Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari ku tevlî bernameya taybet a di JIN TV’yê de tê weşandin bû, bersiv da pirsên Nezahat Dogan.
Wêne û nîqaşên di vekirina Meclîsa ya 1’ê Cotmehê de bû rojev. Hûn dikarin destpêkê van nîqaşan zelal bikin?
Mixabin berî û piştî vekirina Meclîsê li şûna rojeva sereke mijarên cuda hatin nîqaşkirin. Me wekî DEM Partiyê wê rojê biryara çûyîna li Meclîsê girt û partiyên siyasî yên ku neçûn jî hebûn. Ji ber vê yekê di medyaya dijîtal de gelek nîqaş û rexne çêbûn. Em wekî DEM Partiyê partiya muzakere û têkoşînê ne. Sala borî di 1’ê Cotmehê de bi hatina Devlet Bahçelî li rêzên DEM Partiyê re pêvajoyek destpê kir û salek çêbû. Vê carê jî Serokkomar hat rêzên DEM Partiyê. Me di tevahiya salekî de muzakere kir. Armanca bingehîn a vê muzakereyê çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk, li Tirkiyeyê bêdengkirina çekan, axaftina li ser aştiyê, li ser qanûnên demokratîk û li ser pêvajoya demokratîkbûnê ya aştiyane ye. Dema ku em vê diyalogê didomînin, helbet pêwîst dikir ku biçin parlamentoyê. Helbet têkildarî pirsgirêkên ku piştî silavdayînê çêbûn, lêborîn ji me hate xwestin. Di encamê de sala borî pêvajoya asayîbûnê dihat axaftin, CHP’ê weke kom çûn, rabûn ser piyan jî, diyalog jî danîn bi serokkomar re, lê vê demê tiştekî wiha tercih kirin. Em rêzê li hemberî tercîhê wan digirin.
Bi heman rengî dema Birêz Ozgur Ozel jî têkildarî vê mijarê daxuyanî da, diyar kir ku ew rêzê li hemberî tercîha DEM Partiyê digrin. Di medyaya dijîtal de nêzîkatiyên lînckirinê çêbûn. Helbet wekî DEM Partiyê dibe ku kêm û kurtiyên me jî hebin. Em ê di vê mijarê de xwedî helwestekî xwerexenkir bin, eger pêwîst bike. Lê di siyasetê de dibe ku girîngiya demê ya hin wêneyan hebe. Lê ne rast e ku ji wêneyeke bigihin encamên polîtîk.
Rexneyên ku ji dost, sosyalîst, şoreşger û gelên me tên ser seran, ser çavan. Lê ji roja ewil a destpêka vê pêvajoyê yanî di 1’ê Cotmehê de ger were bîra we dema Devlet Bahçelî hat ser rêzên me û silav da, derdorek hebû ku hêrsbûnên wiha nîşan da, “Ma wiha aştî dibe?” Lê wiha dibînim ku beşek mezin a aliyên ku hêrsbûneke wiha nîşan dan, heta îro qet piştevaniyê bi gelê Kurd re nekiriye, qet bi gelê Kurd re hevkariyê nekiriye. Lê bi taybet dibêjim ku ez hemû kesên ku rexneyan dikin, nakim vê kategoriyê. Lê aliyek heye ku bi rastî jî li dijî vê pêvajoyê ne, naxwazin aştî çêbibe û pêvajoya aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê were avakirin. Ev alî, beriya AKP’ê jî bi dîrokî dûrî pirsgirêka Kurd bûn. Ev alî tevlîheviyê çêdike. Ez vê yekê ji bo siyaseta aştî û demokratîbûnê bi xeter dibînim. Di heman demê de ji wêneyeke derxistina encama tifaqekî hilbijartinê û tifaqa guhertina destûra bingehîn rewşeke ku pir zêde tê mezinkirin e.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî jixwe di pêvajoyên hevdîtinê yên berê de gotibû ku di siyaseta ku DEM Partî dimeşînê de, hemû kes dikarin li cihê ku mîna rêya seyemîn pênase dike, di bin bingeha demokrasiyê de tifaqan ava bikin. Ji ber vê yekê di vê yekê de tu astengî tune ye ne wisa?
Niha vê serdema muzakereyê di esasa xwe de di navbera dewlet û PKK’ê de pêk tê. Wekî siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê erka herî girîng ku dikeve ser milê DEM Partî û hêzên demokrasiyê pêkanîna civakîkirina aştiyê û bi demokrasiyê re avakirina aştiya li Tirkiyeyê ye. Ji ber ku em aştiyeke mayînde dixwazin. Ne aştiyeke demkî. Ji ber vê yekê weke DEM Partiyê jixwe di warê bernameya partiya me, têkiliyên me û nirxên me yên ku me ev qas berdêl dan û têkoşiyan de li ser mijarekî antîdemokratîk li hev nayên. Em tu car yên aştî û demokrasiyê red dikin û tundî û pevçûnê derdixin pêş, qebûl nakin û ji vir bi taybetî binê demokrasiyê hêz dikim.
