Gerîlaya YJA Starê Arvîn Çirav Botan (Şîrîn Işik) ku li koç, berxwedan, huner û lêgerîna li azadiyê li pey xwe hişt, di 10’ê Nîsana 2018’an de şehîd bû.
Şîrîn ku li Şirnexê ji dayik bû, li gel malbata xwe ji ber zextê û şewitandina gundê xwe neçar ma ku koçî navçeya Akdenîz a Mersînê bike. Şîrîn ku zarokatiya wê li vê derê derbas bû, li vî cihê ku lê biyanî bû qet ji çanda xwe qut nebû.
Di sala 2011’an de li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) perwerdeya gîtarê dît, piştre jî weke perwerdekar kar kir. Bi amadekariya NÇM’ê derket koseran û piştî ku ji çavê xwe emeliyat bû berê xwe da çiyê.
Kadîr Çat ku bi Şîrîn Işik re tevlî karê çand-hunerê bû, anî ziman ku yek ji stranên ku wê herî zêde jê hez dikir berhema ‘Şev Tarî’ ya Delîla bû û got, têkiliya Şîrîn a bi hunerê re di vê stranê de bû.
Çat diyar kir ku Şîrîn Işik di demeke kurt de ji aliyê hunerî ve bi pêş ket û got, “Hevala Şîrîn gelekî hez ji vê stranê dikir. Hîn hînî gîtarê nebû bû, lê belê dema Şehîd Delîla ev stran digot, radihişt gîtarê û digot, ‘Em vê stranê bi hev re bibêjin’. Ev stran ji bo min, bi taybetî jî ji bo hevala Şîrîn xwedî cihekî cuda bû. Her çend temenê min li gorî yê wê mezin jî be nêzîkatiya wê li kar, li hunerê û tevgerê her tim cuda bû. Bi kenê xwe, bi axaftin, dilsozî û hevaltiya xwe… Bi her awayî bandor li mirovan dikir.
Mirovek çawa dikare bi carekê ewqasî bi pêş bikeve? Hevala Şîrîn di nava 2-3 salan de gelekî bi pêş ve çû. Hunera xwe ya kar û birêxistinkirinê gelekî zêde bû.”
‘LI ŞÛNA LÊPIRSÎNÊ ME PIŞTGIRÎ DAN WÊ’
Dayika Şîrîn Cevahîr Işik jî qala guherîna li jiyana keça xwe kir û anî ziman ku li şûna li biryarên wê bipirse, wan piştgirî dan wê. Cevahîr Işik diyar kir ku dema DAÎŞ’ê sala 2014’an êrîşî Kobanê kir di fikir û meylên keça wê de guherîn çêbûn, hingî ji çavekî xwe jî emeliyat bû. Cevahîr Işik got, piştî emeliyatê bi du hefteyan, Şîrîn neçû kontrolê jî, lê yekser berê xwe da çiyayan.
‘HEM BÊ TIRS HEM JÎ BI HUNER BÛ’
Biraziya Şîrîn Işik, Zelal Işik ku pê re li NÇM’ê tevlî perwerdeyê bû, anî ziman ku Şîrîn herî zêde bi wêrekî û hunera xwe tê bîranîn û got, “Min li dibistanê şer kiribû, wê demê jî keçeke bê tirs bû. Li dibistanê li nava her kesên ku min bi wan re şer kir dihat min diparast. Ji bo me hemûyan bi heman rengî bû, bê tirs bû lê belê gelekî bi huner bû. Di her mijarê de serketî bû. Di perwerdeyê de hîn di hefteya destpêkê de ahengiyek afirandibû. Em bi hev re çûn Êlihê, çûn Amedê, me li Mersînê konser dan. Di nava salekê de êdî ne şagirt lê bûbû perwerdekar. Beriya biçe digot, ‘Ez dixwazim li bilûrê bixim’. Di nava du mehan de dersa bilûrê jî dît û gelekî serketî bû. Wê demê dest bi karên partiyê jî kir.
Me gelekî ji Şîrîn bawer dikir, malbata wê jî. Carna nedihat malê; lê belê me zanîbû bê çi dike. Ji ber ku me zanîbû wê rêya rast dîtiye, lê nedipirsîn. Belê, me gelekî bêriya wê dikir, dayika wê gelekî li ber diket. Lê belê her kesî heta dawiyê jê bawer dikir. Ji dayika xwe re digot, ‘Ez xemgîn dibim, lê belê ji dilê min tê; ez ê rojekê biçim’.”
Xwişka Şîrîn Fatma Işik jî got, “Dema ku xwişka min a mezin çû ez gelekî biçûk bûm, 11 salî bûm. Bîranînên xweş li pey xwe hişt. Ez bi wê serbilind im.”
‘BI JIYAN Û PRATÎKA XWE JI ME RE BÛ MÎNAK’
Ji NÇM’ê Cejna Sarûhan ku bi hev re tevlî perwerdeyê bû, anî ziman ku dema bi hev re sohbet dikir piraniya axaftina wan li ser têkoşîna jinê bû. Cejna Sarûhan diyar kir ku Şîrîn di vê mijarê de kesayeteke pêşeng bû û got, “Têkoşîna jinê diparast. Difikirî ku divê jin hemû îrade û mafên xwe biparêze. Sohbeta me bi giranî li ser têkoşîna jinê bû. Ji xwe bi sekn û pratîka xwe jineke welê bû ku dikarîbû pêşengiyê ji têkoşîna jinê re bike. Bi jiyan û pratîka xwe ji me re bû mînak.”