Li Lubnanê hate girtin û radestî MÎT’ê hate kirin. Sê mehan li cihekî nenas, bêyî ku ti tomar bêne girtin, bi awayekî zêde û sîstematîk rastî êşkenceyê hat. Piştre, her çend bi senaryoyekê hatibe tomarkirin ku li Mûşê di kontrola rê de ji aliyê cendirmeyan ve “tesadufî” hatiye girtin, Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku ew bi operasyoneke MÎT’ê li derveyî welêt hatiye girtin.
Dîroka ku welatiyê bi navê Savaş Çelîk, dema bi malbata xwe re li Lubnanê bû, ji aliyê rayedarên Lubnanî ve hat binçavkirin û radestî MÎT’ê hate kirin, Nîsana 2022’yan bû. Lê di nûçeya ku MÎT’ê bi rêya Ajansa Anadoluyê ragihand de, hat gotin ku Çelîk di meha Tîrmehê de li kontrola rê ya Mûşê hatiye girtin. Bêhiqûqî û tiştên ku di sê mehên derbasbûyî de bi serê Çelik hatine, dema ku proseya dadgehkirina Çelik dest pê kir, derketin holê.
Jiyana Savaş Çelîk, piştî çalakiya li dijî cendirmeyê payebilind Arslan Kûlaksiz yê ku di 27’ê Tîrmeha 2015’an de li Mûşê peywîrdar bû, guherî. Savaş Çelik, yek ji wan kesan bû ku di operasyonên ewil ên piştî çalakiyê de hatibû binçavkirin. Piştî lêpirsînê Çelik hate berdan; lê belê tacîzên leşkeran ên li ser wî dom kirin.
Ji ber zextên leşker û cerdevanan, Çelîk bi malbata xwe re çû Sûriyeyê û demek şûnde ji bo ku derbasî Ewropayê bibe, dîsa bi malbata xwe re çû Lubnanê. Di dema ku li Lubnanê bû, bi tometa “diziyê” ji aliyê polîsên Lubnanî ve hate binçavkirin.
Ji bo Çelîk ê ku li Lubnanê bi îdiaya “diziyê” hatibû binçavkirin, ji malbata wî re hat gotin ku dê demek şûnde were berdan. Lê belê li şûna ku were berdan, paşê hate fêhmkirin ku ew ji aliyê rayedarên Lubnanî ve radestî endamên MÎT’ê hatiye kirin. Sê meh piştî vê radestkirina di Nîsana 2022’yan de pêk hat, MÎT’ê nûçeya bi sernavê ‘kiryarê dawî yê bûyera Serleşker Kûlaksiz hate girtin’ da çapemeniyê.
Lê di wan sê mehan de ku agahî ji Çelîk nehat girtin, çi qewimî?
MEHÊN BI ÊŞKENCE YÊN KU LI LUBNANÊ DEST PÊ KIRIN Û LI TIRKIYEYÊ DOM KIRIN
Êşkenceyên li ser Savaş Çelîk li Lubnanê dest pê kirin. Polîsên Lubnanî, ji bilî lêdanên giran û êşkenceya psîkolojîk, ew manipule jî kirin. Çelîk 24 rojên ku li Lubnanê ma, bi awayekî sîstematîk rastî tundiya fîzîkî hat.
Di 24’ê Nîsanê de, li balafirgeha Lubnanê, bi dest û çavên girêdayî radestî endamên MÎT’ê hate kirin.
Demên êşkenceyê li Tirkiyeyê zêde bû. Çelîk ê ku ji aliyê MÎT’ê ve birin cihekî nenas li Tirkiyeyê, di destpêkê de rastî zexta îtîrafkariyê hat; lê belê îtîrafkarî nepejirand.
Çelîk, tiştên piştî vê qewimîn, ji parêzerên xwe re wisa vegot: “Ji bo ku ez îtîraf bikim, zext li min kirin. Gotin, heke ez îtîraf nekim, dê pênc qonaxên êşkenceyê dest pê bikin.”
Proseya êşkenceyê ya ku ji aliyê MÎT’ê ve wekî “pênc qonax” hatibû pênasekirin, sê mehan dom kir. Tundiya êşkenceya ku bi lêdanên giran dest pê kir, her ku çû zêdetir bû.
Di nava sê mehan de, li gorî vegotinên Çelîk, ew rastî êşkenceyên pir giran ên fîzîkî û psîkolojîk hat.
Li gorî vegotina wî, di balafirê de, bi çavên girêdayî ew li erdê dirêj kirin; endamên MÎT’ê pêl li ser wî kirin û tundiya fîzîkî lê kirin. Bi dest û çavên girêdayî di şaneyê de hate girtin, demeke dirêj birçî hate hiştin. Destûr nehat dayîn ku pêdiviyên xwe yên paqijî û tuwaletê pêk bîne; neçar ma ku di şaneya ku lê dihate girtin de pêdiviya xwe ya tuwaletê bibîne.
Wî got ku di vê proseyê de rastî kiryarên rûreşker û nemirovane hatiye, bi destdirêjiya li ser malbata wî hatiye gef xwarin, elektrîk dane gelek organên laşê wî û rastî sepandinên êşkenceyê yên bi ava tazyîk hatiye. Her wiha anî ziman ku di dema lêpirsînê de bi zincîrê hatiye girêdan.
