Têgeha entegrasyonê têgeheke ku entegrekirina rewşên cuda ya li hev pênase dike. Li gel ku ji aliyê têgehê ve asîmîlekirinê ferz nake jî têgeha entegrasyonê ji aliyê kapîtalîzmê ve bi rengekî eşkere weke entegrebûna bêhêz li bihêzê, serîtewandin û helandina li nava ya xurt hate bikaranîn. Sîstema kapîtalîst ev têgeh bi israr bi wateya helandina di nava xwe de bi kar aniye. Ji ber vê yekê ev têgeh dema ku tê bihîstin dibe sedema fikaran.
Peyva entegrasyonê ji peyva Integration a Fransî tê ku wateya xwe ‘yekbûn, yekbûna li hev zêdebûnê’ ye. Yanî gotinên weke ‘wê asîmîle bibin, gava destpêkê ya asîmîlasyonê ye’ ku piştî daxuyaniya Rêber Apo di dema dawî de hate belavkirin, gotinên ji ber nêta xirab ên hin kes û avaniyan e. Têgehên asîmîlasyon û entegrasyonê ji hev cuda ne. Her çend sîstema kapîtalîst hewl dide entegrasyonê li gorî daxwaza xwe bi kar bîne jî, her çend hewl dide bi kirasê asîmîlasyonê pênase bike jî herdu ji hev cuda ne. Asîmîlasyonê hewldana wê yekê ye ku civakek civak an jî civakên din bike yek tîp, çanda xwe li ser ferz bike û bi xwe ve girê bide. Lê entegrasyon berevajî vê yekê ye, tê wê wateyê ku kes û civakên ji çand û dîsîplînên cuda bi hev re bijîn û bibin yek.
Di cîhana nû de ku sînor ji holê rabûne, mirov hîn bêhtir hevdîtinê bi hev re dikin an jî ji ber sedemên cuda (şer, zext, aborî û hwd.) koç dikin, têgehên entegre û entegrasyonê ku weke têgeheke polîtîk jinûve hate destnîşankirin, eger bi xeteke polîtîk a rast bê bikaranîn wê di nava şert û mercên vê cîhanê de bibe gava destpêkê ya hevparebûnê. Kes an jî civak ferq nake, dema ku çû cihekî; ji pêvajoya hînbûna wê derê, ji avakirina jiyaneke nû ya li wê derê ya bi çanda xwe re entegrasyon tê gotin. Di vê serdemê de ya ku bi koçberiyê derdikeve holê ev e. Çandên cuda li heman erdnîgariyê dicivin û hewl didin jiyanê ava bikin. Ji ber nêzîkatiyên polîtîk ên netewe dewletê yên li gorî berjewendiyên xwe nîşan didin şaşitiyan bi xwe re bîne jî weke ku me li jorê diyar kir, bi xeteke polîtîk a rast wê bibe gava destpêkê ya pêşketinên girîng. Ev xeta rast jî weke ku Rêber Apo pênaseya wê kir, pêvajoya entegrasyona demokratîk e.
Entegre tê wateya tevlîbûna şexs li nava civakê, entegrasyon jî tê wateya hebûna civakekê bi mercên xwe yên xweser li nava civakeke din a cuda. Ji bo vê jî divê qanûn û mercên vê hevbeşiyê bi lez bike bêne afirandin, li gorî vê gav bêne avêtin û ev yek jî bi wî rengî be ku herdu civakan vehewîne. Di serdema heyî de tê xwestin ku li nava netewe dewletan ev qanûn û gavên entegrasyonê bi rengê ‘eciqandina bêhêz ji aliyê yê bihêz ve’ bê bikaranîn, li koçberan tê ferzkirin ku çanda xwe tine bikin û serî li ber çanda serwer bitewînin. Ji ber vê yekê asîmîlasyon tê ferzkirin. Ji bilî vê yekê, di roja me ya îro de di bingeha tevgerên faşîst de ku xwe weke ‘dijberiya li koçberan’ bi rêxistin kirine, fikrê qebûlnekirina jiyana hevpar heye û ev yek ji aliyê netewe dewletan ve bi zanebûn tê afirandin. Desthilatdar û dewlet li şûna ku bi civakên cuda re bibin hevpar, hewl didin wan di nava xwe bihelînin, bikin kole û ji bo vê jî amûra zordariyê bi kar tînin.
