Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li pir a dîrokî restorasyona sexte: Kevirê dîrokî ne li şûna xwe ne
Kurdistan

Li pir a dîrokî restorasyona sexte: Kevirê dîrokî ne li şûna xwe ne

Li Geliyê Godernê talan dewam dike ku wê ji ber Bendava Sîlvanê di nava avê de bimîne. Li Taşkopru ya dîrokî ku ji ber bikaranîna dînamîtan zerar dîtiye, restorasyoneke seranser hate destpêkirin. Tê gotin, kevirên dîrokî yên pirê jî hatine dizîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Geliyê Godernê ku bi bedewiya xwe ya xwezayî, bermahiyên xwe yên dîrokî, cûreyên dewlemend ên nebatan û cihêrengiya dewlemend a jiyanê tê naskirin, ji ber Bendava Sîlvanê roj bi roj tine dibe. Ji ber bendavê ku hîn neketiye meriyetê û di asta çêkirinê de ye, li gelek deverên navçeya Farqînê ya Amedê pir hatin avakirin. Ji ber bendavê wê gelek gund di nava avê de bimînin. Bedewiyên xwezayî yên li Geliyê Godernê hêdî hêdî bi beton têne tinekirin.

Li qada ku pir têne çêkirin ji ber teqînên bi dînamîtan zerareke mezin li Taşkopru (Pira Kevir) a dÎrokî bû. Pira ku nîvê wê hilweşiya, tê restorekirin. Pira ku nayê zanîn bê çi bi kevirên wê yên xwezayî bûye, bi kevirên spî yên sexte tê restorekirin. Tê îdîakirin ku kevirên wê yên dîrokî hatine dizîn.

Köprü yapımının devam ettiği alanda dinamit patlatmaları nedeniyle tarihi Taşköprü büyük zarar görürken, yarısı yıkılan köprü restore edilmeye başlandı. Doğal taşlarına ne olduğu bilinmeyen köprü, sahte beyaz taşlarla restore edilirken, tarihi taşlarının ise çalındığı iddia ediliyor.

WÊ WEKE HESKÎFÊ LÊ BÊ

Ji ber Bendava Sîlvanê ku ji sala 2010’an û vir ve dewam dike û tê payin bibe bendava duyemîn a herî mezin a Tirkiyeyê, li herêmê wê zêdeyî 50 gund di nava avê de bimînin. Gundên ser bi navçeyên Pasûr, Farqîn û Licê wê li gel zeviyên xwe yên çandiniyê di bin avê de bimînin. Karên ji bo avakirina bendavê dewam dikin. Beşeke mezin a navçeya Pasûrê wê ji ber bendavê di nava avê de bimîne.

Ji bilî Geliyê Godernê, bendav wê bibe sedem ku li Tejaneya çemê Pasûrê jî av kom bibe, lewma li sê baskên navçeyê wê hişê civakî tine bike. Ev bendav ku li gel jiyana mirovan û heywanan wê qadên dîrokî jî ji holê rake, aqûbeta ku bi serê Heskîfê hat wê bîne serê herêmê. Gundî ji ber vê yekê bi fikar in. Li qadên ku karê çêkirina bendavê lê tê meşandin qirkirineke mezin a ekolojîk heye.

GAV BI GAV HATE TALANKIRIN

Weke gava destpêkê jî li qadên ku pir li Geliyê Godernê bêne çêkirin, qereqol hatin avakirin. Di bin çavdêriya qereqolan de jî cerdevanan dest bi birîna daran kirin. Li derdora gelî û nêzî wê bi hezaran dar bi destûra midûriyeta daristanan hatin birîn û firotin.

Piştî birîna daran, ji bo danîna hîmên pirê dînamît li herêmê hatin teqandin. Ji ber teqînê jî hem li gelî, hem li Taşkopru ya dîrokî hem jî li gundên nêzî zerar li malan bû. Li pira dîrokî hin kevir jê ketin, her wiha dîwarê hin malên gundiyan jî derizîn.

Piştî xisara li herêmê bû hate ragihandin ku pir wê bê restorekirin û li trafîkê hate girtin. Pira ku di salên 1920’î de ji aliyê Ermenan ve hate çêkirin û li gel her tiştî jî li ser piyan ma, bi teqînên dawî re xisareke mezin dît.

KEVIRÊN PIR A DÎROKÎ LI KU NE?

Li pir a dîrokî restorasyonekê destpê kir ku li rastiya wê ya dîrokî nayê. Di restorasyonê de hate dîtin ku aliyê Pasûrê yê pirê bi temamî hilweşiya ye û kevirên li çavekî wê jî ne li şûna xwe ne. Pir bi kevirên nû yên dûrî ji cewhera wê ya dîrokî tê restorekirin û nayê zanîn bê kevirê wê yê berê li ku ne, çi bi wan hatiye kirin.

Ji bo pirsên ku me li tîmên li pirê dixebitin kirin, ev bersiv hate dayin, “Pir hilweşiya, em restore dikin; ji xwe wê di nava avê de bimîne. Em nizanin bê kevirên wê li ku ne, lê belê hemûyan zerar dîtin.”

Wêneyê dawî yê ji pira ku tê restorekirin tê dîtin bê dîrok çawa tê tinekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pêvajoyê salek li pey xwe hişt, gaveke hiqûqî hîn nehatiye avêtin
Nûçeya Pişt re Jinên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin: Em ji bo gelan dimeşin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PDK çima hilbijartinê boykot dike?

Cara yekem e di nav van 32 salan de derfetek ji bo gel çêbûye da…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîrê tenduristiyê yê hikûmeta demkî serdana Hesekê kir

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed, wezîrê tenduristiyê yê hikûmeta demkî pêşwazî kir. Herdu aliyan rewaş…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?