Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan ji ciwanên Kurdistanê re axivî, işaret bi polîtîkaya koçberkirinê kir ku dagirker li çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne û got, “Divê em welatê xwe ji serwer û nokeran re nehêlin.”
‘HER GOTINA RÊBERÊ ME JI BO ME FERMAN E’
Axaftina Lêgerîn Artemetan bi vî rengî ye:
“Di şexsê heval Riza Altûn, heval Emîne Erciyes, heval Rohat Rover û heval Çiya Rizgar de em şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soz didin ku armancên wan bi ser bixînin.
Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin ku pêvajoyeke dîrokî ye. Weke ciwanên Apoyî em dibêjin, em tevlî îradeya Rêber Apo dibin. Her gotina Rêbertî ji bo me ferman e, ji bo me wezîfe ye ku xwedî li berpirsyariyên xwe yên rûmeta xwe derkevin.
Rêber Apo temsîla hebûna jin, ciwan, gelê Kurd û hemû bindestan dike. Ji ber vê yekê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelê Kurdistanê ye, azadiya jin û ciwanan e. Lewma em dibêjin Rêbertî ji bo me her tişt e.
‘RÊBERTÎ DESTWERDANEKE DÎROKÎ KIR’
Em ciwanên Kurdistanê divê bi vê yekê zanibin; Me bi saya Rêber Apo xwe nas kir, welatê xwe nas kir, bi saya Rêber Apo em bi çand û zimanê xwe dijîn. Eger îro em qala îradeya jinan û berxwedana ciwanan dikin, ev hemû encamên îdeolojiya Rêber Apo ne.
Weke ku tê zanîn, ji bo berjewendiyên hegemonîk ên kapîtalîzmê careke din kuştin, komkujî û jinûve parvekirin li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Rewşa li Xeze û Sûriyeyê radixe pêş çavan ku dixwazin heman tiştî bînin serê Kurdistanê jî. Rêber Apo ev xeteriya dîrokî dît û ji ber vê yekê destwerdaneke dîrokî kir.
Eger îro li Kurdistanê rewşeke mîna Xezeyê bi dehan caran naqewime, ev yek bi saya destwerdana Rêber Apo ye. Em li ser vê bingehê careke din dubare dikin; Pêvajoya ku Rêberê me da destpêkirin divê teqez bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî temam bibe.
POLÎTÎKAYÊN KOÇBERKIRIN Û TALANKIRINÊ
Du sed sal in li ser Kurdistanê polîtîkaya înkar, îmha û qirkirinê tê meşandin; xwezaya Kurdistanê bi rengekî çavsorî tê şewitandin û talankirin; nirxên mirovî û civakî bi êrîşên qirkirina çandî re rû bi rû têne hiştin. Bêguman ev dagirkeriya siyasî bi gelek planên pir alî û hesaban tê meşandin. Armanca wan beriya her tiştî desteserkriina nirxên welatê me û talankirina wan e. Armanceke din jî ew e ku dixwazin Kurdistanê bikin weke dojehê uk jiyan lê hatiye çikandin. Bi taybetî bi rêbazên şerê taybet hewl didin van êrîşan rewa bikin.
Armancên din ên van şer û komkujiyan ew e ku qutkirina ji axê û şandina li sirgûnê ye. Serwer bi salan e vê polîtîkayê dimeşînin; zanin ku eger (gel) ji xakê bê qutkirin, wê ji hebûna xwe jî qut bibe, wê karibin li gorî armanca xwe li her qadê wan bi kar bînin. Li Bakurê Kurdistanê bi salan e ev polîtîka tê meşandin.
Bi taybetî li rojhilatê Firatê li Mereş, Meletî, Semsûr û Dersimê Plana Şark Islahat hate meşandin. Bi taybetî piştî salen 1990’î li herêmên weke Amed, Botan, Garzan, Serhed, Mêrdînê gund hatin şewitandin, zozan hatin qedexekirin û gelê me ji neçarî xaka xwe terikand. Ev polîtîka heta vê demê bê navber hate dewamkirin.
Em dibînin ku li Rojavayê Kurdistanê bi destê dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî gelê herêmê hate koçberkirin û li şûna wan malbatên çete hatin bicihkirin.
Li herêma Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê, ji ber zextên dewleta Tirk mirov neçar man gundên xwe vala bikin.
Ji ber polîtîkaya darvekirinê ya rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê ciwan neçar man koçî Ewropayê bikin.
