Keskîn Bayindir di meşê de ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku wê hemû şaxên meşê li Amedê bicivin û got, “Em bang li gelê Amedê dikin ku pêşwaziyeke mezin û dîrokî bidin vê meşa azadiyê.”
Keskîn bi bîr xist ku Amed paytexta têkoşîna gelê Kurd e û wiha domand: “Em bawer dikin ku bi xwedîderketin û piştgiriya gelê Amedê em ê meşa xwe ya weke fînalê li Amedê biqedînin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji îro heta 13’ê Sibatê tax bi tax, gund bi gund, kuçe bi kuçe, mal bi mal piştgirî bidin û beşdarî vê meşê bibin. Em ji Colemêrgê silavên xwe digihînin Amedê. Bijî berxwedana zindanan. Em ê tecrîdê bişkînin.”