Li gelek cihên Rio de Janeiroyê, li ser Konfederalîzma Demokratîk û têkoşîna jinên Tevgera Azadiya Kurdistanê çalakî hatin çêkirin. Çalakî di 7’ê Cotmehê de li qada “azadkirî” ya bi navê “Marielle Franco”, li taxa Cateteyê destpê kirin. Tevgera “Quilombos Urbanos” ku ji bo mafê rûniştina bi rûmet têdikoşe, bi rêxistina azadîparêz “Tierra y Libertad – OATL” re ev çalakî birêxistin kir.
Çalakî bi belgefîlmeke di çarçoveya Konfederalîzma Demokratîk de xwe rêxistinkirina jinan a li Rojavayê Kurdistanê destpê kir. Piştre, li ser Konfederalîzma Demokratîk, jiyan û têkoşîna Rêber Apo axivîn. Her wiha li ser dîrok, têkoşîn û pêwîstiya avakirina xweseriya jinê nîqaşên berfireh hatin kirin.
Di nîqaşan de endamên rêxistinên cuda li ser dîroka gelên Brezîlya û Kurdistanê û ezmûnên xwerêxistinkirinê axivîn. Jinên “Quilombos Urbanos” destnîşan kirin ku têkoşîna jinên Kurd ji bo tevahî tevgerên jinan îlhamê dide. Anîn ziman ku xwe birêxistinkirina jinan, li dijî polîtîkayên navendparêzî û dagirkirina hişmendiyan gaveke girîng e.
Di nîqaşên çalakiyê de, enternasyonalîzm wekî rastiya herî çalak û bingehîn a têkoşîna gelên bindest hate destnîşankirin. Çalakî bi daxuyaniyên hevpar ên ji bo piştgiriya azadiya Rêber Apo û pêvajoya aşîtî û civaka demokratîk a ji 27’ê Sibata 2025’an ve dewam dike, bi dawî bû.
Di 8’ê Cotmehê de, li cihê komûnal ê “azadkirî” yê Casa Vito Giannotti çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Casa Vito Giannotti zêdetirî deh sal in ji bo mafê rûniştinê têdikoşe û cihê gelê ku bi rêxistinên herêmî re bi awayekî komûnal xwe birêxistin kirin e.
Endamên têkoşînên civakî, gelêrî û femînîst ên Rio de Janeiroyê; wekî Tevgera Mafê Xanî, Tevgera Têkoşîna Çandiniyê, Tevgera Jinên Reşik û akademîsyenên ji Zanîngeha Federal a Rio de Janeiroyê û Dibistanên Gel beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakî bi nasandina cihê çalakiyê û bîranîna şoreşgerê enternasyonalîst Che Guevara destpê kir. Bandora Che û tevgerên şoreşgerî yên li Amerîkaya Latîn hate bibîranîn. Piştre, li ser rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û pêşketinên Tevgera Azadiya Kurdistanê pêşkêşiyek hate kirin.
Di nîqaşên çalakiyê de, Konfederalîzma Demokratîk û ezmûnên têkoşîna jinên li Kurdistan û Brezîlyayê bi kûrahî hate nirxandin. Hate gotin ku jin li her herêmê hêza parastina gelên xwe xurt dikin. Ezmûnên Brezîlyayê bi têkoşînên ji bo parastina axê û jiyana komûnal a li derdora bajaran ve girêdayî ne.
Beşdaran diyar kirin ku têkoşîna bi pêşengiya jinan li dijî mêtîngeriyê û tunekirina jiyanê, ji bo yekîtiya gelan gaveke girîng e. Di diyalogên di navbera Tevgera Jinên Kurdistanê, Tevgera Jinên Reş, têkoşîna çandiniyê, mafê xanî û jinên zanîngehê de, rola jinan di şerê li dijî şeran û avakirina jiyana azad de bi kûrahî hate destgirtin. Hate destnîşankirin ku yekîtiya jinan li ser rêgezên Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo tevgerên jinan ên cîhanê mînakeke girîng e.
Çalakî bi pêşkêşiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û pêvajoya avakirina civaka demokratîk meşandina têkoşînê bi dawî bû. Beşdaran destnîşan kirin ku azadiya Rêber Apo ji bo gelên cîhanê çavkaniya hêviyê ye.
Çalakgeran daxwaz kirin ku Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî yên Kurd divê tavilê bên berdan û mafê hêviyê were naskirin. Çalakî li cihê komûnal ê Casa Vito Giannotti bi peyama piştgiriyê ya gel bi dawî bû. Peyama ku hate şandin wiha ye:
“Ji cihê azadkirî yê Vito Giannotti û ji têkoşînên azadiyê yên cuda, em didin xuyakirin ku em bi têkoşîna jinên Kurd re di nava hevgirtinê de ne û ji bo azadiya Abdullah Ocalan piştgiriyê didin.”