Rojnamevan û nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hat qetilkirin, di 33’yemîn salvegera qetilkirina de bi pêşengiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), li kuçeya 442’yemîn a Taxa Cumhîriyetê ya li Seyrantepeyê hat bibîranîn. Ligel malbata Anter, rojnamevan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên Apê Mûsa û şehîdên Çepemeniya Azad hatin hilgirtin.
Bîranîn li xaçerêya Seyrantepe ya li naçeya Bajarê Nû, bi deqeyeke rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Çapemeniya Azad û Şehîdên Demokrasiyê destpê kir. Kurdiya Daxuyaniyê rojnameger û endamê DFG’ê Fexredîn Kiliç û tirkiya wê jî hevseroka DFG’ê Kesîra Onenê xwend.
Fexredîn Kiliç destnîşan kir ku Apê Mûsa serhildan û hawarek bû û der barê têkoşîna Apê Mûsa de wiha got: “Ji ber vê yekê ew dişibiya kulîlkên ku di bin siya darên çinarê de şîn dibin. Heta ku ew bi xwe jî veguherî çinarekê û ev serhildan, ev ‘hawar’ domiya. Ji ber ku di nava serhildaneke bi sedsalan de cih digirt. Ew qêrîn, serhildan û xîreta têkoşînê ya Kurdan bû. Ew pênûsê rojnamegeriyê bû ku heqîqet dinivîsî. Kurdek bû, nivîskarek bû, rojnamegerek bû, rewşenbîrek bû, nuqtebêjek bû, çinareke mezin bû.”
Fexredîn Kiliç diyar kir ku ew hewl didin Apê Mûsa vebêjin û da zanîn ku ji bo vê yekê peyv kêm dimînin û axaftina xwe wiha domand: “Em nikarin têkoşîn, nirxên ku afirandine, rojnamegeriya wî, nivîskariya wî, cewhera wî, mirovahiya wî û bedewiya wî vebêjin. Lê em nas dikin, em dizanin vî çinara mezin. Hemû kesên li vir dizanin. Hinek şahidên têkoşîna wî ne, hinek bi wî re tawanbar bûn, hinekan meşa wî ya azadiyê dîtin, hinekan nivîsên wî xwendin, hinekan bihistîne ka çi kiriye; çi afirandiye, çi gotiye, dengê wî, kena wî, serhildana wî bihistîne.”
Di berfirehiya daxuyaniyê de Fexredîn Kiliç bal kişand ser jiyana Apê Mûsa û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Dema Apê Mûsa li şikefteke gundê Zivingê ji dayik bû, hêj komar nehatibû avakirin. Lê tevahiya jiyana wî bi şahidiya zordariya vê dewleta nû hate avakirin, derbas bû. Di 72 salan de ewqas tişt jiyan ku heta mirina xwe jî li vê pergala ku zilm, zordarî, hovîtî û qirkirina li Kurdan rewa dike, zêde kir.”
Fexredîn Kiliç bilêv kir ku Apê Mûsa hêza Çapemeniya Azad mezin kiriye û aniye van rojan û wiha pê de çû: “Kesên ku ev nirxe ava kirine jî şehîdên çapemeniyê ne. Ew li dijî hemû zext û zordariyan li ser piyan sekinîn. Li dijî binçavkirin, îşkence, gef û êrişan gavek jî bi paş ve neavêtin, serê xwe netewandin. Di wan kêliyên xwe yên dawiyê de jî bi wêrekî li rûyê celadên xwe nêrîn û bi gotina ‘Madem dawiya vê dozê mirine, bi xêr hatiye’ nîşanî me û dinya alemê dan ku çawa têkoşîn tê meşandin.”