Divê em zanibin ku bi van polîtîkayên koçberiyê re, bi qutkirina ji xaka we re bi sedan civak, çand û ziman ji holê hatin rakirin.
Eger polîtîkaya koçberkirinê di serî de li hemberî ciwanan tê meşandin, ev yek tê wateya jiholêrakirina paşeroja ciwanan.
Ciwanên Kurdistanê divê zanibin ku koçkirina ber bi Ewropayê ne jiyaneke hîn baştir e. Ne paşerojeke baştir e. Helandineke bi vî rengî mirovan ji koka wan qut dike.
Ji ber şerê ku bi sedan sal in dewam dike, gelek êrîş, komkujî û neheqiyên mezin li me hate kirin. Bi polîtîkayên pir alî û zirav koçberî li me hate ferzkirin. Ji ber koçberiyê ku weke rêya azadiyê ji me re hate nîşandan, me gelek tişt winda kir. Bi hezaran jin, ciwan û zarokên me li ser rêya koçberiyê li ber avê ketin, xeniqîn, jiyana xwe ji dest dan, yan jî winda bûn. Divê li çar parçeyên Kurdistanê ciwan şehîdan baş nas bikin ku bi xwîna xwe her bihosta xaka welêt ava kirin.
‘DIVÊ EM WELATÊ XWE JI SERDESTAN RE NEHÊLIN’
Ciwanên welatparêz û gelê me yê fedekar: Divê em ji bîr nekin ku her koçberiya ku pêk tê, dijmin ji bo xwe weke serketinek dibîne. Weke qelsbûn û şikandina ruhê welatparêziyê digre dest. Em li ku derê dibin bila bibin, divê em nekevin nava xefleta ku em dikarin her welatparêz bimînin. Weke ciwanên Apoyî, divê em ji tecrûbe û ji tiştên ku me jiyaye dersan derxin.
Li aliyek ji bo jin, zarok û ciwan bi rengekî azad bijîn têkoşînek bêhempa tê meşandin, lê li aliyê din koçberî heye. Ji bo ku em vê têkoşînê bigihînin serketinê, divê em felsefeya Apoyî bijîn, tevlî jiyana azad bibin û welatê xwe ji serdest û hevkaran re nehêlin.
Ji ber vê yekê, di serî de pîvana welatparêziyê welatê xwe neberdan e. Bi derketina derveyî welat re em nikarin wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih bînin. Rêber Apo ev 52 sal in ji bo aştî, avabûna îrade û hişmendiyeke dîrokî têdikoş e. Rêber Apo ji bo ku em li welatê xwe bi rengekî azad bijîn, bi zimanê xwe biaxivin û bi çanda xwe bijîn vê têkoşînê dimeşîne. Ji bo vê yekê beriya her tiştî şehîd hatin dayîn.
‘EM LI WELATEKE AZAD BI RÊBEREK AZAD RE BIJÎN’
Bi xwedî derketina li goristanên xwe re jî mirov dikare dilsozî û hezkirina bi welatê xwe re nîşan bide. Êrîşên li dijî goristanan jî ji ber vê yekê ye. Çima heta niha gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û şehîd Egîd hêj cihê wan ne diyar in? Çima nahêlin em gorên xwe yên li derveyî welat bînin Kurdistanê? Sedema vê ev rastî ye.
Divê em jî helwesta xwe bi rengekî radîkal nîşan bidin. Ev têkoşîn û berxwedan hemû ji bo ku em hebûna xwe winda nekin, hatine meşandin. Weke ciwanên Apoyî divê em gotina Rêber Apo ya ku dibêje ‘li cihê ku berê xwe bidim Ewropayê, ez ê li Îmraliyê bimînim” fêm bikin. Rêber Apo bi vê gotina xwe balê dikişîne ser rastiyê. Wê demê divê em vê rastiyê bibînin û nas bikin. Ji welatê xwe koç kirin û berê xwe dayîna welatek din ne azadiye.
Weke tevgera ciwanan a Apoyî, em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin: Guh bidin banga Rêber Apo. Ev bangeke ku hûn vegerin ser ax, welat, çand û zimanê xwe ye. Werin em weke ciwanên bi rûmet, li welateke azad bi Rêberek azad re bijîn. Em dibêjin ku li ser axa azad rojek jî azad jiyîn, çêtire sed sal kole jiyîn e.
Ji ber vê em dibêjin, Bijî Serok Apo.”