Fîlma ‘Heval Birako’ ya ku dê were pêşandan, zehmetî, rihê kolektîf û avahiya bêhempa ya sînemaya Rojava ku berxwedan û huner di nava hev de pêş dikeve, bi rengekî şênber radixe ber çavan.
Fîlm, ku çîroka wê ji aliyê rojnamevanê şehîd Nazim Daştan ve hatiye nivîsandin, wekî mînakek bihêz a sînemaya komunal derdikeve pêş. Derhênerê fîlma ‘Heval Birako’ Nûman Yîgît e. Fîlm dê di 13’yê Mijdarê de di vekirina Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava de were nîşandan. Derhêner Nûman Yîgît, anî ziman ku ev fîlm ne tenê berhemeke sînemayê ye, di heman demê de hewldanek e ji bo zindî hiştina bîranîn û rihê têkoşîna gelekî ye.
Li Rojava sînema di bin şert û mercên dijwar de, ne tenê bûye şêweyekî hunerî, di heman demê de bûye îfadeyek berxwedana siyasî, bîranîn û têkoşîna kolektîf jî. Fîlma ‘Heval Birako’ çîroka rastîn a du birayên Êzîdî vedibêje ku hewl didin ji destê DAÎŞ’ê rizgar bibin. Ev çîroka dilşewat ji aliyê şehîd Nazim Daştan ve hatiye nivîsandin.
Senaryoya fîlmê ji aliyê Onder Çakar ve hatiye amadekirin û li gundê Sebahiyê ku di navbera Reqa, Qamîşlo û Amûdê de ye, hatiye kişandin. Fîlma ‘Heval Birako’ dê di mehên pêş de li Kurdistanê û gelek welatên din were nîşandan.
Hevserokê Komuna Sînemayê ya Rojava Nûman Yîgît, behsa çîroka esasî ya ‘Heval Birako’ û tevkariya mezin a rojnamevanê şehîd Nazim Daştan kir.
Nûman Yîgît da zanîn ku fîlma ‘Heval Birako’ berhema hewldanek kolektîf e û got, “Nêzîkî sê sal berê wekî yek ji sê senaryoyên cûda yên senarîst Onder Çakar gihîştiye ber destên min. Piştre hîn bûm ku çîrok aîdî rojnamevanê şehîd Nazim Daştan e. Tiştê ku filmê taybet dike, çîroka ku Nazim hîs kiriye û lêkolîn kiriye û îro di sînemayê de zindî tê jiyîn e. Piştre bi lêkolînên dîrokî ya li ser Êzîdîtiyê me aliyê wê yê hestewarî xurt kirine.”
Yîgît diyar kir ku ew şehîd Nazim Daştan ji nêz ve nas nake û got ku ew ji nivîs û jiyana wî gelek tişt hîn bûye û wiha domand, “Ew ne tenê rojnamevan bû, di heman demê de li ser sînemayê perwerde dîtiye û kesek xwedî hesasiyetek estetîk a xurt bû jî. Ew lêkolînerek bû ku çîrokên mirovan belge dikir.”
Nûman Yîgît da zanîn ku fîlm xwe dispêre çîrokeke rastîn û got ku hem şahid û hem nivîskarê wê şehîd Nazim e. Nûman Yîgît, da xuyakirin ku wan nexwestiye şehîd Nazim veguherînin karakterekî û got ku ew jixwe “kamera bi xwe” ye.
Yîgît dibêje ku ew nêzîkî çar salan e li Rojava ye û vê pêvajoyê gelek tişt hînê wî kiriye. Nûman Yîgît, destnîşan dike ku her fîlm û her cih tecrûbeyek cuda bi wî dide qezenckirin û got, “Şopên şer di dema kişandina Reqayê de hîn jî diyar bûn. Di nav kavilan de, me hem wêraniya mezin û hem jî dengê ji nû ve avakirinê hîs kir. Kamera carnan kavilan, carnan jî avahiyên nû nîşan dide. Ev rastî dualîteya Rojava eşkere dike. Hem birînên şer û hem jî jiyana nû ya bi berxwedanê hatî avakirin nîşan dide.”
Yîgît diyar dike ku fikarên ewlehiyê her kêlî tê hîskirin û got ku bi saya hişmendiya kolektîf a komê, hevgirtinê û piştgiriya gel, hemû zehmetî hatine derbaskirin.