QANÛNÊN ENTEGRASYONÊ Û ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
Li cîhana heyî, piştî koça ji ber şerê li gorî berjewendiyên modernîteya kapîtalîst rû dan, hewl hate dayin ku ev qanûnên entegrasyonê veguherin amûreke asîmîlasyonê, li ser kes, gel û civakên ji herêmên şer neçar man koçî herêmên cuda bikin fikrê xwe ferz bike û wan bike kole. Di bingeha sedema nêzîkatiyên faşîst û qanûnên zextê de yên li vê cîhanê li hemberî koçberan û penaberan têne bikaranîn, ev hewldana kolekirinê heye. Gelên ku ji ber şerê li Fîlîstîn, Sûriye, Kurdistan û gelek herêmên din ên Rojhilata Navîn neçar man koç bikin, li cihê ku xwe lê girtin li mejiyekî bi vî rengî rast tên; ‘Ya hûn ê li gorî gotina me bijîn ya jî hûn ê li zexta avaniyên faşîst rast bên ku me bi xwe ew xurt kirine û li cografya xwe vegerin ku mirin lê xwezayî bûye’. Ji ber van zext û ferzkirinan, civak li welatên xwe lê girtine veguherîne civakên girtî û ji armanca jiyaneke hevpar hatin dûrxistin, bi tenê hatin hiştin. Ji xwe ya ku sîstema kapîtalîst jî dixwaze ev tenêhiştin e. Ji ber ku li ser civakên tenê û cudabûyî serwerî dikare hîn bi hêsanî bê kirin. Jiyana bi hev re birêxistinkirina jiyana bi hev re bi xwe re tîne.
Halbûkî netewe dewlet û di nava sîstemên ku ew afirandiye de baş tê zanîn ku entegrasyon bi berpirsyariyê û gihîştina hev a civaka koç kiriye û civaka koçberî wergirtiye li nava nirxên hevpar dibe.
Eger mirov bi gotina Lenîn vebêje: “Kapîtalîzm her tiştên rast li gorî berjewendiyên xwe diguhere û weke ku ya rast ew e difiroşe we.” Yanî entegrasyon di nava kapîtalîzmê de qanûnek nîne, lê têgehek e ku kapîtalîzm hewl dide ji bo berjewendiyên xwe biguherîne.
Sîstema kapîtalîst qanûnên entegrasyonê li gorî berjewendiyên xwe ji pênaseya wê ya rastî dûr dixîne. Li ser rûyê cîhanê hin pratîk hene ku qanûnên entegrasyonê bi rengekî rast bi cih bîne, ji bo bicihanîna wê hewl dide. Li gelek deverên cîhanê qanûnên entegrasyonê ji hin aliyan ve rast bi cih hatin anîn û civakên cuda bi temamî nebe jî tecrûbeyên jiyana bi hev re xistin meriyetê. Entegrasyon ne ew pênase ye ku jê re bê gotin, ‘Me kir, di nava ewqas demê de pêk hat’. Dema ku qanûneke li navenda jiyanê û daîmî be, dema ku bi rengekî rast hate birêxistinkirin hingî dikare bi cih bê.
PÎVANÊN ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK ÇI NE?
Pîvana entegrasyona demokratîk jî gaveke girîng vedibêje ku nikare ji kêfa netewe dewletan re bê hiştin. Di vir de, ji bo civakek di nava civakeke din de asîmîle nebe, neyê helandin divê qanûn bê bikaranîn. Ji ber vê yekê eleqeya xwe bi wê têgeha modernîteya kapîtalîst nîne. Ev qanûnên ku li cîhanê jî mînakên wan hene, weke hêmanên bingehîn ên sîstemeke konfederal in.
Lewma qanûnên têkildarî entegrasyona demokratîk gelekî girîng in ku nabe ji xwediyên hêzê re bêne hiştin. Hin tiştên bingehîn ên ku di qanûnên entegrasyona demokratîk de divê bi cih bêne anîn bi vî rengî ne;
– Nêzîkatiyeke li ser bingeha mafên mirovan
– Hevparebûna li ser nirxên hevbeş
– Parastina nasname, ol û çanda kes û civakan li hemberî asîmîlekirinê
– Pîvana wekheviyê, komek di vê ji komam din bi hêztir nebe
– Bi qanûnên entegrasyona demokratîk re hevpariya li nava jiyana rojane û pêşîgirtina li metirsiya cihêkariya li nava jiyana civakî
– Bicihanîna qanûnên entegrasyonê bi rengekî lez û rast
– Qanûnên entegrasyona demokratîk, dema ku kes zanibin ku ji civaka li nav e û cihêkarî lê nayê kirin, hingî bi rengekî rast bi pêş ve diçe. Di vir de eger ev qanûn di nava netewe delwetê de be, divê yên ku li ser desthilatdariyê ne xwe ji polîtîkayên cihêkariyê vegirin û destûrê nedin cihêkariyê.
Di pêvajoyên entegrasyona demokratîk de dema ku civak li herêmên lê ne xwe weke ‘cuda’ nebînin, bi rengekî rast tevlî jiyana civakî bibin, hingî wê ber bi hevparebûna li nava jiyanê gava destpêkê bê avêtin. Hevparebûn û jiyana hevpar û azad weke ku Rêber Apo dibêje, destpêka bersiva li pirsa herî girîng a şoreşê ye. Pirsa divê çawa bijî!

