Duşem, 11 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê ji bo meşa 16’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza cînayeta malbata Dîrîl de qeydên telefonê: ‘Ez zilamê dewletê me’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên Mizgîna Leheng bangawaziya azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarikaya: Hiqûqa dijminatiyê li Turkoglû tê ferzkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Korûcû: Suryanî piştgiriyê didin pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Komîsyon li ser meseleya Kurd û aştiyê axivî, êdî garantiya qanûnî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan li Dersimê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 1025’an a nobeta li Mexmûrê de peyama têkoşînê hat dayîn  

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhafizên Şoreşê êrîşa li ser baregeha Komala li ser xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Hewlêrê bombe li biryargehên Komala barand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > MKG: Gefên li dijî rojnamegerên jin zêde dibin
Jin

MKG: Gefên li dijî rojnamegerên jin zêde dibin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li hemberî gefên li dijî rojnamevanên jin li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya ku li ber Komeleya MKG hate lidarxistin, endamên Komeleya Rojnamegeran a Dicle Fırat (DFG), Komeleya Jinan a Rosa, Platforma Jinan a Dicle Amed, Baroya Amed û gelek rojnameger teli bûn.

Metna daxuyaniyê ya bi kurdî ji hêla Seroka MKG Roza Metina ve hate xwendin û ya  bi tirkî jî ji hêla endama MKG Semra Turan ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Kevneşopiya çapemeniya azad cureyekî rojnamegeriyê ye. Kevneşopiya çapemeniya azad mafê raya giştî yê agahdarkirinê diparêze û rastiyê bi perspektîfa civakê radigihîne, ne bi perspektîfa îktidarê. Rojnamevanên jin, wekî hêmanên herî dînamîk ên vê kevneşopiyê, ne tenê rastiyê eşkere dikin, lê di heman demê de mafê jiyanê yê jin û zarokan jî diparêzin. Îro, gef, lêpirsîn û dozên ku rojnamevanên jin hedef digirin vê kevneşopiyê hedef digirin.

Wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), em dizanin ev êrîş ne tesadufî ne: Armanca wan bêdengkirina lêgerîna jinan a ji bo rastiyê û çapemeniya azad e. Çapemeniya azad jî bîra kolektîf ava dike. Lê em li vir diyar dikin: Ne gef û ne jî doz dê vê îradeyê nikaribe bişkîne.

Nimûneya herî dawî ya van êrîşan gefa kuştinê ya li nûçegihana JINNEWS’ê Şehrîban Aslan, hatiye xwarine. Piştî nûçeya 20’ê Hezîranê ya bi sernavê ‘Malbata ku zarokên wan hatine revandin: Ewlekariya me ya jiyanê tune ye’, wêneyên Şehrîban Aslan, ji aliyê bersûcê bi navê Zulfî Şakar ê navê wî di nûçeyê derbas dibû, li ser medyaya dîjîtal belav bûn. Zulfî Şakar di heman demê de gefa kuştinê li Şehrîban Aslan xwaribû.

Şehrîban Aslan bi gotinên ‘Ez ê serê wê ji laşê wê jê bikim, ez dizanim ajans li ku ye’ hedef hat girtin.

Şehrîban Aslan, ligel parêzerê xwe, gilînameyek pêşkêş kirin û daxwaza girtina sûcdar kirin. Tevî vê yekê jî, heta niha li dijî sûcdar ti tedbîrek bi bandor nehatiye girtin. Siyaseta bêcezatiyê dibe sedema zêdebûna êrîşên li dijî rojnamegeran.

Rêvebira Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger piştî weşandina nûçeyek bi sernavê ‘Çeteya şantajê ya li Wanê: Ozcan Pûlat kî ye? ‘ di 29’ê Cotmeha 2024’an de gef lê hat xwarin, daneyên wê yên kesane hatin bidestxistin û şantaj lê hat kirin. Dozgeriyê ji ber ‘gefên li dijî jinan’ doz li bersûc vekir. Oznûr Deger tawîzê nade û têkoşîna xwe ya zagonî didomîne da ku êrîşên li dijî rojnamegerên jin bê ceza nemînin.

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût ji ber nûçeya xwe ya li ser şebekeyeke fihûşê ya li Şirnexê ya di sala 2013’an de bi tohmeta ‘belavkirina agahiyên şaş’ ji bo îfadeyê, gazî wê hat kirin. Zeynep Dûrgût diyar kir ku wê nûçeya xwe li ser îdianameya fermî ava kiriye û hem xebata xwe ya rojnamegeriyê û hem jî mafê raya giştî yê zanîna rastiyê parast. Di vê heyamê de, ji aliyê şebekeyê ve gef lê hat xwarin û Zeynep Dûrgût sûcdar û xizmên wî gilî kir.

Rojnamegeriya ku ji hêla van hersê rojnamevanên jin ve tê kirin ne tenê ragihandina nûçeyan e, lê di heman demê de şahidiya rastiyên civakî dike, daxwaza edaletê bilind dike û kevneşopiya çapemeniya azad didomîne.

Çapemeniya azad wijdanê gel e, ne yê îktidaran e. Rojnamevan dengê vî wijdanî ne. Her êrîşek li dijî wan, êrîşek li ser mafê gel ê agahdarkirinê ye. Em, rojnamevan, li hember van êrîşan bêdeng namînin; em ê berdewam bikin ku rastiyê binivîsin, rastiyê biparêzin û bîra civakî ava bikin.

Wekî MKG’ê, em diyar dikin em ê gef, lêpirsîn û dozên li dijî hemû rojnamevanan bişopînin. Em ê ji bo bidawîkirina siyaseta bêcezatiyê û bidawîkirina krîmînalîzekirina rojnamegeriyê têbikoşin.

Em bang li raya giştî, rêxistinên jinan, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin ku hevgirtina xwe zêde bikin. Em dubare dikin: Kevneşopiya me ya çapemeniya azad nayê bêdengkirin û rojnamegeriya jinan nayê tunekirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji rêxistinên ekolojîk “Rapora Aştiyê ya bi Xwezayê re”
Nûçeya Pişt re QSD’ê nasnameya şehîd eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PDK’ê tîma medyayê ya ku êrîşên dagirkeriyê dişopand, binçav kir

Asayîşa PDK’ê tîma kanal 8 ya ku li Amêdiyê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk dişopand,…

Ji aliyê Stêrk TV

Kenanoglû: Pêvajo û polîtîkayên zextê di zikhev de nameşin!

Hevserokê HDK'ê Alî Kenanoglû diyar kir ku desthilatdarî bi operasyonên di bin navê HDK'ê de…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Tirkiye li ber biryardanê ye

Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê encamên civîna xwe ya li Enqereyê eşkere kir û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partiyê ji bo meşa 16’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?