Di çarçoveya Kombûnên Aştî Û Civaka Demokratîk de li Amedê nûnerên baroyên herêmê û saziyên civakî yên sivîl li hev kom bûn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di destpêka civînê de axivî.
DIVÊ PÊVAJO LI ZEMÎNA DIYALOG Û MUZAKEREYÊ BÊ BICIHKIRIN
Çend ji xalên sereke ji axaftina Bakirhan bi vî rengî ne:
“Ji bo pêvajoyê ji ser zemîna ewlekariyê derbasî ser zemîna diyalog û muzakereyê bikin çi ji destê me hat me kir. Karekî gelekî girîng e ku ev nîqaş ji zemîna ewlekariyê hate derxistin.”
“Avakirina zemîna diyalogê û dewamkirina vê pêvajoyê bi qasî salekê, gelekî hêja ye. Her wiha ji bo me gelekî hêja û bi qîmet e ku li meclîsê yekemcar komîsyonek hate avakirin ku meseleya Kurd lê tê nîqaşkirin. Sekna ku Birêz Ocalan û tevgerê di nava salekê de nîşan da hêjayî pesindayinê ye. Bûn sedem ku gelek qonax bêne derbaskirin. Li gel vê yekê em avabûna komîsyonê li meclîsê girîng dibînin. Lê belê dema ku bala xwe didin ser sala derbasbûyî dibînin ku em dikarîbûn li cihekî hîn girîng bûna. Di nava Tirkiyeyê de me karîbû bi hev re gavên welê biavêta ku Tirkiye û herêm hîn rehet bibûya. Di mijara maf, hiqûq, edalet û demokrasiya xwecihî de di serî de desthilatdarî, yên ku vî welatî bi rê ve dibin dikarîbûn hîn bi wêrekî tevbigeriyan. Di vê mijarê de hinekî lawazî çêbû.”
NEXŞEYA RÊ YA NÛ
“Niha em civînên weke yên li amedê li çar aliyên Tirkiyeyê lidar dixin. Rewşeke nû derkete holê. Bû salek. Me bi têra xwe nîqaş kir, civîn lidar xist. Komîsyona li meclîsê li dînamîkên civakê guhdarî kir. Dixwazim bibêjim ku em neçar in ku nexşerêyekê amade bikin, nexşerêyeke hîn tevgir ava bikin, bi vê yekê re rûpeleke nû vekin.”
‘TIŞTÊN LI KOMÎSYONÊ HATIN SER ZIMAN DIVÊ BI CIH BÎNE ANÎN’
“Eger em nêrîn, daxwaz û pêşniyarên akademîsyen, baro, rêxistinên civakî yên sivîl ên li meclîsê anîn ziman bixin meriyetê, bawer bikin em ê meseleya Kurd di asteke girîng de çareser bikin. Lewma li ber destê meclîsê gelek dane hene.”
‘DIVÊ ÊDÎ DEV JI GUHDARÎKIRINÊ BÊ BERDAN’
“Divê ve ji guhdarîkirinên li meclîsê bê berdan, qanûnên aştiyê bikevin rojevê. Qanûnên welê bêne derxistin ku yasayên aştiyê bixin meriyetê. Qonaxa ku em derbasî wê bûne ev e. Ji bo meclîs karibe entegrasyona demokratîk bi ser bixîne, divê qanûn bêne derxistin û binesaziya wê bê avakirin. Meha Cotmehê bi vekirina meclîsê re weke ku serok (Serokê Baroyê) got, di serî de qanûnên derbasbûnê, divê qanûnê têkoşîna li dijî terorê, Qanûna Ceza ya Tirk, Qanûna Ûsûlê ya Dadgehên Ceza, qanûnên bingehîn, xurtkirina rêveberiyên xwecihî, qanûna înfazê, bikevin rojevê, sererastkirinên welê bêne kirin ku dawî li darizandina kêfî bîne. Ji ber ku ev daxwaz û bendewariyên giştî yên civakê ne.”
ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
“Her wiha me got, entegrasyona demokratîk. Ya rast ji bo meclîs karibe entegrasyona demokratîk bi ser bixîne divê qanûnan derbas bike û bingeha vê amade bike. Belê, dema ku em qala entegrasyonê dikin, hin derdor dibêjin entegrasyona demokratîk pêvajoyeke asîmîlasyonê ye. Hinek radibin entegrasyona demokratîk weke pêvajoyeke teslîmiyetê dinirxîne. Herdu jî jî nîne. Entegrasyona demokratîk di serî de Kurd tê jiyana welatîbûna hevpar a her kesî di nava hiqûqê de. Entegrasyona demokratîk di heman demê de formula jiyana bi hev re ye. Peymaneke jiyana hevpar e ku xwe dispêre hiqûqê.”
‘MESELEYA LI SÛRIYEYÊ BI DÎNAMÎKÊN SÛRIYEYÊ VE GIRÊDAYÎ YE’
“Sûriye piştî derketina şer ketiye nava lêgerînên çareseriyê. Karakterê rejîma li wir hîn nediyar e, lewma nîqaş li wir hîn jî dewam dike. Li Tirkiyeyê jî pêvajoyek bi rê ve diçe. Li vê derê, li Amedê li pêşberî endamên çapemeniyê dixwazim vê yekê bibêjim. Meseleya li Sûriyeyê divê weke bendekî li pêşiya pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê neyê danîn. Meseleya li Sûriyeyê girêdayî dînamîkên li Sûriyeyê ye. Eger em karibin vê pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser bixînin, ev pêvajoya li Tirkiyeyê dikare li Sûriyeyê jî bibe modelek. Dikare bibe lokomotîfa guherînê ya li wê derê. Lê belê eger meseleya li Sûriyeyê weke bendekê li pêşiya vê pêvajoyê bê danîn, weke şertekî bê danîn wê zerarê bide vê pêvajoyê. Pêvajoyeke çareseriyê ya li Tirkiyeyê wê tenê nava sînorên me rehet bike, di hema demê de wê rehetiyê bîne Qamişlo, Hewlêr û Helebê.”
‘ŞERT Û MERCÊN RAGIHANDINA AZAD Û KARÊ AZAD DIVÊ BÊNE AFIRANDIN’
“Di dewama axaftina xwe de dixwazim tiştekî bi taybetî destnîşan bikim. Şert û mercên Birêz Ocalan divê êdî bêne sererastkirin. Tişta hate gotin, hat gotin. Dînamîk û aktorê herî bingehîn ê vê meseleyê niha li Girtîgeha Îmraliyê ye. Li hucreyeke ji 12 metreçargoşeyî dîplomasiyeke gelekî girîng a aştiyê dimeşîne. 26 sal in girtî ye, 26 sal in têkiliya xwe bi civakê re hatiye birîn. Birêz Ocalan di mijara dîplomasiya aştiyê de bi berpirsyarî radibe û ev yek gelekî hêja û bi qîmet e. Ne tenê em vê dibêjin, hevkarên hikumetê jî vê dibêjin. Burokrasî jî vê dibêje. Hemû rengên li Tirkiyeyê vê tînin ziman. Divê êdî şert û mercên ragihandin azad û karê zad ji bo Birêz Ocalan bêne afirandin. Eger ev yek pêk were, em bawer dikin ku birêz Ocalan wê ji bo çareseriya pirsgirêkê helwesteke hîn xurt nîşan bide. 26 sal in li girtîgehê ye. Divê êdî dawî li vê yekê bê anîn. Di vir de divê ji bo ‘mafê hêviyê’ gavên pêwîst bêne avêtin ku Birêz Bahçelî beriya salekê di 22’ê Cotmehê de qalê kir. Divê êdî ev mijar ji nedîtî ve neyê.”
AŞTÎ Û DEMOKRASÎ
“Ev pêvajo li ser du hêmanên bingehîn hatine danîn. Ya yekemîn demokrasî ye, ya duyemîn jî aştî ıye. Em di navbera van de tercîhê nakin. Herdu parçeyên yekpareyekê ne û yek nebe ya din nabe. Dİ navbera van de hevrikî nabe. Ji hev cuda nîne, demokrasî bê aştiyê nabe. Aştiyeke bêyî demokrasiyê wê bibe xewnek demkî. Bi gavên demokratîk û edaletê em dikarin aştiyê ava bikin.”