Hevserokên Giştî yên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak û Ekîn Yeter Moray ku beşdarî civîna 13’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bûn, piştî axaftinên xwe rapora xwe ya berfireh a 55 rûpelî pêşkêşî komîsyonê kirin.
Rapora ku têde pêşniyar û rexneyên têkildarî pêvajoyê hebûn, ji 10 sernavan pêk tê. Rapora ku gelek mijarên wekî mafê zimanê dayikê, sererastkirina înfazê, darizandin, mafên jinan, hilweşînên ekolojîk, êrîşên li dijî cenazeyan û pêkanînên kêfî yên li girtîgehan nîqaş dike, ji aliyê komîsyonê ve hate tomarkirin.
‘DIVÊ SERXWEBÛNA DARAZÊ WERE PÊKANÎN’
Di raporê de hate destnîşankirin ku li Tirkiyeyê dozên siyasî li dadgehên awarte tên meşandin û hate diyarkirin ku darazê di bin bandora desthilatdariya siyasî de maye û wiha hate gotin: “Girêdanbûna Saziya Dadger û Dozgeran (HSK) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi siyasetê re rê li ber siyaseta adil digire.” Di raporê de hate xwestin ku HSK’ê ji nû ve were sererastkirin û li dijî bêcezabûnê mekanîzmayên bandor werin avakirin.
DAXWAZA MAFÊ ZIMANÊ DAYIKÊ
Di raporê de îşaret bi mafê zimanê dayikê jî hate kirin û hate destnîşankirin ku astengiyên cidî bikaranîna zimanê Kurdî di perwerde, tenduristî, xizmeta giştî û darazê de heye û ev daxwaz hatin kirin: “Xala 42’an a Destûra Bingehîn perwerdeya bi zimanê dayikê qedexe dike. Divê guhertina Destûra Bingehîn, rakirina astengiyên li hember peymanên navneteweyî û pêkanîna xizmeta bi Kurdî di saziyên giştî de, pêk were.”
‘DIVÊ EKOLOJÎ BIBE YEK JI SERNAVÊN NAVEND ÊN PÊVAJOYÊ’
Di raporê de îşaret bi hilweşîna ekolojîk a li Kurdistanê jî hate kirin û wiha hate gotin: “Ji salên 90’î heta îro, polîtîkayên şer pergala xwezayî xira kir: gund hatin şewitandin, daristan hatin şewitandin, di cînayetên kujernediyar de bîrên avê hatin qirêjkirin. Projeyên bendav û HES’ê hem xwezayê hem jî mîrateya çandî tune kir.” Di raporê de hate destnîşankirin ku ekolojî di çarçoveya pêvajoyê de bibe yek ji sernavên navendî.
‘DIVÊ TMK Û TCK’Ê WERE SERERASTKIRIN’
Di raporê de hate diyarkirin ku çalakiyên aştiyane bi hinceta “propagandaya rêxistinê” û “sûcê li ser navê rêxistinê” tên cezakirin û ev pêkanîn tevî biryarên AYM û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AIHM) jî tê dewamkirin. Di raporê de hate xwestin ku xalên têkildar ên di TMK û TCK’ê de cih digirin werin sererastkirin.
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ WERE MÎSOGERKIRIN’
Mafê Hêviyê yek ji sernavên ku di nava raporê de cih girt. Hate diyarkirin ku cezayên muebbetê yên girankirî girtiyan bêhêvî dikin û ev rewş hem li diî mafên mirovan hem jî li dijî standartên Ewropayê ne û hate xwestin ku mafê tehliyeya bi şert were naskirin û Mafê Hêviyê were mîsogerkirin.
‘DIVÊ DAWÎ LI POLÎTÎKAYÊN ÊŞKENCE Û PIŞTGUHKIRINÊ BÊN ANÎN’
Di raporê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî cih girtin û wiha hate gotin: “Girtî û mehkûm nikarin xwe bigihînin mafên tenduristiyê, di hevdîtinên malbat û parêzeran de sînordarkirinên kêfî tên kirin.
PÊKANÎNA CEZAYÊN KU RÊ LI BER KOMKUJIYÊN JINAN DIGIRIN
Di raporê de îşaret bi cînayetên jinan jî hate kirin û hate destnîşankirin ku bi pêkanînên wekî “daxistina tehrîka neheq” kiryar tên parastin û darazê bêcezatiya serweriya mêr belav dike. Hate xwestin ku cezayên ku rê li ber komkujiyên jinan digirin, bên dayîn.
DESTESERKIRINA ÎRADEYA GEL
Di raporê de hate destnîşankirin ku qeyûmên ku ji bo şaredariyên bi hilbijartinê hatine qezenckirin, têne tayînkirin demokrasiya herêmî ji holê radike. Hate destnîşankirin ku divê rêz li hemberî îradeya gel bê girtin.
‘DIVÊ PEYMANÊN NAVNETWEYÎ BÊN PÊKANÎN
Di raporê de wiha hate gotin, “Tirkiye bi astengiyên di peymanên ku ew jî têde cih digire, mafên zimanê dayikê û kêmenetewan pêk nayne.” Di raporê de hate destnîşankirin ku ev astengî bêne rakirin û standartên navneteweyî bên pêkanîn.