Desthilatdariya AKP’ê, Serokkomar Tayyîp Erdogan ji destpêkê ve pêvajoyê wekî “Tirkiyeya bêteror” binav dike. Hîna jî ev yek nehatiye guhertin. Çima niha jî ev yek wiha dewam dike?
Divê ziman were guhertin. Ev ji aliyê me hemûyan ve wiha ye, di serî de ji aliyê desthilatdarî û dewletê ve. Ev bi rastî jî ne zimanê ku civakê ji bo aştiyê amade dike, civakbûna aştiyê pêk tîne û aştiyê tine ye. Ji ber vê yekê em bi hev re zimanê aştiyê xurt bikin. Ger zimanê aştiyê û zimanê demokrasiyiê were xurtkirin, em dikarin aştiyeke mayînde bi hev re ava bikin. Heta ziman neyê guhertin, helwest nayê guhertin.
Dema ku em li komîsyonê jî dinêrin, li cihê ku zimanê Kurdî jî nayê axaftin, bêbaweriya di civakê de zêdetir dibe. Gelo DEM Partî di vê yekê de gotina xwe çiqas xurt saz dike?
Pir bi zelalî xuya dibe ku komîsyona li Meclîsê bi çi armancê hatiye avakirin. Bi fikra ku pirsgirêka Kurd bînin zemîna siyasî û hiqûqî hat avakirin. Ji ber vê yekê di vê komîsyonê de tişta herî neyînî ku herî zêde were rexnekirin û derbasî qeydên dîrokê bû, ew e ku destûr nehat dayîn ku dayikên Kurd xwe bi Kurdî îfade bikin. Ev ne tiştekî bê qebûlkirin e. Ger tehemûla we ji bo dayikek nebe ku xwe bi zimanê xwe îfade bike, bi xwezayî wê gel bibêje, “Ger aştî çêbibe, wê aştiyeke çawa bibe.” Ev pirs gelek ji me tê kirin.
We wekî DEM Partiyê gelek civîn pêk anîn. Ev civîn hemû têrker bûn? Rexne ji bo DEM Partiyê hene? Bi taybet li rojava vê zêde nabînin, nîqaş an jî nirxandinên wan jî hene.
Em wekî DEM Partiyê, partiyeke siyasî ne ku her tim li qadê ne, dema ku ji aliyekî ve muzakereyê dimeşînin tawîz ji têkoşînê nadin û em her tim wiha xebitîn. Helbet kêmasiyên me hene. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek mezin e. Ne hêsan e ku pirsgirêka Kurd bikin rojeva gel û baweriyên cuda. Armanca me ya herî mezin ew e ku di heman demê de rojeva hemû gel û bindestan bikin aştî.
Niha dixwazim werim ser mijara esas. Şandeya DEM Partiyê îro li giravê hevdîtinek pêk anî. Hirgûliyên vê hevdîtinê çi ne?
Ji beriya her tiştê, silavên Birêz Ocalan ji her kesê re hebû. Baş e û morala wî bilind e. Helbet pêvajo hatiye axaftin û nirxandin. Niha ji 1’ê Cotmehê ve tam salek derbas bû. Di tevahiya salekî de çi hatin kirin, çi nehatin kirin, hatine nirxandin. Divê vê yekê bibêjiim; Birêz Ocalan bi taybet destnîşankiriye ku divê pêwîstiyên derbarê pêvajoyê de bi cidîbûneke mezin werin bi cih anîn.
A rast di gelek hevdîtinan de bi israr vexwendina her kesî ji bo cidîbûnê heye. Çima vexwendina ji bo cidîbûnê çêdibe? Hûn dizanin ku komîsyonê ev demeke guhdar dike. Em jî nirxekî mezin didin van guhdarkirinan. Lê ne têrker e. Me pêşniyar kir ku ev guhdarkirin ji aliyê komîsyoneke jêrîn a girêdayî Meclîsê were dewamkirin. Ev hemû belgeyên dîrokî, bîr û di heman demê de rûbirûbûyîn e.
BIRÊZ OCALAN WIHA DIFIKIRE KU PÊVAJO BI DERENGÎ KETIYE
Ji ber vê pir girîng e, lê yek ji xalên herî bingehîn ên vê pêvajoyê demildest destpêkirina veserarastkirinên qanûnî û hiqûqî ye. Li gorî me gelek dereng ma. Birêz Ocalan jî wiha dibîne û jixwe di hevdîtina îro de jî bi taybet bal kişandiye ser vê yekê. Her wiha destnîşankiriye ku bêyî ku dem were windakirin, ev pêvajo êdî di zemîneke siyasî de xurttir were axaftin û xebatên ji bo vesererastkirinên qanûnî û hiqûqî demildest werin destpêkirin.