Yîgît da zanîn ku li Rojava çêkirina fîlman têkoşînek e mezine û got ku hem zehmetiyên teknîkî û hem jî zehmetiyên polîtîk kêşanan bandor dike. Yîgît got, “Tevî hemû astengiyan jî bêyî ku ji estetîk û hestên rastîn tewîz werin dayîn, me hewl da ku hêza dîtbarî ya fîlm biparêzin. Li Rojava sînema, ne tenê huner e, di heman demê de şêwayek fedaîbûna gel e. Her kes dibêje ‘ev fîlm çîroka min e’ û xwedî lê derdikeve.”
Yîgît dibêje ku her çend çêkirina hunerê di şert û mercên şer de zehmet be jî, wateya hunerê kûrtir bûye. Nûman Yîgît, diyar kir ku êdî astengiya kişandina fîlman li Rojava nîne û got ku bîra kolektîf û hevgirtina ku derketiye holê hem ji bo gel û hem jî ji bo hunermendan şêwayek a berxwedanê ye. Yîgît got, “Her çend piraniya lîstikvanan ne profesyonel bin û budce kêm bû jî, sahneyên aksyon û hunera teknîkî bi saya ezmûna Komuna Filman a Rojava û piştgiriya ku ji hêla leşkerî ve hatî dayîn, bi serketî hatine çêkirin.”
Yîgît anî ziman ku ruhê kolektîf bi ser budceya kêm û produksiyonên mezin e û got, “Ne tenê çêkerên fîlman, di heman demê de dayik, mamoste, leşker û zarok jî beşdarî vê pêvajoyê bûn. Heval Birako bi nîşandana êşa gelê Êzidî, malbatên ku ji ber şer ji hev hatine parçekirin û berxwedana çandî, çîroka hevpar a hem gelê Kurd û hem jî mirovahiyê vedibêje.”
Nûman Yîgît diyar kir ku sînema li Rojava pêvajoyek nû ye ku li kêleka şoreşê pêşketiye û got ku lîstikvanên xwedî ezmûn pir kêm in. Yîgît, destnîşan kir ku ew pir caran neçar in ku bi lîstikvanên nû re bixebitin û got ku ev yek pir caran li gorî şert û mercan faktorek xwezayîbûn û rastîbûnê dide filman.
Yîgît anî ziman ku Komuna Fîlman a Rojava di sala 2015’an de bi rihek kolektîf û hevgirtinê hatiye avakirin û got, “Pêşî me bi fîlmên kurt û belgefîlman dest bi xebatê kir. Bi demê re me projeyên dem dirêj girt. Ji bo vê me akademî û bernameyên perwerdeyê ava kirine da ku sînemayê organîze bikin û berfireh bikin. Ji bo tevlîbûna ciwanan di van xebatan de me atolye û pêşandan lidar xistin. Sînemaya komunal li qada navneteweyî bal kişandiye û bi parvekirina ezmûnan pêş dikeve.”
Yîgît, sînemayê hem wekî berpirsiyariyek hunerî û hem jî siyasî dibîne û wiha dibêje, “Ji bo gelê Kurd xwe îfadekirina bi rêya dîtbariyê mecbûriyetek a hebûnî ye. Hevrê Nazim xwest serpêhatiya gel bi rengekî herî baş nîşan bide û ji bo vê lêgerîna xwe xurt kir. Çîroka Heval Birako hem wateya kolektîf û hem jî ya kesane dihewîne. Armanca fîlm ew e ku mirovan bi rêya bîranîn û ezmûnên hevpar ve girêbide, hestan ji nû ve bijî.”
NÛMAN YÎGÎT KÎ YE
Nûman Yîgît, di sala 1989’an de di nava malbatek ji Amedê li Edeneyê ji dayik bû. Yîgît, ku ji Beşa Radyo, Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Ege mezûn bû, di temenê xwe yê ciwan de ji ber xebatên xwe yên siyasî nêzîkî pênc salan di girtîgehên Tirkiyeyê de ma. Ev dem nêzîkatiya wî ya ji bo sînemayê hem bi hişmendiya estetîk û hem jî bi hişmendiya siyasî pêş xist.
Piştî girtîgehê, Yîgît xebata xwe ya çandî û hunerî li Amed berdewam kir. Bi Şoreşa Rojava re, berê xwe da vê herêmê û îro wekî Hevserokê Komuna Fîlman a Rojava xebat dimeşîne. Ji bo Yîgît, sînema ne tenê qadeke estetîk e; amûrek veguherîna civakî, berxwedan û bîranînê ye.
Di fîlmografiya wî de belgefîlm, rêzefîlm û projeyên dirêj ên wekî ‘Evîna Kurd’, ‘Payizok’, ‘Pêlava Sor’, û ‘Tava Sor’ hene. Di her yek ji van projeyan de çîrokên gel, berxwedana di bin siya şer de û lêgerîna azadiyê dertên pêş.

