Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya tundî û qirkirina li hemberî jinê ji ANF’ê re nirxand. Elîf Kaya anî ziman ku bîlançoya qirkirina jinê di vê serdemê de ne kêmî bîlançoya şer e û got, “Ev polîtîka ne li herêmekê yan jî li nava beşeke civakî ye; hema bibêje li her devera cîhanê bi rê û rêbazên cuda tê meşandin. Tenê li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di sala 2023’an de 85 hezar jin û zarok hatin qetilkirin. Li welatekî weke Elmanyayê ku xwe demokratîk-nûjen pênase dike, li gorî daneyên Rêxistina Polîsên Krîmînal ên Federal ên Elmanyayê he sal nêzî 360 jin û zarokên keç têne qetilkirin. Bêguman ev yek ew hejmarên qeydkirî ne. Dema ku mirov yên nehatine qeydkirin jî lê zêde bikin wê ev hejmar bigihêje asteke metirsîdar.
Li gorî van daneyan li her devera cîhanê her roj jin ji aliyê xizmên nêzî xwe ve; ji aliyê bav, bira, hevjîn, hezkiriyên xwe ve ku li binê heman sîwanê ne, heman sifreyê parve dikin, têne kuştin. Bêguman ev yek krîzeke mezin e, komkujiyeke mezin e û çavkaniya xwe jî piştperdeya civakî û dîrokî ye. Heta ku ev pirsgirêk ji holê neyê rakirin, heta ku çanda komkujiyê neyê rawestandin, bi navê civakîbûn, demokrasî û azadiyê gav nikare bê avêtin.
Hîn 2’ê Mijdarê li Elmanyayê Dîlan Aras ji aliyê mêr ê ku heman mal pê re parve dikir bi 40 derbên kêrê hate qetilkirin. Dibêjim ‘mêr’; ji ber ku ev mirov ne di statuya hevjînê de ne, lê ew kes in ku çanda kujerê kastîk dimeşînin ku hikum dike, tine dike. Çawa dibe ku kuştin têra mirovekî nake, radibe bedenê parçe parçe dike. Em bûyera Munevver Karabûlût a beriya bi salan bînin bîra xwe; kujerê ku bi maskeya hezkirî xwe veşartibû, bedena jin a ciwan parçe kiribû û avêtibû sergo.
‘TÊKILIYÊN JIN Û MÊR JI DIYALEKTÎKA XWEZAYÎ QUT BÛYE’
Elîf Kaya ragihand ku mal, nava malbatê ku weke cihên ewle têne nîşandan ji bo jinan dibin cihê komkujiyê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Tişta ku dibe sedema van komkujiyan têkiliya zayendî ye ku mohra xwe li têkiliyên civakî hemûyan xistiye û li ser bingeha dijberbûnê derketiye holê. Di têkiliyên herikbar-veguherînê de jiyan ne li ser dijberbûnê, lê belê li ser bingeha veguherînê dimeşe. Lê belê tişta di têkiliyên jin û mêr de derdikeve holê veguherîn nîne, dijberiyeke li ser bingeha tinekirina hev e.
Bêguman em nikarin bibêjin ku ev her tim bi vî rengî bû. Di demeke dîrokê de bi destwerdanekê re ev têkilî ji diyalektîka xwe ya xwezayî qut bû û veguherî dijberiya li hev.
Dijberiya li hev tê i wateyê? Pênasekirina hebûna ya cuda li ser tinebûna ya din, ji bo hebûna yekî tinekirina ya din e. Ji ber vê jî di nava têkiliyên jin û mêr de ku di vê demê de li ser bingeha dijberîbûnê ye, li şûna afirandina jiyanê tundî, serwerî û mirin bêhtir li pêş e.
TÊKILIYA MILKIYETÊ BI HESTÊN SADÎST RÊ LI BER KUŞTINA JINÊ VEDIKE
Dema ku mirov bala xwe didin ser sedemên ku rê li ber komkujiyên jinan vedikin, şopa têkiliyên statîkbûyî tê dîtin. Dema ku jin serî li ber daxwazên mêr natewînin, dema jiyaneke li derveyî sînorên diyarkirî dixwazin, yan jî dema dixwazin li gorî fikrê xwe bijîn ji aliyê mêran ve têne kuştin. Mêr gelek caran tiştên weke ‘ez aciz bûm, gotin anî ser namûsa min, bi telefonê bi yekî din re axivî, kincê maqûl li xwe nekir’ weke hinceta kuştina jinan nîşan didin. Yanî ji ber sedemên ku jinê wke milkê xwe dibîne, jinê bi îrade û jiyana wê qebûl nake, jin têne kuştin. Têkiliyên li ser bingeha têkiliya milkiyetê têne danîn bi xwe re kuştina jinê ya bi hestên sadîst, biçûkxistin û nefretê tîne.”
BÊDENGIYA CIVAKÊ YA LI HEMBERÎ KUŞTINA JINÊ FERASETEKE VEŞARTÎ YA QEBÛLKIRINÊ YE
Elîf Kaya anî ziman ku ji bo mêr her tim ispat û hêzbûn tê ferzkirin, ji bo jinê jî serîtewandin tê ferzkirin û got, “Ev yek dibe sedema tundî û krîzê. Mêr her tim hewl dide xwe ispat bike. Ji bo karibe vê pêk bîne jî zextê dike, hewl dide gotina xwe ferz bike. Lewam di nava civakê de ji bo mêran rewa tê dîtin ku hikum li jinê bike û kuştin jî di nav de karibe her cûre tundiyê bi kar bîne. Sedema bêdengiya civakê li pêşberî ewqas komkujiyên jinan, ev feraseta qebûlkirinê ya veşartî ye ku nayê ser ziman. Hem sîstema bavikslarî hem jî dewlet di vê mijarê de di nava tifaqê de ne.”
Elîf Kaya destnîşan kir ku rabûna li ber qirkirina jinê berpirsyariya her kesî ye ku di nava lêgerîna jiyana azad û bi rûmet de ye.