Dema ku dibêje, di zemîna siyasî de xurt were axaftin çi îfade dike? Mebest ew e ku çareserî di zemîna siyasî de xurt were axaftin. Vê yekê îfade dike; Ne têrker e ku komîsyon tenê guhdar bike. Di heman demê de yek ji erkên bingehîn ê komîsyonê xebatên qanûnî ne. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan di vê hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya pêkanîna vê berpirsyariyê.
JI BO GAVÊN BERBIÇAV WÊ DEST BI HEVDÎTINAN BÊ KIRIN
Bêguman yek ji xalên ku di van hevdîtinan de derketine holê ev e ku divê ev gav bi awayekî hevbeş bên avêtin. Ango ji bo avêtina gavên berbiçav, heyet wê bikevin nav hevdîtinên zêdetir û kûrtir. Ev pêşveçûneke girîng e. Di encamê de ev pêvajo bi hevdîtinên di navbera aliyan de pêş dikeve. Û me her tim got ku hin gav divê bi awayekî hevbeş bêne avêtin. Heta niha gava herî berbiçav ji aliyekî ve hate avêtin. Di 27’ê Sibatê de Birêz Ocalan bangek pêk anî. Di pey re PKK’ê kongreya xwe li dar xist û biryara fesihkirinê da û paşê di 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê merasîma şewitandina çekan pêk hat. Komeke aştiyê ya ji 30 kesan, ku di nav de hevseroka KCK’ê jî hebû, merasîma şewitandina çekan li dar xist. Ev hemû gavên pir berbiçav in. Li hemberî van gavên berbiçav, bêguman hêviya me ya herî mezin ew e ku li Tirkiyeyê wek siyaseta demokratîk jî rêziknameyên zagonî bên çêkirin. Ango rêziknameyên zagonî ji bo PKK’ê ku çek danî. Ji ber vê yekê em vê yekê wek “rêziknameya taybet” bi nav dikin.
OCALAN DIXWAZE PÊVAJOYA MUZAKEREYA DEMOKRATÎK DEST PÊ BIKE
Çûyîna Komîsyona Meclîsê bo Giravê jî yek ji mijarên ku dîsa ketine rojevê. Birêz Ocalan bêguman dibêje ku ger komîsyon bê vir, “ez ê bi wan re muzakereyeke demokratîk bimeşînim”. Û her wiha ne tenê bi komîsyonê re, ew dixwaze bi gelek kesan re hevdîtinê bike û bi wan re pêvajoyeke muzakereya demokratîk dest pê bike.
Ev pêvajoya muzakereya demokratîk bi xwe daxwaz dike û diyar dike ku dixwaze dest pê bike. Mijarên zagonî divê bi cidiyet werin dest girtin. Divê dev ji taloqkirinê bê berdan. Ew vê pêvajoyê wek rewşeke taloqkirinê û dirêjkirinê dibîne. Divê ev yek zûtir biqede. Birêz Ocalan van hemûyan diyar kiriye û her wiha bi taybetî ji ber ku di komîsyonê de destûr nedane dayikan ku bi Kurdî biaxivin, gelek xemgîn û nerazî bûye. Diyar kiriye ku nepejirandina axaftina dayikan bi Kurdî ji bo komîsyoneke bi vî armancî hatî avakirin tiştekî nepejirandî ye.
Piştî vê hevdîtinê û nîqaşên van mijaran, we got ku çûnhatina heyetan wê zêde bibe. Ma dibe ku di çûyîna Komîsyona Îmraliyê de û pêkanîna hevdîtinan de lezeke zêde çêbibe?
Komîsyon divê zûtir biçe Îmraliyê. Nêzîkatiya me pir zelal e. Birêz Ocalan ne tenê muzakerevanê sereke ye, di heman demê de aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Ji ber vê yekê dema em behsa mafê hêviyê dikin, em dibêjin ev mafek e ku hemû kesên 25 sal di zindanê de mane digire nav xwe. Mafê hêviyê an jî afirandina şert û mercên ku Birêz Ocalan bikaribe bi azadî bijî û bixebite, ji bo pêşvebirina vê pêvajoyê, wek aktorê sereke erkên xwe bi cih bîne, ev kedê bide û vê hewldanê bi awayekî bihêztir û bandorker bi kar bîne, pir girîng e. Ji ber vê yekê em bi awayekî pir lezgîn li ser vê yekê disekinin ku mafê hêviyê bikeve rojevê, şert û mercên Birêz Ocalan bi awayekî zûtir û lezgîn bên rêkûpêkkirin, komîsyon jî berî van hemûyan bi awayekî herî lezgîn biçe giravê û vê hevdîtinê pêk bîne. Dema em behsa qanûna azadiyê dikin, ew diyar dike ku bi azadbûna civakê re ew jî dikare azad bibe.
