Şemî, 17 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meral Daniş: ‘Li Amedê aşitî, li Helebê dijminatî nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna li Hewlêrê bi dawî bû, tê payîn ku daxuyanî were dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşanê Dilara Kazemî bi êşkenceyê hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Abdullah Canan edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû Girava Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şandeya Rojava bi Nêçîrvan Barzanî re rûnişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Koyê ji bo piştevaniya bi Rojava û Rojhilat re meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên çeteyan hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziya Celal Baymış hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê bi hezaran kes meşiyan: Rojava berxwedan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû têkildarî avakirina hikûmetê li hev kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Li başûr û rojavayê Tebqayê pevçûnên dijwar didomin
Çeteyan bi çekên giran Dêr Hafirê bombeberan dikin
Çeteyên hikumeta demkî gundên Dêr Hafirê bombebaran dikin
Çeteyan bi 2 dronan derdora Tişrînê hedef girtin
Çeteyan 3 caran êriş birin ser Tişrînê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Azîz Tûnç: Gotinên Bahçelî ne ‘vebûneke Elewiyan e’
Rojane

Azîz Tûnç: Gotinên Bahçelî ne ‘vebûneke Elewiyan e’

Nivîskar Azîz Tûnç, diyar kir ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li gorî xwe pênaseya Elewiyan û Elewîtiyê ferz dike, hewl dide komkujiyan veşêre û got ku ev yek ne vebûneke Elewiyan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Nivîskar û Lêkolîner Azîz Tûnç bi bîr xist ku bêyî pirsgirêka Kurd were axaftin û hebûna wê were qebûlkirin nêzkîkatiyeke weke ‘’Bila hemû kes çekan deyne, teslîm bibe’’ hatiye pêşxistin û ev salek e tu pêngavên şênber nehatine avêtin û diyar kir ku heman zîhniyet derdikeve li pêşiya Elewiyan jî. Azîz Tûnç, bal kişand ser hewla gelê Kurd û Rêber Apo û ev yek anîn ziman: ‘’Ev hewl bi qîmet in. Piştgirîdayîn û xurtkirina van hewlan gelekî girîng e. Bila tu kes li hemberî van geşedanan bidestnexistina encameke ku dihat hêvîkirin morala xwe xirab neke. Dabînkirina aşitî û civaka demokratîk deynê me ye.’’

Nivîskar û Lêkolîner Azîz Tûnç pirsên ANF’ê bersivandin.

Komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin, heya niha têkildarî pêvajoya çareseriyê pêngaveke şênber û baweriyê bide neavêtiye, li gorî we dikarîbû çi were kirin?

Komîsyon û rêveberên wê yên ji aliyê dewletê, bi rastî jî ne xwedî zîhniyeteke guncavî daxwaza aşitiyeke demokratîk yan jî paradîgmaya civaka demokratîk in.

Di nava vê salê de dikarûbû bi awayekî hêsan têkildarî girtiyên nexweş sererastkirinek bihata kirin. Kiryarên li girtîgehan gelekî derqanûnî ne; girêdayî mekanîzmayeke ku piştre hatiye avakirin girtiyên ku cezayê wan bi dawî bûye jî nayên berdan. Diviya hemû girtîyên nexweş û cezayê xwe temam kirine bihatana berdan. Qet nebe ev yek dikarîbû bihata kirin lê belê nehate kirin.

Dikarîbû têkildarî ‘mafê hêviyê’ yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngav bihatana avêtin. Ev yek jî nehate kirin.

Jixwe desteserkirina şaredariyan antîdemokratîk in û haya hemû kesî jî ji vê yekê heye. Dikarîbû têkildarî vê mijarê sererastkirinek were kirin lê belê nehate kirin.  

Ji ber wê yekê pêkneanîna gelek sererastkirinên ku guherîna binyadî hewce nakin, nîşan didin ku di nava helwesteke avêtina pêngavên tên payîn yên têkildarî aşitî û demokrasiyê de nînin.

Dewletê di pêvajoya pêşiya komîsyonê de jî di sererastkirinên ku bikare bike û divê bike de israr kir. Dema ku pêvajoyê dest pê kir diviya zimanekî hevpar bihata afirandin.

Ev ziman hate afirandin?

Na. Hê roja ewil pêvajo weke ‘Tirkiyeya bê teror’ pênase kirin. Navberekê weke ku ji vê gotinê dûr ketine xuya kirin, çend mehan bêdengî çêbû lê belê piştre bi israr gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bilêv kirin.

Pênasekirina wan a bi vî rengî tê çi wateyê?

