Sûsika Simo, di sala 1925’an de li gundê Mîrekê yê herêma Elegezê ya Ermenîstanê ji dayik bû û di nava malbateke Kurd û Êzidî de mezin bû. Di temena xwe zaroktiyê de bi malbata xwe re koçî Gumru kir. Sûsika Simo ku di nav bandorên çandî yên cihêreng ên Yekîtiya Sovyetê de mezin bû, di temena xwe ya ciwaniyê de hem perwerde dît û hem jî eleqeya xwe ya ji bo muzîkê pêş xist. Wê li zanîngehê beşa bijîşkî xwend û demek kurt wekî hemşîre xebitî. Lê azweriya wê ya hundurîn ji bo rîtm û muzîkê ew ber bi sehneyê ve bir.
Di sala 1946’an de, di 21 saliya xwe de cara ewil ew derket ser dikê û dest bi strîna kilamên Kurdî û Ermenî kir. Wêrekî û jêhatîbûna wê û her wiha cil û bergên gelêrî yên Kurdî û kofiya li ser serê wê bal kişand. Di sala 1955’an de, ew weke dengbej li Radyoya Êrîvanê kilamên xwe gotin. Li wir, ew bi Egîdê Cimo re dik parve kir; kavala Egîdê Cimo û dengê Sûsika Simo bi hev re ahengek bêhempa ji bo temaşevanan afirandin. Di nav kilamên wê de, berhemên wekî “Evdalê Zeynikê” û “Xerîb Bilbil” di muzîka gelêrî ya Kurdî de cihekî taybetî digirin.
Performansa Sûsika Simo ne tenê ezmûneke bihîstinê bû. Bi govendê re gel radikir ser piyan û bi dîlan û rîtman hesteke civakî diafirand. Carinan performansên xwe bi hêmanên şanoyî nîşan dida, carinan jî hestên stranê bi tevgerên xwe dida hîskirin. Performansên wê yên li Radyoya Êrîvanê dengê muzîka gelêrî ya Kurdî li seranserê Yekîtiya Sovyetê belav kir.
Jiyana wê ya takekesî bi qasî hunera wê, mînaka wêrekî û biryardariyê bû. Sûsika Simo bi Kulya Neftalyan re ku Ermeniyek bû zewicî û li dijî normên civakî derket. Nebû xwedî zarok lê wê tevahiya jiyana xwe ji bo parastina mîrata hunerî û çandî feda kir. Sûsika Simo, di sala 1977’an de koça dawî kir, lê deng, kilam û hebûna wê ya li ser sehneyê di bîra gel de hê jî zindî ye.
Sûsika Simo pêşenga kevneşopiya dengbêjiya jinan bû; ew ne tenê li ser dikê weke hunermend bû, di heman demê de nûnerek zindî ya çanda Kurdî û sembola dengê jinan bû. Wêrekiya wê, dilsoziya wê ya ji bo hunerê û kûrahiya dîtbarî û hestyarî ya performansên wê yên li ser dikê ji bo nifşên siberojê yên hunermendên jin îlham çêkir. Sûsika Simo, bi konserên xwe yên li Meydana Sor, tomarên xwe yên li Radyoya Êrîvanê û kilamên xwe yên naskirî, weke yek ji mînakên herî bihêz ên girêdana di navbera jin û muzîkê de di çanda Kurdî û dîrokê de, cih girt.
Çavkaniya wêneyê: Nûjinha