Dema em behsa gavên bilez dikin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî behsa wê yekê dike ku deriyên Îmraliyê ne tenê ji bo çûnûhatina bi sînor a heyetê, lê di çarçoveyeke demî ya berfirehtir de hevdîtin bêne kirin, wisa ye? Ma komîsyon wê zû gav bavêje?
Tam wisa ye. Bêguman ew bi xwe jî hin hevdîtinan dimeşîne, li giravê bi dewletê re hevdîtinên xwe didomîne û nêzîkatî û gotinên wî, daxwazên wî pir zelal in. Ango rêziknameyên hiqûqî û zagonî yên ku min berê behs kirin divê bêne çêkirin. Divê taloqkirin nebe. Di hevdîtina xwe ya berê de jî gotiye, “Em lîstikên Muawiye baş dizanin. Li hember lîstikên Muawiye em berxwedanê jî nîşan didin.” Em vê yekê wek berxwedana Huseynî pênase dikin. Ango li hember Muawiye berxwedaneke Huseynî tê sekinandin. Ji ber vê yekê mijara ku ew bi israr li ser disekine ev in: cidiyet, lezgînî, erk. Erk diyar in. Ango gavên ku divê bêne avêtin çi ne; rêziknameyên zagonî yên ku me berê behs kirin. Derxistina zagonên azadiyê, derxistina zagonên demokratîkbûnê. Mînak, behsa entegrasyonê tê kirin. Ev yek bi taybetî ji bo Sûriyeyê, ji bo Rojava zêdetir tê nîqaşkirin.
TIŞTÊ DIBÊJE PIR ZELAL E
Niha entegrasyona demokratîk tê wateya derxistina zagonên demokratîk, di çarçoveya wan zagonên demokratîk de entegrasyonek. Heke em niha ji bo Sûriyeyê biaxivin, mînak, entegrebûn wisa eklektîk xuya dike ku ev yek nabe. Çi wê bi çi re entegre bibe, ew jî ne diyar e. Mekanîzma çi ye, wê bi kîjan mekanîzmayê entegre bibe, bi taybetî ji bo Sûriyeyê dibêjim. Ji bo Tirkiyeyê jî Birêz Ocalan bi israr behsa aştî, civaka demokratîk û entegrasyona demokratîk dike. Pênaseya entegrasyona demokratîk pir zelal e. Dema ev tê gotin, çi tê xwestin zelal e. Di dawiyê de zagonên demokratîk wê derkevin, zagonên azadiyê wê derkevin. Ji girtiyên nexweş ên li zindanan bigire heta yên înfaza wan hatine şewitandin, bi rastî ev gavên ku rêziknameyên zagonî naxwazin in. Divê ev bên bicîanîn. Mînak, biryarên DMME’ê hene. Roja dawî ya îtîraza biryarên DMME’ê 8’ê Cotmehê ye.
PÊVAJOYA MUZAKEREYA DEMOKRATÎK BILEZ BIKIN
Bi kurtasî, ev pêvajo divê di nav taloqkirinê de neyê hiştin. Erê. Her kes divê zelal be. Ji her kesan mebesta min, jixwe aliyek bi rastî gavên girîng avêtiye. Niha avêtina gavê di destê dewletê û desthilatê de ye. Ji bo avêtina van gavan jî, divê komîsyona heyî êdî reşnivîsên pêşniyaran ên têkildarî rêziknameyên zagonî amade bike û zûtir bişîne komîsyona pispor. Bi vekirina Meclîsê di 1’ê Cotmehê de, êdî bi awayekî çalak hemû komîsyonên pispor wê kom bibin. Divê zûtir ev mijar wek mijarên yekem bên dest girtin û rêziknameyên zagonî bên çêkirin. Mafê hêviyê, ligel vê yekê nîqaşên TCK, TMK, qanûna rêveberiyên xwecihî, qanûna qayûman divê bê betalkirin. Ji bo van hemûyan divê mirov zelal be. Divê lezgîn tevbigerin. Hem pêşveçûnên li Rojhilata Navîn, hem yên cîhanê, hem jî yên li Tirkiyeyê destûrê nadin ku em taloq bikin. Ji ber vê yekê divê em xwe nexapînin. Zûtir van rêziknameyên zagonî bikin û gavên berbiçav bavêjin. Xala ku em ê di vê serdemê de bi israr li ser bisekinin ev e. Werin em bi hev re pêvajoya muzakereya demokratîk bilez bikin.