Mirovên ku leşkerî, şerkirin û rahiştina çekê ji aliyê exlaqî, polîtîk an jî wijdanî ve red dikin hîn jî têne cezakirin, li nava karên cemaweriyê û sektora taybet nayên xebitandin û mafên wan ên perwerdeyê ji wan têne standin. Mirovên ku bi wijdanî li ber leşkeriyê radibin û parêzvanên mafên mirovan dixwazin, ji bo çareseriya vê pirsgirêkê gav bêne avêtin. Derdorên ku li hemberî avaniya mîlîtarîst a dewletê naxwazin leşkeriyê bikin, xwe bi rêxistin dikin û hewl didin qadên xwe yên têkoşînê berfireh bikin.
Endamê Înîsiyatîfa Dijberên Şer a Amedê Atalay Goçer ji ANF’ê re axivî û got, “Di sala 2013’an de li Roboskî min ragihand ku ez li ber leşkeriyê radibim. Wê demê bi rêya Înîsiyatîfa Red a Wijdanî ya Amedê me têkoşîna xwe ya red a wijdanî dimeşand. Par me Înîsiyatîfa Dijberên Şer a Amedê ava kir û têkoşîna xwe ya red a wijdanî bi rêya vê înîsiyatîfê dewam dikin.”
‘ME GUH DAN BANGÊN JI ROBOSKÎ’
Goçer ragihand ku ew hewl didin li dijî îdeolojiya dewleteke netewperest têbikoşin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Bi taybetî ji ber ku li dijî leşkeriya ji neçarî me, ji ber ku leşkerî yek ji saziyên herî girîng ên avaniya mîlîtarîst a sîstemê ye, weke şexs min biryar da ku dikarim li ber vê yekê rabim û têbikoşim. Di salên 2000’î de beşdarî nava têkşoîna antî-mîlîtarîst bûm û min di sala 2013’an de red a xwe ya wijdanî ragihand.
Sala 2013’an me guh dan banga ji Roboskî û Înîsiyatîfa Red a Wijdanî ya Amedê ava kir. Wê demê me kampanyayek meşand. Bi vê kampanyayê re ji bajarên cuda me bang li hevalên dixwazin red a wijdanî ragihînin kir ku xwe li ser red a wijdanî bi rêxistin bikin ku weke parçeyek ji çareseriya demokratîk a meseleya Kurd dibînin. Di salvegera komkujiya Roboskî de me 16 kesan li Roboskî red a xwe ya wijdanî eşkere kir.
Girîng dibînim ku red a wijdanî tê dîtin. Li hemberî vê wezîfeya ku dewlet weke ‘wezîfeya welêt’ li ser mêran ferz dike, ez fikirîm ku ya rast ew e ku hem li hemberî mîlîtarîzmê hem li hemberî leşkeriya ji neçarî hem jî li dijî avaniya mîlîtarîst a li Tirkiyeyê red a xwe ya wijdanî eşkere bikim. Di salvegera Roboskî de me red a xwe ya wijdanî eşkere kir û min xwest êdî di vê mijarê de zêde dereng nemînim. Di encama komkujiya ku Hêzên Hewayî yên Tirk li Roboskî kirin de 34 kes hatin kuştin. Me jî xwest ev yek bê dîtin.”
‘EM LI MEKANÎZMAYEKE ZEXTÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN’
Goçer anî ziman ku li Tirkiyeyê li hemberî kesên ku red a wijdanî eşkere dikin mekanîzmayeke cidî ya zextê tê ferzkirin û got, “Vediguhere pratîkeke cezakirinê ku timî dewam dike. Li gel ku di vê der barê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelek biryar wergirtiye jî hîn cezayên pereyan û girtin dewam dike. Di vir de ji bo mêr ên reda wijdanî eşkere kirine dibe ku zehmetiya herî mezin ew mesele ye ku em weke ‘mirina sivîl’ pênase dikin.
‘Mirina sivîl’ çi ye? Piştî ku we biryara xwe ya wijdanî eşkere kir hûn nikarin nasnameya xwe bi kar bînin, hûn nikarin di karekî bi sîgorta de bixebitin, hûn nikarin pasaportê werbigirin. Yanî hûn ji wezîfeyên welatîbûnê bêpar têne hiştin. Mebest ji ‘mirina sivîl’ ev e. Li gel vê yekê dadgeriya dewletê timî zextê dike. Lewma eger sererastkirineke qanûnî yan jî gaveke şênber a li ser aştiya civakî heta ku redkarên wijdanî li xwe negire, em ê heta dawiya emrê xwe bi mekanîzmaya zextê re rû bi rû bimînin.”
‘DIVÊ DEWLET XWE BIGUHERÎNE Û VEGUHERÎNE’
Atalay Goçer bal kişand ser pêvajoya aştiyê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û got, “Aliyek di çarçoveya çareseriya demokratîk a meseleya Kurd nêzî Pêvajoyê dibe û gotinên xwe jî di vê çarçoveyê de bilê dike. Aliyê desthilatdariyê jî li ser têgeha ‘Tirkiyeya bê teror’ pêvajoyê dimeşîne. Lewma ji bo wan ji pêvajoyeke aştî yan jî demokratîkbûnê wêdetir, kar li ser bêçekbûna rêxisitnê û entegrekirina yên çek danîne li nava civakê tê kirin.
Ya rast, pratîka dewletê tenê li ser bêçekkirina aliyekî ye. Eger em qala aştiyeke neyînî dikin, divê gelek avaniyên biçek xwe biguherînin û veguherînin. Dewlet divê avaniya artêşa xwe bi heman rengî demokratîk bike. Leşkeriya ji neçarî yek ji van e. Eger em qala aştiyeke tam dikin, divê mafê kesên ku naxwazin leşkeriyê bikin bêne parastin.”

