yekbûn û hevgirtinê çareseriya demokratîk civakî bike.

Ji aliyekî ve qala çareseriya bi Kurdên li Tirkiyeyê tê kirin, li aliyê din jî gef û gotinên şerxwaz li hemberî parçeyên din ên Kurdistanê têne bikaranîn, li hemberî partiyên siyasî û rêveberiyên xwecihî polîtîkayên qeyûm û operasyon têne kirin. Ev yek weke darbeyek li hemberî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Ev polîtîkayên ku derbê li çareseriya pirsgirêka û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixe, lêgerîna aştî û demokratîkbûnê ya li nava civakê lawaz dike. Bi giştî ev nêzîkatî û polîtîka xizmetê ji pêşveçûna pêvajoyê re nake û li pêşiya derbasbûna li qonaxa duyemîn dibe asteng.

HETA KU AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO PÊK NEYÊ, ÇARESERÎ JÎ PÊK NAYÊ

Bi taybetî ragirtina Rêber Apo li zindana Îmraliyê, sererastnekirina şert û mercên kar û ragihandinê yên azad, derbasbûna li qonaxa duyemîn a ku tê wateya danûstandinê, dixitimîne. Gelê me û raya giştî zane ku Rêberê me azadiya xwe ya fîzîkî li gel azadiya civakî bi yekgirtî û girêdayî hev dibîne. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, ku ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd muzakerevanê sereke ye, heta ku şert û mercên kar û ragihandinê yên azad ji bo wî neyên afirandin ku karibe bi her kesî re di nava têkiliyê de be, nepêkane ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihêje aştiyeke mayinde.

Weke Tevgera Azadiyê ya Jinan a Kurdistanê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne tenê ji bo vê pêvajoyê, weke rojeva têkoşîn û armanca bingehîn a hemû pêvajoyan dibînin û vê yekê careke din bi girîngî ji gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re radigihînin. Ev mijar nabe ku bibe cihê nîqaşê, nabe ku bibe amûrek, nabe ku bi hesabên biçûk bazarî li ser bê kirin. Çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêberê me ve girêdayî ye. Rêberê me ku muzakerevanê sereke ye firsendeke welê da gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ku sedsalan bi wan bide qezençkirin. Lewma nêzîkatiya li Rêberê me pîvana esasî ya nêzîkatiya li pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk e. Pirsgirêkên civakî tenê di nava şert û mercên wekhev de û bi feraseta danûstandinan a demokratîk dikarin bêne çareserkirin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk n eyê, heta ku pêşî lê neyê vekirin ku di nava şert û mercên wekhev de danûstandinan bike, nepêkane ku çareserî pêk were.

Ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk nexitime, bi pêş ve biçe û bigihêje encamê, li ser bingeha biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêwîstiyên mafê hêviyê bêyî derengxistinê bi cih bêne anîn û ji bo vê jî sererastkirinên qanûnî bêne kirin.

Qonaxa destpêkê ya pêvajoyê bi serketî qediya ye, ku ji aliyê Rêberê me ve di pratîkê de bi yekalî hate meşandin. Êdî bi gavên bi nêta başiyê pêvajo nikare bi pêş ve bê birin. Dewlet divê gavên pêwîst ên ji bo danûstandinan zû biavêje ku qonaxa duyemîn a vê pêvajoyê ye.

DIVÊ KOMÎSYON HEVDÎTINÊ BI RÊBER APO RE BIKE

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya ku di bin sîwana Meclîsa Tirkiyeyê de hatiye avakirin, divê bi qasî ku pêwîst bike bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Li şûna nêzîkatiya li ser bingeha bêçekbûnê, divê qanûnên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd amade bike û pêşkêşî meclîsê bike. Bendewariya herî mezin a gelên Tirkiyeyê ye ku komîsyon vî karî bi raya giştî re parve bike, ji bo civakîbûna pêvajoya çareseriyê bi xurtî bixebite.

Pêwîstî ye ku meclîs ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê derxîne. Eger dewleta Komara Tirkiyeyê û hikumeta AKP’ê bi beşdariya hemû partiyên siyasî yên li meclîsê pêvajoya aştî û civaka demokratîk li ser bingeha van gavan bigihîne çareseriyeke mayinde ya demorkatîkbîn, xwişk, biratî û aştiyê, wê Tirkiye qezenç bike, wê her cûre pirsgirêkên heyî bêne çareserkirin û Tirkiye ji metirsiyan bê parastin.

Ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bikeve berpirsyariyên gelên me û alîgirên demokrasiyê jî hene. Bêguman bi bendemayinê û temaşekirinê pêvajoya çareseriyê bi pêş ve naçe. Gelekî girîng e ku hemû beşên civakî têkoşîna rêxistinbûyî û daxwazên demokratîk ên ji bo çareseriya pirsgirêkê timî di rojevê de bihêlin.

Li ser vê bingehê li hemberî hemû êrîşên li ser qadên siyasetê û civakê eger li ser bingeha feraseta tifaqa demokratîk a gelan têkoşîn bê meşandin, ev yek wê pêvajoyê lawaz neke, berevajî wê hîn bêhtir pêşketina demokratîk bi lez bike. Berpirsyariya pêşvebirina aştî û civaka demokratîk a îradeya cewherî ya civakê ye. Li şûna ku ji dewletê hêvî bike, divê têkoşîna Aştî û Civaka Demokratîk bê mezinkirin, bi coş û baweriyeke mezin seferberiya rêxistiniya komunal li her cihî bê kirin ku ev yek wezîfeya esasî ya pêvajoyê ye. Weke ku Rêber Apo got, têkoşîna hebûnê bi ser ket, niha dora rizgariyê û serxistina avakirina demokratîk e.

Li ser vê bingehê em bang li hêzên demokratîk û gelê xwe yê welatparêz bi taybetî jî jinan dikin ku Pêngava Misogerkirina Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo mezin bikin, bi nêzîkbûna salvegera 28’emîn a komploya 9’ê Cotmehê re ji her demê bêhtir bi xurtî çalakiyên girseyî lidar bixin û komploya navneteweyî şermezar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dûran Kalkan: Emîne Erciyes pêşenga piralî ya xeta azadiyê ya jinê bû
Nûçeya Pişt re Helebê merasîma ji bo bîranîna şehîdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîd Yasir El Salih hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Yasir Mehmûd El Salih hat veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê ji bo Tekdag ê di bin çavan de hat qetilkirin hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag ê ku 33 sal berê ji aliyê dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efrînê çeteyan êşkence li malbetekî kirin û mala wan talan kirin

Çeteyên dewleta Tirk li gundê Bîbaka a Efrînê di saetên şevê de bi ser malekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Şerê taybet şerekî welê ye ku bi temamî li dijî civakê tê kirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya mayînde hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Berfîn Nûrhaq: Xweparastin bi qasî nan û avê pêwîst e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?