Fexredîn Kiliç bal kişand ser şehîdên Çapemeniya Azad û derbarê berdelên hatine dayîn de ev tişt anî ziman: “Ji Cengîz Altûn heta Hafiz Akdemîr, ji Gurbetellî Ersoz heta Nesrîn Tekeyê, ji Orhan Karaagar heta Nazim, Ferhat, Sayfettîn, Kemal, Ersîn, Çetîn, Yalçin û bi dehan şehîdên çapemeniyê yên ku nikarin navên wan bihejmêrin û heta peyhatiyên wan Ayfer, Nûjiyan, Xelîl, Denîz, Qedrî, Nagehan, Nazim, Cîhan, Ezîz û Egîd. Her yekê ji wan bi canê xwe ev bedel dan û her yekê ji wan nirxekî cuda ava kir û bûn rêber. Heke îro em qala Çapemeniyeke Azad a li ser piyan û serbilind bikin saya van şehîdan e. Vaye Apê Mûsa yê ku îro em wî li vir bi bîr tînin sembola şehîdên çapemeniyê ye. Dema dinivîsî wî her tim êş û xema Kurdan û zilma li wan dihate kirin vedigot. Dibe ku ji ber wî bi xwe jiya; bi awayekî kurt, zelal, têgihiştî û bi biryar vedigot. Di Qimilê de pirsgirêkên gel bi kurtasî anîbûn ziman. Dema digot ku ‘Çemê Firatê diherike Marmarayê’ bal dikişand ser rastiyekê. Car caran ev yek bi awayekî henekî vedigot û dikir ku baştir were fêmkirin. Heta dawiya jiyana xwe nivîsandin û vegotina xwe domand.”
Di dawiya daxuyaniyê de Fexredîn Kiliç qala pêvajoya Apê Mûsa hatiye qetilkirin kir û wiha got: “Apê Mûsa beriya 33 salan îro, li vî bajarî, li vê taxê, li vê kolanê qetil kirin. Ew ji me girtin. Wan tehamûlî gotinên wî nekiribûn; pênûs û gotinên wî ew tirsandibûn. Wan Apê Mûsa qetil kirin, li vê kolanê li bedena wî gule barandin. Û em îro Apê Mûsa û bi wî re hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr tînin. Em li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”
Dicle Anter bal kişand ser girîngiya bîranîna Mûsa Anter ya bi eleqeyeke mezin tê pêşwazîkirin û ji hemû kesên tevlî daxuyaniyê bûne re spas kir.
Rojnamevan Huseyîn Aykol xîtabî Mûsa Anter kir, da zanîn ku ew her sal rapora salane pêşkeşî Apê Mûsa dikin. Huseyîn Aykol bilêv kir ku ew îsal jî heman encaman pêşkeş dikin û wiha got: “Çepemeniya Azad îro rojname û kovaran çap dike, xwedî televîzyona ku xîtabî tevahiya cîhanê dike ye. Me hersal bîlançoya girtin û kuştinan digot lê belê vê carê bi mîzgîniyekê hatim. Dibe ku te ji wir bihîstibe. Me agahiyeke baş anî. Îro gelê ku bi salan e şer dide meşandin maseya aştiyê dan avakirin. Tevî astengiyan jî heke ev mase neyê tunekirin em ê xwe bigihînin azadiyê, em bihêvî ne. Me dixwest bêjin tu hevalên me nehatin girtin û kuştin. Lê mixabin. Îsal jî hevalên me yên hatine girtin û kuştin çêbûn. Bi awayeke hovane û bi tikandina dugmeyekê. Lê bila. Ez bawerim em tên dawiya rê. Em ê bigihijin azadiyê. Me heya niha ji ber şer nûçe çêdikir lê em ê êdî nûçeyên azadiyê çêbikin. Hûn dizanin gelek qeyran hene. Ji kuştina jinan heya qirkirinên ekolojiye gelek mijar hene. Tevî van zimanê medyaya hewizê jî heye. Werin em bi hev re atmosfera azadiyê ava bikin.”
Kesên tevlî daxuyaniyê bûne wêneyê Apê Mûsa hilgirtin, ber bi cihê Mûsa Anter lê hatiye qetilkirin ve meşiyan, diruşmên “Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin” û “Bijî Çepemeniya Azad” berz kirin. Girse piştî qurnefîl danî li ber wêneyên şehîdên Çepemeniya Azad Apê Mûsa û rêhevalên wî, belav bû.