Tê vê wateyê: Pêvajoya beriya vê, yanî tiştên rû dane teror in. Baş e tişta ku jêre dibêjin teror çi ye? Daxwaza azadî û aşitî ya gelê Kurd e.  Fedekariya Birêz Ocalan li vir tê dîtin. Li cihekî ku pêvajoyê bi pirsgirêkan re rû bi rû nehêle li nêzî pêvajoyê bû. Ji ber vê yekê li ser nehate sekinîn lê belê dewletê bi israr gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bilêv kir. Ev gotin tê wateya pênasekirina weke terorê ya berxwedana gelê Kurd a ji bo azadiyê ye.  Ev jî bi awayekî rasterast pêvajoya çareseriyê dixitimîne. Geşadeneke wisa ye ku bi awayekî neyînî bandorê li nêzîkatiya têkildarî çareseriyê û tiştên ku hewce ne werin kirin, dike.

Baş e çima wisa ye, ji ber dewletê ye?

Çimkî aşitiyeke demokratîk, ne li gorî taybetmendiyên avaniya dewletê ye. Dewlet, têkildarî guherandina van taybetmendiyên xwe û têkildarî pêkanîna aşiyeke demokratîk ne niyetekê îfade dike û ne jî îradeyekê nîşan dide. Di atmosfereke ku lê şert û mercên antîdemokratîk derbasdar in de, dixwaze aşitiyeke ku gefan li hebûna wê nexwe û pêvajoyeke demokratîk ya li gorî pênasekirina wê pêş bixe.

Çima girîng e ku Komîsyon bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û çima hevdîtin nayê kirin?

Birêz Ocalan, ew kes e ku avakirina Komîsyonê pêşniyar kiriye. Ji bo avakirina Komîsyonê aliyê ku zexta civakî kiriye jî saziyên gelê Kurd in. Ger Komîsyon hatibe avakirin û li ser pirsgirêka Kurd dixebite wê demê heya bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk neyne, nikare pêş bikeve. Divê teqez hevdîtin pêk were. Ev yek pêk neyê wê zirarê bide pêvajoyê. Ev hewcehî, bi manîpulasyonan tê çewisandin. Bi gotinên weke ‘’Ev qasî civakê naxwaze hevdîtin pêk were’’ pêvajoyê beralî dikin. Lê belê ger ji gel re bihata gotin ku aşitî û demokrasî wê aramiyê bîbin, wê şert û mercên pêkvejiyanê werin dabînkirin û çavkaniyên ji şerî re tên xerckirin,  bidin gel wê demê civakê jî wê piştgirî bida hevdîtina li gel Birêz Ocalan. Li şûna vê yekê hewl tê dayîn ku feraseteke berovajî vê were afirandin. Heya daxuyaniyên gelekî jidil jî tên sabotekirin. Bo nimûne, gotinên Pervîn Bûldanê, ji rastiya xwehatin dûrxitin û bi armancên cuda tên bikaranîn. Ev tablo nîşan dide ku avaniya siyasî ya heyî pêvajoya aşitî û civaka demokratîk provoke dike û dibe asteng ku pêş bikeve. Dewlet ji bo bi temamî sekinandina vê pêvajoyê yan jî sînordarkirina destkeftiyên gelê Kurd di nava hewldaneke taybet de ye.

Serokê MHP’ê yê Giştî Devlet Bahçelî di civîna herî dawî ya koma partiya xwe de behsa Elewî û Elewîtiyê kiribû. Hê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gaveke şênber nehatine avêtin, gelo hûn ji bo çareseriya pirsgirêka Elewiyan li benda vebûnekê ne?

Na, teqez na. Bi baldariyek mezin min gotinên Bahçelî guhdarî kir. Wî têkildarê Elewiyan pênaseyên xwe ferz kirin. Beriya her tiştî ev yek şaş e. Elewî çawa xwe pênase dikin, divê bi vî rengî bipejirînin. Pênaseyek din ji bo Elewiyan ferzkirin, bi serê xwe rêbazek asîmlasyon, êrîş û înkarê ye. Elewî vê yekê napejirînin. Wî tevahiya Elewiyan weke Tirk pejirandin. Ev yek ji xwe ne mimkun e. Elewiyên Kurd û Ereb hene. Di nava gelên Balkan û Romanan de jî Elewî hene. Ferqa di navbera pênaseya Bahçelî û MHP’ê ya berî salan ji hev nîne. Ji ber vê tiştek nehatiye guhertin.

Tiştê ku neguherî ne çi ne, hûn dikarin hinek din mijarê vekin?