Çelîk diyar kir ku di nava sê mehan de, bi dem û deman doktor ji bo kontrolê hatine, lê wî got ku doktoran jî êşkence lê kirine, lê dane û heqaret li wî kirine.
Êşkenceyên li ser Çelîk piştî lêpirsîna MÎT’ê jî dom kirin. Çelîk ê ku bi musamereyê radestî cendirmeyan li Mûşê hate kirin, dema dihate birin dadgeh û nexweşxaneyê, di wesayîta ringê de rastî tundiya fîzîkî û heqaretên leşkeran hat.
Her çend parêzerên Çelîk bi israr xwestin ku derbarê êşkenceyên li ser wî de raporê bigirin jî, rayedaran rê li ber dermankirina Çelîk girtin heta ku şopên êşkenceyê ji holê rabûn. Dema ku şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) jî, şopên êşkenceyê hema hema hatibûn jêbirin. Lê belê, rapora ATK’ê dîsa jî neçar ma ku peyva ‘Şopên êşkenceyê tune ne; lê divê dema ku li ser bûyerê re derbas bûye were berçavgirtin’ bi kar bîne.
KESÊ KU HER KES SÛCDAR DIKE, LÊ KES NAS NAKE
Derbarê Çelîk de, ji bilî kuştina serleşker Kûlaksiz, ji ber revandina mirovan li ser navê rêxistinê û ji ber axaftinên telefonê, îdianameyên cuda hatin amadekirin. Bi dehan kesên ku navên wan di van îdianameyan de derbas dibûn, wekî şahid an jî bersûc hatin guhdarîkirin. Lê belê hema hema hemû kesên ku heta proseya dadgehê derbarê Çelîk de îfade dabûn, di dadgehê de îfadeyên xwe guherandin.
Di her sê îdianameyan de, di nav de doza sereke ya kuştina serleşker Kulaksız, kesên ku îfade dan, bi eşkereyî gotin ku ew Çelîk nas nakin. Çend kesên ku gotin nas dikin jî, delîlek zelal li ser sûcên ku li Çelîk têne barkirin, pêşkêş nekirin.
Di doza serleşker Kûlaksiz de, hevjîna wî Sîbel Kûlaksiz jî ku di êrîşê de li cem bû, di îfadeyên xwe yên ewil de Çelîk teşhîs nekir. Îfadeya Sîbel Kûlaksiz a ku tevî israrên teşhîskirinê jî Çelîk teşhîs nekir, tevî israra parêzeran jî hîn ji aliyê dadgehê ve nehatiye girtin.
Hema hema hemû kesên ku di îdianameyan de hatine sûcdarkirin, çespandin ku roja bûyerê li cihekî din bûne.
Îdianameya duyemîn a derbarê Çelîk de hatibû amadekirin, sûcdariya ‘revandin û lêdana li ser navê rêxistinê’ dihewand. Li vir jî tiştên di îdianameya ewil de qewimîn, dubare bûn. Piraniya kesên îfade dan, gotin ku îfadeyên wan ên ewil di bin zextê de hatine girtin. Di bûyerên ku bûn mijara sûcdariyê de, nakokiyên di îfadeyên kesên ku li dijî Çelîk îfade dabûn de nehatin çareserkirin û dîsa wekî di îdianameya ewil de, piraniya wan anîn ziman ku ew Çelîk nas nakin.
Îdianameya sêyemîn a hatî amadekirin jî li ser axaftinên telefonê bû. Li vir, her çend axaftinên telefonê yên Çelîk wekî delîlê endamtiya rêxistinê hatibin nîşandan jî, hatina kesên ku ew pê re axivîbû û îfadekirina wan a ku axaftinên wan derbarê pirsgirêkên rojane de bûn, pûçitiya îdianameyê nîşan da.
‘RÊXISTINA ÎLEGAL’ A KU HER KES HER KESÎ NAS DIKE Û PÊ DIZANE
Xalek din a balkêş di îdianameyan de ew bû ku di her sê îdianameyan de jî kesên ku wekî ‘endamê rêxistinê’ an jî ‘alîkariya rêxistinê dike’ hatine binavkirin, ji aliyê her kesî ve têne naskirin. Hema hema hemû endamên rêxistinê yên ku di her sê îdianameyan de hatine sûcdarkirin, di nav de gundî jî, ji aliyê her kesî ve têne naskirin. Li gorî îdianameya ewil, hema hema tevahiya Mûşê ji çalakiya sûîqastê ya li dijî serleşker Kulaksız dizane; lê her kes dibêje ku tenê goh li bûyerê bûye an jî ji çapemeniyê bihîstiye.
SÊ SALAN SÊ ÎDIANAME, Û 78 DANIŞÎN
Derbarê Çelîk de, ji Tîrmeha 2022’yan heta îro sê îdianameyên cuda hatin amadekirin. Bi tevahî 78 danişîn li ser van îdianameyan hatin kirin. Di danişînan de, her çend parêzerên parastinê bi israr sûcdarî pûç kirin jî, her carê sûcdariyên nû lê hatin zêdekirin. Hema hema hemû çalakiyên di navbera salên 2014-2015’an de hewl tê dayîn ku li ser Savaş Çelîk bêne barkirin. Di doza serleşker Kûlaksiz de, 12 kes, di nav de cerdevan, sercerdevan û leşkerek, wekî bersûc têne darizandin.

