Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji 1’ê Çileya 2025’an heta îro 383 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞİK), li welat her roj herî kêm 3 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Di hefteya dawî de 4 jin ji ber ku rastî tundiyê hatine di qonaxa veqetînê de yan jî dixwastin veqetin, tevî biryarên parastinê jî jiyana wan ji destê wan hate standin. Li welatê ku biryarên dûrketinê an parastinê nayên pêkanîn û ji ber vê polîtîkayê jin nayên parastin, jinên ku baweriya wan bi polîs û dadgehê nayê jî ji mekanîzmaya serlêdanê dûr dikevin. Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Derya Yildirim dibêje ku ger qanûnên heyî bêne pêkanîn wê kuştinên jinan kêm bibin û bal kişand ser biryarên ku tenê li ser kaxezê dimînin.
Derya Yildirim got, “Ev rewş ne xeletiyên kesane, nîşana berpirsiyariya avahiya dewletê ye. Ku jineke gelek caran gilî daye, lê nehatiye parastin. Tenê bi bêkêmasiyekê nayê ravekirin; ev encama polîtîkayekê ye.” Derya Yildirim bal kişand ser zêdebûna qirkirinên jinan û anî ziman ku encama pergaleke ku mafê jiyanê yê jinan naparêze ye.
Derya Yildirim bal kişand ser bi salan e daxwaza jinan a pêkanîna biryarên parastinê û got, “Dema biryarên parastinê nayên pêkanîn qetilkirina jinan bi hêsantir têne kirin. Ji ber ku pergaleke ku jinan diparêze tune ye. Demekê qala kelepçeyên elektronîk hate kirin, lê îro ji ber ku hejmara kelepçeyan têrê nake biryar nayên pêkanîn. Tevî ku kelepçe lê kirine jî faîl bi rehetî ji malê derdikevin. Jinên bi vî awayî hatine kuştin jî mixabin hene.”
Derya Yildirim diyar kir ku dewlet berpirsiyariya xwe ya çêker pêk nayne û bal kişand ser encamên giran a ji derketina Peymana Stenbolê. Derya Yildirim wiha axivî; “Derketina ji Peymana Stenbolê ne tenê devjêberdana metnekê ye, devjêberdana garantiyeke ku mafê jiyanê yê jinan diparêze ye. Ev biryar di faîlan de têgihîştina, ‘Dewlet jî êdî jinan naparêze’ ava kir. Ger dewlet dev ji qanûnên ku jinan diparêzin berde, faîl jî xwe di kirina her tiştî de azad dibînin.”
‘BIRYARÊN PARASTINÊ BI AWAYEKÎ BI ÇALAK NAYÊN PÊKANÎN’
Derya Yildirim got divê di qetilkirina jinan de kêmkirinên tahrika neheq û halê baş bêne rakirin û got, “Qanûn bi nivîskî pir baş in, lê nayên pêkanîn. Biryarên parastinê jî bi awayekî bi çalak nayên pêkanîn. Kêmasiyên di pêkanînê de jinan bêparastin dihêle. Biryara 15 rojan nêzîkbûnê tê dayîn, lê çawa wê bê pêkanîn ne diyar e. Ji jinê re tê gotin ‘Ger nêzîk bibe bi telefonê bigere’. Ger ez ê bi telefonê bigerim çima biryara dûrketinê tê dayîn? Ev rewş cesaret dide meran û baweriya jinan bi edaletê jî xera dike.”
‘JIN BAWERIYA XWE WENDA DIKIN’
Derya Yildirim ku dibêje jin ji hêzên ewlehiyê piştgiriyeke têr nabînin û got: “Jina ku tundiyê dîtiye diçe emniyetê lê rastî bersiva ‘nav malbatê ye, vegere malê’ tê. Di vê rewşê de jin hemû baweriya xwe wenda dike. Çûyîna dadgehê jî bêwate dibe. Biryarên parastinê yên dane jî bi awayekî bi bandor nayên pêkanîn. Jin nayên gerîn, li derdora wan erkdar tune ye, analîza rîskê nayê kirin.”
‘BERSIVÊN NIVÎSKÎ JINAN NAPARÊZIN’
Derya Yildirim diyar kir ku jin ji ber vê yekê bêdengî tercih dike û got: “Bersivên ku ji her saziyê digirin hemû nivîskî ne. Bi alîkariyên nivîskî jin nayên parastin. Sepana fiilî tune ye, divê erkdar, dadger an dozger ku biryara parastinê pêkneyne ji ber çima pêk nayne hesab bide. Ger erkê dayîna hesabê hebe wê sepana bi bandortir pêk were. Di qetilkirina jinan de bi tu awayî kêmkirin neyê kirin. Divê dewlet polîtîkaya bêcezakirinê neke adet.”
‘GER QANÛN BÊNE PÊKANÎN ENCAMEK BI BANDOR DIBE WERE GIRTIN’
Derya Yildirim got ji bo çareseriyê ne qanûnên nû, divê qanûnên heyî bi awayekî bi bandor bêne pêkanîn û got, “Ger qanûnên heyî bêne pêkanîn encamên bi bandor têne wergirtin. Di qetilkirina jinan de divê derbasbûna demê bê rakirin û ji bo kesên qanûnan binpê dikin divê kiryarên cezayî bêne sepandin. Divê Peymana Stenbolê dîsa bê qebûlkirin. Ev wê bibe nîşan ku dewlet gavek cidî ji bo parastina jinan avêtiye.”
‘PERWERDEYA ZAYENDIYA CIVAKÎ ŞERT E’
Her wiha Derya Yildirim wiha dawî li axavtina xwe anî; “Ger ji endamên dadgehê re perwerdeya zayendiya civakî bê dayîn, ew ê baştir fam bikin ku ji jiyana kê re dibe mal. Em wek baro di perwerdeyên stajê de jî perwerdeyên mecbûrî yên li ser tundiya nav malbatê destpê dikin. Êdî divê civak jî di vê mijarê de gavekê bavêje.”