Bahçelî pêşagahiyek din a pir girîng da. Êrîşên qirkirinê yên li Mereş û Çorumê wekî êrîşên hêzên biyanî yên plankirî bi nav kir. Lê belê ev bûyer hatine jiyîn û mirovên hatine qetilkirin hene. Ev hêzên biyanî li ku ne? Ger hêzên biyanî yên bi vî rengî hebin, wê demê ew bi têkiliyên wan ên siyasî ve girêdayî ne. Em dikarin behsa kujerên paramîlîter ku bûyerên Mereş û Çorumê pêk anîne, mînak kesên mîna Abdullah Çatli yê ku gel qetil kiriye bikin. Ger hêzên biyanî ev bin wê demê divê rûbirûbûnek çêbibe. Li cihê ku êşa Elewiyan parve bikin heman gotinan dubare dikin. Heta bi helwesteke ku Elewiyan proveke dikin nêzî meseleyê dibin. Ferqa vê nêzîkatiyê ji ya berê nîne. Dibêjin ‘Cemxane jî ya me ye.’ Ev yek tê wê wateyê: ew çawa dest danîne ser nasnameya Kurdan, dest datînin ser Elewiyan û cemxaneyên wan jî. Bi helwesta xwe vê yekê dibêjin, ‘Her tişt a me ye. Em ê her tişt li gorî xwe saz bikin. Ger demokrasî pêwîst be, em ê bidin we, an dev ji van karan berdin.’ Li vir ne vebûn û ne jî demokrasî çênabe. Heta ku çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd tune be, ne rast e ku mirov ji MHP’ê yan jî ji dewletê pêşketinek li gorî Elewiyan hêvî bike. Herî kêm di nava van şert û mercên heyî de ne pêkan e. 

Di vê çarçoveyê de divê çi bên kirin?

Eger nêzîkatiyeke bi rastî demokratîk hebûya, kes dê nerazîbûn nîşan nedaya. Tevî şert û mercên heyî, bi taybetî gelê Kurd hewl dide û Elewî jî heman tiştî dibêjin. Lê belê, hewl tê dayîn ku pirsgirêka Kurd bêyî ku peyva “Kurd” jî bê gotin, were çareserkirin. Her çend peyvek li ser Kurdan nayê gotin jî, di salên 1800’î de, daxuyaniyên mîna monarşiya destûrî ku wekheviyê ji bo ne-Misilmanan tîne, di dawiyê de bi komkujiyan bi dawî bûn. Mîlyonek û nîv Ermenî hatin qetilkirin. Rewşek wisa îro jî diqewime; dibêjin, “Em ê demokrasiyê ji bo Kurd û Elewiyan bînin,” lê xuya ye ku niyeta çareseriyê tune.

Hebûna hêzeke civakî ku daxwazên xwe yên rewa tînin ziman qebûl nakin. Kurd û Elewî wekî kirde nayên naskirin. Ger Elewî bihata naskirin, dê bihata gotin, “Elewî hene û Elewîtî mafek e,” û nêzîkatiyek lihevhatî bi pênaseyên wan re dê bihata pejirandin. Lê belê, her çend Bahçelî dibêje, “Daxwaza wan daxwaza me ye jî”, hesabpirsîna ji bo komkujiyên Mereş, Madimak û Çorumê, daxwazên rastîn ên Elewiyan bêbersiv dimîne. Eger berpirsên van komkujiyan werin diyarkirin, bûyer bi hinceta “hêzên derve” werin veşartin û ji bo bersûcan merasîm werin lidarxistin, Elewî dê baweriya xwe bi vebûneke wisa neynin.

Kurd jî di heman rewşê de ne. Çareseriya pirsgirêkên Kurd bêyî nîqaşkirin û qebûlkirina pirsgirêka Kurd, tê nîqaşkirin. Hebûna pirsgirêka Kurd di esasê tiştê ku îro diqewime de ye. Ji ber vê yekê, pêşî, divê were qebûlkirin ku “pirsgirêkek Kurd heye” û bernameyek were pêşxistin ku vê rastiyê qebûl bike. Lê belê, li şûna wê, nêzîkatiyek yekalî ya “divê her kes çekên xwe deyne û teslîm bibe” berdewam dike.

Qonaxa ku em îro gihîştine bi saya hewldanên gelê Kurd û Birêz Ocalan e; ev hewldan bi nirx in û divê werin piştgirîkirin. Her çend encamên xwestî nehatibin bidestxistin jî, divê ev nebe sedema bêmoralbûnê. Avakirina aştî û civatek demokratîk berpirsiyariya hevpar a bindestan, xizanan û çîna karker e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dêrazorê QSD bi malbatên şehîdan û şêniyan re civiya
Nûçeya Pişt re GGC’ê bang li Meclîsê kir: Bila şahidiyên rojnamevanan bên guhdarîkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rûken: Zîlan bersiva herî mezin a li dijî konsepta îmhayê ye

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zêrîn Rûken şehîd Zîlan bi bîr anî û got, "Zîlan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

Hevpeymana Jinan a Kurdistanê li Helebceyê li dijî tundiyê çalakiyek lidar xistin û xwestin, qanûnên…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Kiryarên dewleta Tirk li dijî Îslamê ne’

Şêx Mihemed El Xerzî û Amîra El Azo diyar kirin ku kiryarên dewleta Tirk li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di êrîşa çeteyan de zarokek hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meral Daniş: ‘Li Amedê aşitî, li Helebê dijminatî nabe’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD û YPJ’ê bersivên tund didin êrîşên li Rasefê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD: Li Dibsî Afnan û El Resafê pevçûnên dijwar diqewimin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?