Ji civaka Suryan Dr. Ezîz Ahê têkildarî pênûsa ku Rêber Apo ji wan re şandin sembola rêzgirtina ji bo nirxên çand û dîroka civaka Suryanî ye. Rêber Apo ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, 31’ê Cotmehê bi malbata xwe re hevdîtin kir. Alî Ocalan ku beşdarî hevdîtinê bû ragihand ku Rêber Apo du pênûs diyarî civakên Suryan û Ezidî kir.
DR. EZÎZ AHÊ QALA HEVDÎTINA XWE Û RÊBER APO KIR
Rêveberê Ofîsa Meclîsa Kenîseyên Suryanî yên Herêmên Firat û Cizîrê Doktor Ezîz Ahê ji ANF’ê re qala hevdîtinên xwe yên bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û wiha got: “Min du caran bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Cara yekem li Şamê bû. Di wê carê de me li ser rastiya civaka Suryanî nîqaş kir. Her wiha di wê hevdîtinê de wî ji me re li ser fikrên xwe axivî. Wî dixwest parlamentoyeke Kurdistanî ji 400 endamî ava bike û di nav de 75 endam jî Suryanî bin. Di wê demê de me li ser astengiyên ku Hikûmeta Sûriyeyê ya Baas ji bo vê mijarê li pêşiya me dida çêkirin axivî. Ji bo wê jî wê demê me ji Rêber Apo re got ku em nikarin tevlî vî karî bibin, lê em ji bo her şêwazê alîkariyê amade ne. Di wê hevdîtinê de Heval Cemîl Bayik jî hebû. Di nav nîqaşê de me dît ku li hemberî me fikrek heye ku ji bo berjewendiya gelan û rêzgirtina li taybetmendiyên hemû gel û pêkhateyan e û xwe tenê di berjewendiya Kurdan de nagire, doza hemû gelên herêmê wek ya xwe dibîne.”
‘YÊN RÊBER APO NAS BIKIN NÊZÎKÎ XWE DIBÎNIN’
Ezîz Ahê qala hevdîtina xwe ya duyemîn kir û wiha got: “Hevdîtina cara duyem di sala 1993’an de, di dema şerê Çiyayê Bagokê de bû. Di her hevdîtineke xwe de me bi Rêber Apo re rastiya civakê û tiştên ku dikarin xizmeta gelên herêmê bikin nîqaş dikir. Carekê di dema hevdîtinê de em rûniştî bûn, Rêber Apo ji min pirsî û got, ‘Tu kesayeta min çawa dibîne?’. Rêber Apo kesayeteke ku dikare rê ve bibe û fikra ku pêşkêş kiriye nêzî fikra civaka Suryanî ye. Weke berjewendiya hemû gelan, rêzgirtina li netewe û olên heyî, parastina çand û zimanê her pêkhateyê li herêmê, pêkanîna wekheviya mafê gelan e û ji ber ku em civakek in ku rastî zilm û zordestiyê hatine, daxwazên me wiha ne. Ji bo wê her civakek ku fikra Rêber Apo nas bike, nêzîkî xwe dibîne.”
‘ROLA CIVAKA SURYAN A LI HERÊMÊ GELEKÎ LI PÊŞ E’
Di berdewamiya axaftina xwe de, Ahê qala dîroka civaka Suryanî ya li herêmê kir û diyar kir ku civaka Suryanî yek ji civakên kevnar ên vê herêmê ne û wiha pê de çû: “Civaka Suryanî yek ji civakên kevnar e li herêmê. Dîroka wê di herêmê de digihîje 3000 heta 4000 salan. Civaka Suryanî li van herêman gelek pêvajoyên dîrokî jiyane. Şûnwarên ku li herêmê hene diyar dikin ku civaka Suryanî yek ji civakên kevin ên vê herêmê ye.
Lê civaka Suryanî jî rastî qirkirin û tunekirinê hatin. Di encama wê de jî piraniya wan koçber bûn û berê xwe dan herêmên çiyayî. Ferman û komkujiyên ku di sala 1915’an de li dijî pêkhateya Suryanî hatine pêkanîn, li gorî planên ku hatine derxistin, tê gotin ku di wir de zêdetirî 500 hezar kes Suryanî û nêzî 400 gundên Suryanî hatin tunekirin. Piştî van komkujiyan û Peymana Sykes-Picot, Suryanî ji Tirkiyeyê berê xwe dan Sûriyeyê û bi taybetî jî li herêma Cizîrê bi cih bûn. Ji bo wê jî rola pêkhateya Suryanî di avakirina herêmê de bi gelên herêmê re gelekî li pêş e û heta niha wê rola xwe didomînin.”
‘RAMANÊN RÊBER APO BALA GELEK SURYANIYAN DIKŞÎNE’
Di nav axaftina xwe de, Dr. Ezîz qala destpêka belavbûna fikra Rêber Apo di nav civaka Suryanî de kir û wiha got: “Di salên 90’î de wê demê zorî û astengî hebûn. Pêkhateya Suryanî jî wek her pêkhateyê dixwaze hebûna xwe biparêze. Ji ber zordestiya ku di dîrokê de kişandine, ramana Rêber Apo ya ku li ser xwişk û biratiya gelan û mafê wan bû, ev yek bala gelek kesên di nav civaka Suryanî de dikişand û ev raman zêdetir nêzî xwe didîtin.
Piştî salên 2013-2014’an Desteya Suryanan hate vekirin. Wê desteyê hemû kenîse û 7 kombend û partî digirtin nav xwe. Her wiha di wê derbarê de, koordinasyona me bi Rêveberiya Xweser a li herêmê re her domdar bû û hemû pirsgirêkên ku dihatin jiyîn dihatin çareserkirin.”
‘ÊZIDÎ Û SURYANÎ RASTÎ GELEK QIRKIRINAN HATINE’
Ezîz Ahê di nav axaftina xwe de bal kişand ser pênûsa ku Rêber Apo di 7’ê Mijdarê de diyarî Gelê Suryanî kiribû û got: “Pênûsa ku Rêber Apo diyarî me kiriye, sembola rêzgirtina li çand û kevneşopiyên pêkhateya Suryanî, rêzgirtina li netewan û fikra vî gelî û dîroka wê ye. Ji ber ku gelên Êzidî û Suryanî, her du civak rastî qirkirin û tinekirinê hatine. Her wiha di van demên dawî de û bi taybetî di dîmenên Rêber Apo ên ku di vê demên dawî de derketine, me dît ku tevî zoriyên ku li Îmraliyê tê kişandin jî, dîsa jî bi nêrînên berfireh ji bo pêşeroja herêmê, çareseriya pirsgirêkên gelan û xurtkirina xwişk û biratiya di navbera gelên herêmê de derketiye pêş.”
Di dawiya axaftina xwe de Rêveberê Ofîsa Meclîsa Kenîseyên Suryanî yên Herêmên Firat û Cizîrê Dr. Ezîz Ahê wiha got: “Heke ez niha careke din Rêber Apo bibînim, ez ê jê re bibêjim, em hîn jî hezkiriyê ramana te ne. Ew ramana ku hemû gelan di nav xwe de dihewîne. Mêzekirina te ji dozên gelên herêmê re weke doza gelê Kurd bû.”

